‘Peydakirina ava paqij ne pêkane’

  • 10:03 28 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Evîn Keve
 
“Di meha dawî de derbasî pergala kotayê bûne. Serê kes bi rêjiyek diyarkirî av tê dayîn. Yanî êdî peydakirina ava paqij ne pêkane.”
 
Di mehên dawî de li girtîgeha em lê ne gelek mafên me tên xespkirin û hinek mafên me yên sereke tên binpêkirin. Di qanûnê de; tê diyar kirin ku îdareya girtîgehê berpirse ku têr avê bide girtiyan. Lê li girtîgeha Sîncanê, em ava xwe ya vexwarinê ji kantînê bi pere digirin. Ava ji kaniyên girtîgehê diherike, zer e, carna em nikarin pê cilan jî bişon. Ev meheke derbasî pergala kotayê bûne. Serê kes bi rêjeyek diyarkirî av tê dayîn. Ji roja pergala kotayê dest pê kiriye em nikarin ava paqij peyda bikin. Ava germ jî bi pergala koteyê re her tim tê dayîn. Ev pêkanîn ji bo me pêkanînek baş e. Ji berk u breê hefteyê 3 caran pir kêm ava germ dihat dayîn. Lê vê carê jî ava tê dayîn qirêj e.
 
Bi kurtasî em pisgirêkek mezin a avê dijîn. Ev cezayên ku xwe disprên bûyerên bê hincet. Cezayên tên dayîn û lêpirsînên tên vekirin kêfî ne. 
 
Girtîgeha Jinan a Sîncanê