Biçûka dil mezin

  • 09:03 20 Îlon 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Zarokatiya li penaberiyê bu ciwaniya li lutkeya çiyan. Kelecana hesreta Botanê bu xweragirtina li Çarçella, bilindahî û bedewiya Çarçella giha lutkeya Cîloyan. Vê rêwîtiya bê sekin di 21'ê Îlona 2009 an de Çemçû kir warê xwe yê bê dawî. Hemû heskirina jiyanê, bêrikirina Botanê, bedewiya  Çarçella û bilindahiya Cîlo li turikê xwe de kom û li ser xaka Çemço bi ava Şîn û Basya de rijand dakû bigehê ser ruyên Xurbetên bibin şopdarên wê."
 
Leyla Arzu Îlhan
 
Jiyana heyî rêwîtiyek ber bi azadiyê ve bu. Sekina vê  rêwîtiya bê dem û dur heya serkeftinê bu. Milên biçuk bi hilgirtina barên mezin razî bu. Ev razibuna hilgirtina barê azadiyê ji gelek jinan hatibu durgirtin. Armanç xwe gihandina lutkeya azadî û serkeftina li çiyan bu. Wê jî wek gelek jinan di singa çiyan de tekoşîn da û azadî ji xwe re kiribu armanca jiyanek bi wate.
 
 Ev jiyana bi wate teqez li ser çiyayên bilind dihat misogerkirin.  Ji ber kû dagirkerî  li welatê me belav bibû û têkbirina vê dagirkeriyê bi mayîna li deştan ne pêkan bû, dixwest ku hilkişe herî jor û bi hilatina  rojê re bedewiya welat silva bike.  Şkandina vê dagirkeriyê tenê wê li cihek bilind bihata misogerkirin. Xurbet encama xurbetiyê bu, xurbet encama  rêwîtiyek dur û dirêj bu. Xurbet kesera li benda riyên dur, mizgîniya azadiya hezarî salan bu.
 
Her çendî Xurbet li ser warên xwe çavên xwe li jiyanê vekiribû  jî  lê diyarbu ku rêwîtiyek dirêj li pêşiya Xurbetê bu û vê rêwîtiyê wê navê Xurbetê li gelek zarokên çav reş  bikira. Diyar bu ku me çarenusa xwe li xurbetê dîtibû. Dibê ku ji ber vê çarenusê bu navê Xurbetê li çavên wê yên melul hatibu kirin. Wih diyar dibu ku çavên wê yên  her dem dur temaşe dikirin bi li hevhatina navê wêre bubun yek.  Ev çav  melul bun lê li dur temaşe dikirin. Di nava vê dur  lênêrînê de çavên xerdelî ji bedewbuna hemû rêngên kulîlkên Çarçella para xwe girtibun.  Bi  xemgîniya lîlozekê hatibun raçandin ew çavên wê yên xerdelî. 
 
Xurbetê xwe di nava bedewiya Çarçella de dit û naskir. Lê vê bedewiyê û naskirinê jî nikaribû hesreta warê bab û kalan, kesera hezaran lehengan kêliyekê jî be bida ji birkirin. Ji ber kû ew keser ji Lawikê Xerîb û ji  hezaran keç û xurtên leheng miras mayî bu. Dewsa şopên rêwiyên azadiyê bu. Lorîna dayikên dil bi keser bu. Hemu kulîlkên rengareng  û bedew para xwe ji ronndikên li ser çavên dayikên çavên wan li riyên dur mayîn  de herikî girtibun. Her bustek xaka wê çavkaniya sitranên dilê bi kul bû. 
 
Pêkanîna hesreta Lawikê Xerib sonda serkeftinê gihana lutkeya herî jor û raçandina tovên jiyan û azadiyê bu. Carekê tovê jiyanê li ser vê xakê hatibu raçandin û wê ew tov carek din bi destên azad bihata çandin û belavkirin. Ev ne xewn û xeyal bûn ev hêvî bû; lê îro bû rastî û belav bu. Ev rastiya jiyana azad û armanca bab û keçên rêheval bu. Hêviyên azadiyê ji dayik bun , mezin bun lê kal nebun, van hêviyên Xurbetê cihê xwe ji pêşeroja Xurbetên din re hêla.
 
 Xurbetê jiyanek bi  rêwîtiyê domand, ev rêwîtî her tim ber bi çiyan cihên bilind ve ket rê û bê westan rêwîtiya xwe domand. Xurbet biçuk bu lê gelek bêrîkirin li turîkê xwe kom kiribûn. Ji ber vê temenekî biçuk lê dilekî mezin bu para Xurbetê,  wekî gelek Xurbetan. Bargiraniya vî dilê mezin ku ne dihişt tebata Xurbetê li tu deştan bê û berê rêwîtiyê her dem li çiyan bu. 
 
Zarokatiya li penaberî yê bu ciwaniya li lutkeya çiyan. Kelecana hesreta Botanê bu xweragirtina li Çarçella, bilindahî û bedewiya Çarçella giha lutkeya Cîloyan. Vê rêwîtiya bê sekin di 21'ê Îlona 2009 an de Çemçû kir warê xwe yê bê dawî. Hemû heskirina jiyanê, bêrikirina Botanê, bedewiya  Çarçella û bilindahiya Cîlo li turikê xwe de kom û li ser xaka Çemço bi ava Şîn û Basya de rijand dakû bigehê ser ruyên Xurbetên bibin şopdarên wê.