Serkeftin wateya jiyanê ye

  • 09:02 27 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Di encama têkoşînê de serkeftin tê bidestxistin. Bi ked û berxwedanê serkeftinên ku di dîrokê de deng daye hatine bidestxistin. Jinên wekî Mîna Qazî, Leyla Qasim, Besê Xanim, Gulnaz Xanim, di têkoşîna dîroka Kurdistanê de bi berxwedanek bêhempa navên xwe di rûpelên serkeftinê de dane nivîsandin. 
 
Şêrîn Zêrevan
 
Di cîhanê de kesên gelek serkeftî hene û ev kesan bi serkeftina xwe wateyê dide jiyanê. Jixwe serkeftin wateya jiyanê ye. Gotina "Ger ku mirov bixwaze dikare bi serkeftinên mezin xwe di her kêliyên jiyanê de birêxistin bikin" dide xuyakirin ku xwebirêxistinkirin berhema encama serkeftinê ye. Gelek jinên serkeftî jî hene ku xwe di gelek kêliyên jiyanê de birêxistin kirine û bûne mînakên giranbiha.
 
Tu kes jidayikbûna xwe ve ne serkeftî ye. Di encama têkoşînê de serkeftin tê bidestxistin. Bi ked û berxwedanê serkeftinên ku di dîrokê de deng daye hatine bidestxistin. Jinên wekî Mîna Qazî, Leyla Qasim, Besê Xanim, Gulnaz Xanim, di têkoşîna dîroka Kurdistanê de bi berxwedanek bêhempa navên xwe di rûpelên serkeftinê de dane nivîsandin. 
 
Gelek jinên hunermed jî hene ku bi karên xwe ji bo civakê bûne mînakên baş. Jinên hunermend ên wekî Ayşe Şan, Meryemxan, Fatma Îsa hem ji muzîka Kurdî hem jî ji wêjeya devkî ya Kurdî re xizmet kirine û serkeftinên mezin bi dest xistine. Divê em van jinên Kurd ên serkeftî mînak bigirin û jiyana xwe bi xebatên baş bi rê ve bibe. Divê em her têgeha serkeftinê ya ku wateya jiyanê ye ji xwe re bikin armanc û têbikoşin.