Li Şirnexê şemitîna axê mirovan dike fikarê 2019-03-19 09:09:22   ŞIRNEX - Li Şirnexê 4 roj berê li navenda bajar ax şemitî û piştî bûyerê tu tedbîr nehatin girtin, her wiha li qadê şemitîn didome. Xaniyên li wê qadê jî ji aliyê şaredariyê ve ‘rîska wan heye’ hatin morkirin.   Li Şirnexê di navbera 2015-2016’an de piştî qedexeya derketina derve şûnde bi hilweşîna pêk hat re ji sedî 70’ê bajar hat hilweşandin. Ev 3 sale ji bo binesaziyê jî çareserî nehat peydakirin.  Her roj li bajar bûyerên hilweşîn, şemitîna axê, qezayên çalan tên rojevê.  Her wiha avahiyên TOKÎ jî ji van qezayan re dibe sedem.  Berê jî li bajar li gelek deveran şemitîn û qezayên binesaziyê pêk hatibûn.   4 roj berê li taxa Yeşîlyurt a Şirnexê li qada vala ya berê wek sahaya xaliyê dihat bikaranîn, ax şemitî.  Dîwar bi dengekî mezin hilweşya û ligel dîwar dîregên ceyranê jî ji cihên wan derketin. Piştî bûyerê li taxê 2 rojan ceyran hat birîn û ekîbên şaredariyê jî cihê lê şemitîn çêbibû bi tijekirina axê hewl dan bigirin.  Ekîbên şaredariyê bi tijekirina axê hewl dan.   Xanî hat valakirin   Tevî hefteyek di ser bûyerê re derbas bûye, hîna tu tedbîr nehatiye girtin. Welatî  diyar dikin ku ew bi fikar in ku dîsa heman rîsk bê jiyîn. Cihê ku şaredariyê bi axê tije kiribû jî roj bi roj tê xwarê û  xaniyê yek qat ê li ser cihê ku şemitîn çêbibû jî hat valakirin.  Malbatê hemû alavên xwe ji hundir derxistin û  zabiteyên şaredariyê xanî mor kirin.  Li jorî xaniyê yek kat, avahiyek 4 qat jî hebû  lê tevî ku rîska wê hebû jî  nehat valakirin.   Malbata ku xaniyê xwe vala kirin alavên xwe danîn cihên cuda. Malbatê bang li rayagiştî kir ku bila ev rîska li qadê bê çareserkirin.