Li vî welatî peyker jî, paste û qûrnefîl jî tê binçavkirin!

  • 09:09 29 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
“Kî dizane em ê hîna şahidiya binçavkirina çi bikin. Hinek wê ji me re wek qerfî bê û em ê bikenin. Hinek jî wê trajîk û komîk bin û bibin sedema ku em bikenin. Yanî wek mînaka hefteya borî pêk hat. Hefteya borî qurnefîlên Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin.”
 
Safiye Alagaş
 
Qurnefîlên naçilmisin, windayan jî bi me nade jibîrkirin û herî zêde jî pêşî lê girt ku ji hişê dewletê jî paqij nebe. Qurnefîlên her hefte li Qada Galatasarayê tên danîn, nehişt dewlet vê rastiyê ji bîr bike. Her ku qurnefîl dîtin, nerehet bûn û herî dawî jî qûrnefîl binçavkirin.
 
Ma gelo qurnefîl têne binçavkirin?
 
Ji aliyê HDP’ê ve di 4’ê Nîsana 2018’an de li avahiya navendî ya Amedê ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bernameyek pêk anîbû û pasteya ji bo rojbûnê anîbûn polîsan binçav kir. Li ser pasteyê ‘Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e’ nivîsî bû.
 
Kî dizane em ê hîna şahidiya binçavkirina çi bikin. Hinek wê ji me re wek qerfî bê û em ê bikenin. Hinek jî wê trajîk û komîk bin û bibin sedema ku em bikenin. Yanî wek mînaka hefteya borî pêk hat. Hefteya borî qurnefîlên Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin.