Bila rejîma împaratoriyê ya li ser girtiyên siyasî bi dawî be

  • 09:15 31 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Nazli Soglîn
 
Dîsa girtîgehek nû dîsa ez.
 
Di 1’ê Tebaxê de ji girtîgeha Tarsusê bi du posteyan surgun hatin kirin û ez bi 28 hevalên xwe re anîm vir. Em bi 18 hevalan re ligel hevin. Em du koxuş in. Lê em nizanin 10 hevalên me yên din li ku ne. Em ji wan agahiyê nagirin. Em nizanin çi hat serê wan. Me bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kir, lê cihê hevalên me ranegîhand. Me pirsî ka di tecrîd an jî îşkencê de ne.Midûr got ‘tiştekî wisa tune’. Lê koxuşên gel me vala ne. Naynin cem me. Em ji vê rewşê bi fikarin.
 
Pirsgirêka me ne tenê ev e. Du heval di heman demê de nikarin biçin cem midûr. Em ji 10 hevalên xwe agahiyê nagirin. Ji radyo, pirtûk, cil û berg, saet, cam, çetel û rendeyê bigire heta tiştên din hatin desteserkirin. Keyserî cihekî sar e. Bi rojan e em hewl didin cilên xwe yên zivistanê bigirin. Lê cilên me nadin me.
 
OHAL bi awayekî formalîte qedya ye. OHAL ji bo me neqedya ye. Wê neqede jî. Niha gelek kêmasiyên me hene. Koxuşa me nû vebûye. Em gelek titşî bi pereyê xwe digirin. Di koxuşa me de; Nazli Soglîn, Yaprak Taşçi, Fatma Oran, Dîlara Oran, Merve Aydogan, Maşallah Erbey, Ozgul Yaşa û Canan Coşkun heye. Em rewşa hevalên xwe yên din nizanin. Em dixwazin ev pêkanîn bi dawî bin, ev rejîma împaratoriyê bi dawî bibe.
 
Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê