Li Botanê çavkaniya girîng a debarê: Kîzwan 2019-01-27 09:12:30   ŞIRNEX - Li Botanê Kîzwanên ku di mehên zivistanê de hişkirî tê bikaranîn, ji sabûna wan bigire heta kahweya wan yek ji çavkaniya herî girîng a debarê ya gel e.   Li Şirnexê ku li çiyayên wê gelek nebat digihêjin û axa wê jî gelek dewlemend e. Yek ji nebatên wê yên herî girîng Kîzwan e. Kîzwan li her derê bajar digihêjin û di heman demê de çavkaniya debarê ne. Bi taybet li çiyayê Gabar ev giya digihêje û her dawiya havînê tê komkirin û hişkirin. Gel kîzwanan wek çerez jî bi kar tîne.   Dikin sabun   Welatiyên Guçlukonak a Şirnexê ji kîzwanan  sabunê jî çêdikin. Li bajaroka Findikli jina bi navê Cevahîr Îmre wih agot: “Em çewalên xwe digirin û diçin çiyan. Çiyayên me tije darên kîzwanê ne. Gelek darên din yên fêkî û xurekan hene. Em piştî kom dikin hişk dikin. Piştî hişk dibin em gelek tiştî jê çêdikin. Em hinekan dikin sabun. Em hinekan wek çerez dixwin.”   ‘Gelek kes bi sabunê debara xwe dikin’   Cevahîrê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku sabura kîzwanan ji bo çerm û por gelek baş e, her wiha ji bo tenduristiya mirovan jî bi fêdeye. Cewahîrê destnîşan kri ku gelek kes bi çêkirina sabûna kîzwanan debara xwe dike.