Sûlava Bêgiriyê rastî eleqeyek mezin tê 2019-01-21 09:05:35   WAN - Sûlava Bêgiriyê ya yek ji nirxên girîng a turîzma Wanê ye, ji ber sermayê cemidî. Sûlava ku biharê diherike, zivistanê jî bi dîmenê xwe yê qeşayê bala kesan dikşîne.   Sûlava Bêgiriya Wanê ku li gorî demsalên dîmenên bi heybet pêşkêş dike, cemidî. Sûlav ji bilindiya 20 metreyî tê û dîmenê wê yê bi qeşayê xemiliye, xweşikahiyek cuda pêşkêş dike. Sûlava Bêgiriyê her demsalê mirovan heyranî xwe dihêle û eleqeya wênekêşvanan jî dikşîne. Tevî ku hewa gelek cemidî ye jî welatî bi saetan sûlavê temaşe dikin û wêneyan dikşînin.