Ji bo vegera Efrînê di bin top û hewanan de îmzeyan kom dikin 2019-02-22 09:42:12   Sozda Oremar   ŞEHBA - Bi pêşengiya Kongra Star, ji bo bişînin NY’ê , ji bo vegera li Efrînê, kampanya îmzeyan hat destpêkirin û di bin êrîşên top û hewanan de bi baweriyek mezin tê meşandin. Jinên kampanyayê didin meşandin wiha gotin: “Em bi hêza xwe bawer in. Em ê dagirkeran ji axa xwe derbixin.”   Bi armanca Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û hêzên girêdayê wê ji Efrînê derkevin û dawî li pêkanînên guherîna demografîk bê anîn, ji bo şandina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi pêşengiya Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê kampanya îmzeyan hat destpêkirin û didome. Endamên Kongreya Star li gundê Soxaneke û Keştîar ya navçeya Şerawa a Şehbayê derî bi derî geriyan û belavokên amade kiribûn didin jinan. Jin kampanyaya xwe di bin êrîşên hewayî yên giran de dimeşînin û eleqeya jinan a ji bo kampanyayê jî, bêrîkirina wan ya ji bo vegera Efrînê carek din dide ber çavan.    Endama Komîteya Kampanya Îmzeyan Selwa Hemo û Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Ayten Îbrahîm der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Em li ser axa xwe dagirkeran naxwazin’   Selwa Hemo destnîşan kir ku kampanyaya xwe didomînin û wiha got: “Em gund bi gund geriyan û me îmze kom kir. Me di vê pêvajoyê de hesreta jinan a li hember axa wan dît. Belê Efrîn hat dagirkirin, komkujî pêk hatin, gel hat koçberkirin lê em gelê Efrînê dibêjin ku kesên axa me dagir kirine bila bizanin ku axa me ji wan re namîne. Gel dixwaze vegere ser axa xwe. Em dixwazin dagirker ji Efrînê derkevin. Efrîn dîroka me ye. Çanda me, welatê me ye. Em aydê Efrînê ne. Em Erdogan şermezar dikin. Hem axa me hem zarokên me, jin, kal û pîrên me qetil kir. Ligel vê dîroka me jî wêran kir. Ev nayê qebûlkirin. Efrîn wê ji wan re nemîne. Em li Efrînê Erdogan naxwazin. Bila ji axa me derkeve.”   Selwayê di berdewamiyê de da zanîn ku gundê Soxaneke û derdora wê her roj rastî êrîşên top û hewanê tên û ev tişt anî ziman: “Gel tevî êrîşan axa xwe terk nekirine. Em li gundê xwe li mala xwe ne. Em axa xwe bernadin û naçin cihekî din. Em bedel jî didin. Lê em dizanin ku azadî bê bedel nabe.”   ‘Her roj êrîş dikin’   Endama Kongreya Star Ayten Îbrahîm jî bi lêv kir ku li Efrînê bi hovîtî û çavsoriyê re hatine rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî êrîşan em neçarî li Şehbayê bicih bûn. Lê heviya me ya vegera Efrînê her tim heye. Ji bo em vegerin Efrînê, em her tim dixebitin. Ji ber vê me biryara vê kampanyayê da. Erdogan û çeteyên xwe li vir me rehet bernadin. Hema hema her roj bi çekên giran êrîş dikin. Ger em ji êrîşan bitirsiyan me berxwedan tercîh nedikir. Em gelekî berxwedêr in, em ê heta dawî berxwe bidin. Em girêdayê Abdullah Ocalan û felsefeya wî ne. Em bi têkoşîna xwe bawer in. Em girêdayî şehîdên xwe ne. Heta em xeyalên wan pêk neynin, em ê têkoşînê bidomînin.”   https://www.youtube.com/watch?v=YCyc7GqxMdE&feature=youtu.be