Jin li dijî sîstema kapîtalîst û tundiyê têkoşîna xwe didomînin

  • 11:15 23 Mijdar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Bi salan e ku jinên kurd, ji bo civakek azad û bi exlaq, ji bo wekheviya zayendî û xwebûnê,  li dijî nijadperestiyê, berxwedaneke bêhempa didin. Lê ji bo ev sîstema ku pênc hezar sal e hatiye avakirin xera bibe divê mêr jî terka helwesta xwe ya serdestiyê bike.
 
Jin li dijî sîstema kapîtalîst û tundiyê têkoşîna xwe didomînin
 
Sultan Yaray
 
Li Komara Dominîkê, dîktatorê bi navê Rafael Trujillo, bi alikariya ABD'ê 31 salan li ser piyan maye. Navê xwe li gelek bajar û cihên din kiriye. Alîgir û hevalbendên xwe hemû dewlemend kirine. Kesên li hemberî vê yekê jî rabûne, an kirine hefs û zîndanan, an jî qetil kirine. Di nava 31 salan de nêzî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Rafael Trujillo hemû kesên li dijî wî rabûne wek 'terorist' îlan kiriye. Xwişkên bi navê, Patria, Minerva û Maria Mirabel, ji bo jiyaneke wekhev û ji bo mafê mirovan li dijî Rafael serî hildane û têkoşin dane. Ew jî wek ''terorist'' tên îlankirin û gelek caran wan dikin hefsê û dîsa berdidin. Di 25'ê Mijdara 1960'î de her sê xwişk ji aliyê hevalbendên Rafael ve tên tecawizkirin paşê jî tên qetilkirin. Piştî kuştina xwişkên Mirabel, serhildanên li dijî dîktator bilintir dibin. Di 30'ê gulana 1961'ê de Rafael bi suikastekê tê kuştin.
 
Piştî ewqas salên di bin dîktayê de, di Sibata 1963'yan de li Komara Dominikê hilbijartinek demokratik pêk tê. Niha jî bi piştgiriya serdestên cîhanê, li gelek welatan, bi taybet li Rojhilata Navîn, jin di bin zext û pêkuteyan de dijîn. Sîstema baviksalarî dixwaze pêşiyê li jinê bigire  û wê ji civakê biqetîne. Tenê wek keça kesekî, hevsera mêrekî, yan diya zarokan bên nasîn. Tundiya li ser jinê yek jê jî dûrxistina ji xwebûnê ye. Mixabin di vê sedsalê de jî li Tirkiyeyê, bi sedan, bi hezaran jinên  siyasetmedar, hevşaredar û jinên ku ji bo wekheviya zayendî û civakek azad têkoşînê didin di girtîgehan de ne. Îktidara AKP'ê her daîm bi awayekî sîstemetîk xwestiye ku jinê ji xwebûnê û ji civakê dûr bixe û tenê bike bermalî. Di van salên dawîn de gelek komeleyên tevgerên jinan hatin girtin. Endam û rêveberên komeleyan jî hatin binçavkirin.
 
Ji ber ku zagonên Tirkiyeyê li gorî civaka baviksalariyê hatine avakirin, li kesên ku li hemberî jinê sûcan dikin jî cezayên biçûk tên birîn. Gelek caran jî, bê ceza tên berdan. Ev jî dibe sebeba zêdebûna sûcên li dijî jinê. Tevgerên jinan gelek caran bi drûşma ''mêr dikuje, dewlet diparêze'' derdikevin qadan û li hember sîstema ku mêr diparêze nerazîbûna xwe tînin zimên. Berxwedana jinên kurd, li dijî serdest  û sîstema tunehesibandinê,  ne tenê di 25 mijdarê de, bi salan e didome û  ji hemû jinên dinyayê yên bindest re dibe hêvî. Bi salan e ku jinên kurd, ji bo civakek azad û bi exlaq, ji bo wekheviya zayendî û xwebûnê,  li dijî nijadperestiyê, berxwedaneke bêhempa didin. Lê ji bo ev sîstema ku pênc hezar sal e hatiye avakirin xera bibe divê mêr jî terka helwesta xwe ya serdestiyê bike.
 
Îro dema em li cîhanê dinihêrin, sîstema kapîtalist, ol, siyaset, sanayî, aborî, edalet, birêvebirin hemû di bin destên zihniyeta mêr a desthilatdar de ne. Kesên ku li hember vê sîstemê derdikevin jî wek ''terorist'' tên îlankirin. Lewma îro kapîtalîst û serdestên  cîhanê alikariyê nadin têkoşîna jinên kurd. Jinên kurd ji çanda neolitîkê tên û  baş dizanin ku kapîtalizm, dijminê jinê ye û sîstema tecawizkar û serdestiya mêr e. Dizanin ku jin, di kapîtalîzmê de wek amûrekî tê bikaranîn û cihê wê bisînor e. Ew ê jina kurd li dijî kapîtalîzmê, serdestiyê û dîktatoran têkoşîna xwe her daîm, li her derê mezintir bike û ew ê li hemberî sîstema ku jinê tune dihesibîne berxwedana xwe bidomîne.