Ji rojnivîska dayîkek ciwan greva birçîbûnê

  • 09:01 1 Çile 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
"Ez dayîkek im, di heman demê de dayîkek ciwan im; hinek caran zarokek im, hinek caran jî mezin difikirim. Li gorî demê û berpirsiyariyê derûniya min jî tê guhertin. Di temenek biçuk de bûyîna dayîk bi xwe re deruniyên wiha cihêreng derdixe holê. Dîsan jî bi xwe bawer im û her karê bidim pêşiya xwe dikim. Li gel hemû zoriyan jî çî dibe bila bibe ez bi biriyar im tenê di xetekê de bimeşim. Ew jî xeta ku bi felseferya Rêber Apo hatî ronîkirin e."
 
Hezar Nerexî
 
Di nava koma 5’an a çalakiya greva birçîbûnê de dayîkek ciwan a bi navê Hezar Hezexî jî cîh digire. Hezar dayîka 6 zarokan e. Hîna zarokên wê biçukin. Hezar  ji ber gelek zahmetî kêşa heta ku tevli çalakiyê bû ji ber ku mecbûr bû zarokên xwe li hêviya bavê wan bihêle heta ku bê ew teslîmî cîranên xwe kirin û hat tevlî çalakiyê bû. Her çendî Hezar di Saziya Malbatên Şehîdan de dixebite û gelek caran ji ber kar pêre nagihe bi zarokên xwe re mijul bibe jî lê dîsan berpirsiyariya xwe ya dayîkbûnê jî tîne cîh. Dema ku neyê sayê hemû dema xwe bi zarokên xwe re derbas dike. Hezar ew zoriyên di biriyardariya xwe ya tevlîbûna greva birçîbûnê de di rojnivîska xwe de jî nivisîne. Me jî hewil da ku em vê pela rojnivîska dayîka ciwan Hezar a  serê sibê hat tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû bi we re par ve kir.
 
Pelek ji rojnivîska Hezar Nerexi 
 
“Hîn serê sibê demjimêr 7’an min çavên xwe li jiyana rojê vekir. Roja yekem bû ku bi şanazî û kelecan di seata zu de şiyar dibim. Tevahî şevan heya saet 4-5’an ranakevim, îşev tayîbet ji bo ku karê malê bikim û zarokên xwe amade bikim, bi giştî du saetan raketim. Tevahiya şevê min karê malê kir. şevadinê min biriyarek ji hemû şevan cuda daye. Biriyara min serê sibê tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnê ye. 
 
Di tevahî jiyana xwe de ez tevlî çalakiyek bi vî awayî nebûme. Her dem xeyala min tevlîbûna çalakiyek wiha pîrozbû. Çalakiyên wiha pîroz bûbûn xewnên şevên min. Wan xewnan cihan li min dikir zindan. Dema ku min xwe di cîhanek hatî zindankirî de hîs dikir, pêşengên Zindana Amedê diketin bîra min. Ji ber min her dem vîna xwe ya biriyardariyê kêm didît û xwe di bin bandora derdorê de hîs dikir. Bandora civakêya li ser min, min herdem bê vîn dihişt. Ev bêvînmana min di nava civakê de ji êrîşên faşîzmê yên li ser jinan zêdetir ji bo min bi êş dikir. 
 
Carnan wiha li min tê ez dikarim tevahî jiyana xwe di kefçiyek av de bifetisînim. Sedema wê dizanim ji bo zarokên min bê xwedî nemin e. Ez dema karkî wiha dikim tevlî çalakiyek wiha pîroz dibim di heman demê de li zarokên xwe jî difikirim û berpirsiyariya xwe ya dayîktiyê jî bi cîh tînim. Ez dizanim tevlîbûna min a xebatên saziyê û çalakiyê wê bandora erênî li ser berjewendiyên civakê û bi tayîbetî jî li ser berjewendiyên jinên ciwan bike. 
 
Tenê ya min bi xebatên saziyê ve dide girêdan û dihêle ez çend rojan ji zarokên xwe dur bimînim û di çalakiyek wiha de jî cîh bigirim girêdana malbata min a bi tevgerê re ye. Malbata min her çendî li hemberî biriyarên min nerazîbûnên xwe bîne ziman jî ez baş dizanim ku tenê fikirandina wan zarokên minin. Ji bo vê jî ez wan baş têdigihêm û hîs dikim. Ji ber ew hîsên ew hestên dijîn berê min jî jiyan e. Li gel ku ez wan têdigihêm jî dixwazim bi xeyalên xwe yên pêşerojek azad ji bo xwe û zarokên xwe avakirinê bijîm. Her çendî hewildanên min di astek kêm de be jî ez dixwazim li biriyarên xwe xwedî derkevim. Ji ber a bandor li min kirî û ez kirim xwedî vînek wiha tenê şihadeta bavê min e. Ji bo ez layêqê ked û xwîna bavê xwe û tevahî şehîdan bibim divê daxwaza min a yekem azadiya Rêber Apo û xwedîderketina li şehîdan be. Di heman demê de bi qasî ji destê min tê ez dikevim nava hewildanan. Barê ku min girtiye ser milê xwe, her çendî ji hêza min girantir jî be ez di heman demê de dixwazim bi awayekî serkeftî bi encam bikim. 
 
Ez dayîkek im, di heman demê de dayîk ciwan im; hinek caran zarokek im, hinek caran jî mezin difikirim. Li gorî demê û berpirsiyariyê derûniya min jî tê guhertin. Di temenek biçuk de bûyîna dayîk bi xwe re deruniyên wiha cihêreng derdixe holê. Dîsan jî bi xwe bawer im û her karê bidim pêşiya xwe dikim. Li gel hemû zoriyan jî çî dibe bila bibe ez bi biriyar im tenê di xetekê de bimeşim. Ew jî xeta ku bi felseferya Rêber Apo hatî ronî kirin e.