Yek ji erkên me yên sereke parastina ekolojiyê ye

  • 09:16 20 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Wek civaka wargehê em xwediyê demboriyek dûr û dirêj bi xwezayê re em jiyan e. Civaka me ya heyî her dem ji xwezayê sûd girtiye û bi xwezayê re jiyaye. Wê demê em niha ji dikarin ji xwezayê sûdê bigrin û sûd bidin xwezayê. Di nava wargehê de em di jiyana xwe ya rojane de çend zererê didin xwezayê gelo? Ev madeyên pilastîk yên ku rojane em bi kar tînîn û davêjin nav qutiya gelaşê gelo em dizanin çiqas zerer dide xwezaya me. Her tiştek pilastîk yê ku em bi kar tinin biqasî heştsed sal yan ji hezar sal di nava xwezayê de nayê helandin. Her pilastikek û parçeyek yê kaxeza ku em bi kar tînîn û dişewitinin çiqas bandorê li ser avhewaya xwezaya me dike, ji bo zindewerên din yên ku bi me re dijîn, çiqas zerermend e. Pêwiste em van hemûyan hesab bikin û wisan tev bigerin. 
 
Leyla Arzû Îlhan
 
Em wek civakek xwediyê têgina civaka demokratîk ekolojkK û azadîxwaziya jinê yek ji erkên me yên serekî parastina ekolojiyê ye. Xwezaya ku bi milyonan salan malovanî ji mirovahiyê re kiri niha bi destê mirovan tê wêrankirin û li ber tunebûnê ye. 
 
Dema cara yekem zindîwer li ser gerdûnê peyda bûyîn, bi awayek xwezayê ew di nava xwe de hewandin, karibûn bijîn. Bi derbasbûna demê re dema ku di serdema mirovên xwedî bir û depokirina serwextbûna jiyanê de dosta van mirovan ya herî bi bandor xweza bû. Ger şînatiyek ya di xwezayê de nebûya gelo mirov wê bikaribûna bijîn? Eger şikeftên xwezayî nebûna gelo ma wê mirov bikaribûna li derdora hevdu kom bibin û civakbûnê bidin avakirin. Ma dema berhemê xwezayê nebûna ev civakên avabûyîn wê karibana civakbûna xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê pêwîste mirov her kêlî vê pirsyarê ji xwe bike. Dema xweza ji bo me evqas dostanî kiribe û ev dostaniya xwezayê hê jî sedema jinana me be, çima em evqas neyar û xêrnexwazên xwezayê ne. Her kêliya ku em dijîn em deyndarên xwezayê ne, lê di heman kêliyê de em di rola dijminê herî mezin yê xwezayê dene jî. 
 
Bêguman civakên xwezayî yên destpêkê û yên ku heta roja me ya îro vê xwezayîbûna xwe diparêzin dostaniya xwe ya bi xwezayê re jî berdewam dikin. Lê kengê mirov bûn xwediyên hirsên desthilatdariyê û çav birçî bûn, wê demê li cihê dostaniya bi xwezayê re ketin nava neyartiyek bi xeter û giran. Ev neyartiya bi xwezayê re destpêkê bi pergalên desthilatdar û dagirker re destpê kir û bi taybet bi pêşveçûna pergala kapîtalîst ev neyartî ya bi xwezayê re giha lûtkeya herî bilind. Çawan ku di bin navê pêşveçuna civakê de pîşesaziya qetilkirina xweza û civakê dest pê kir wê demê êdî cîhana me ket bin gefên tunekirinê yên pergala desthilatdar. Ji ber vê hirsa mirovan ya desthilatdariyê hem civakê hebûna xwe ji dest da hem jî xweza bi tunekrinê re rû bi rû ma. 
 
Ji bo ku em bikarin deynê xwe yê li hemberî xwezayê bidin, ya herî sereke pêwîste em parastina xwezayê ji xwe re bikin armancek sereke. Ji bo vê yekê pêwîste em ji tiştên kû zererê didin xwezayê bi revin û di hemû kêliya jiyanê de bikarin dostaniya xwe ya bi xwezayê re bi cih bînin. Gelek tiştên ku em wek civak bikarin bikin hene. Nimûneya vê ya herî sereke em bikaribin xwe ji feraseta ku em ji xwezayê bihêztirin rizgar bikin. Em di jiyana xwe de bikaribin tiştên ku zererê didin xwezayê jê birevin. 
 
Wek civaka wargehê em xwediyê demboriyek dûr û dirêj bi xwezayê re em jiyan e. Civaka me ya heyî her dem ji xwezayê sûd girtiye û bi xwezayê re jiyaye. Wê demê em niha ji dikarin ji xwezayê sûdê bigrin û sûd bidin xwezayê. Di nava wargehê de em di jiyana xwe ya rojane de çend zererê didin xwezayê gelo? Ev madeyên pilastîk yên ku rojane em bi kar tînîn û davêjin nav qutiya gelaşê gelo em dizanin çiqas zerer dide xwezaya me. Her tiştek pilastîk yê ku em bi kar tinin biqasî heştsed sal yan ji hezar sal di nava xwezayê de nayê helandin. Her pilastikek û parçeyek yê kaxeza ku em bi kar tînîn û dişewitinin çiqas bandorê li ser avhewaya xwezaya me dike, ji bo zindewerên din yên ku bi me re dijîn, çiqas zerermend e. Pêwiste em van hemûyan hesab bikin û wisan tev bigerin. 
 
Ji bo vê, em wek nimûneya civaka ehlaqî û polîtîk xwediyê paradîgmayeke xweza perestina ji bo vê yekê pêwiste em bikarin xwezaya xwe biparêzin û ji heyberên neçarî em bi kar tînîn bikarin sûdê werbigrin. Ji bo vê yekê me wek şaredariya wergehê xebatek daye pêşiya xwe ku em bikarin heyberên wek pilastîk û kaxez li cihekê kom bikin û bi rêbaza cardin zivirandina van heyberan bikarin û bikarin van heyberan bikin çavkaniya debara yek du malbatên xwe yên wargehê. Hêviya me ji hemû civakê di vî warî de bi me re bibin alîkar. Ji bo em hem civaka xwe ya xwezayî hem xwezaya xwe biparêzin.