Êdî her Sibat reş û bi ewr e… 2019-02-11 09:10:27   ŞIRNEX - Hezne Arslan ku keça xwe Hacer di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de winda kir, her pêncşemê diçe ser gora kur û birayê xwe, di navbera her du goran de rûdine û ji bo gora sêyemîn têdikoşe.   Di qedexeya derketina derve ya Cizîr a Şirnexê de ku 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir de di bodruman de ji 100’î zêdetir kes hatin qetilkirin û cenazeyên wan yên şewitandinî hatin dîtin. Di 7’ê Sibata 2016’an de saet di 22.00’ê şevê de li herêma bodruman dengê teqînek mezin hat û piştre yek bi yek cenaze hatin derxistin. Malbatan bi rojan ji bo teşîsê têkoşîn dan û hinek cenaze hîna nehatine dîtin. Ji bo malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dan meha sibatê xwedî wateyek cuda ye. Malbatên ku 3 sal in li hestiyê zarokên xwe digerin hene.   Li cenaza keça xwe Hacer Aslan digere   Hezne Arslan kurê xwe û birayê xwe jî di qedexeyê de winda kir. Di bodruman de jî keça xwe Hacer Arslan winda kir. Hezne 3 sale li keça xwe digere û ji bo gorek keça wê hebe têdikoşe. Hezne diyar kir ku dema keça xwe bibîne wê li gel kurê xwe û birayê xwe ji wê re jî gorekê çê bike û diyar dike ku piştî Sibata 2016’an şûn de her Sibat ji bo wê reş û bi ewr e.    Hezne her pêncşem diçe ser gora kurê xwe û birayê xwe, di navberê de rûdine û bi hêviya ku gora keça wê jî hebe têdikoşe. Hezne diyar dike ku ew ne bi şev ne bi roj dikare razê, bi şev ji ber keça xwe difikire ranazê. Hezne bi lêv kir ku heta hestiyên keça xwe bibîne wê têbikoşe.