Vegotina aştiyê sûc e?

  • 09:19 4 Tebax 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Rihan Kavak
 
Ez zewicandî û 5 zarokên min hene. Me li dijî tiştên li Sûr a Amedê dihat jiyîn wek partî ‘konê aştiyê’ veda. Sedema vekirina kon jî wek ji navê wê tê fêmkirin, ji bo zirar negihêje kesî û pêşî li mirinan bê girtin bû. Ewil dayikên Aştiyê Nobet girtin. Piştre  dor hat koma Baglarê û ez jî tê de bûm. Em ji bo nobetê çûn ‘Konê Aştiyê’ û nîv saet şûnde qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hemû ketin û derketinên Sûrê hatin girtin û em li wir asê man. Beriya her tiştî ez wek siyasetmedarekê û dayikekê  ji bo berpirsyariya xwe bînim cih di ‘Konê Aştiyê’ de mam. Her tim teqîn çê dibûn. Em her yek neçar man li cihekî xwe bicih bikin. Bi qedexeyê re em nikaribûn ji wir derketan. Em ji derketinê tirsiyan. Ligel min zarok û malbat hebûn. Kesên derdiketin jî wek ‘terorîst’ îlan dikirin. Ji ber van sedeman ez 93 rojan asê mam. Di wê pêvajoya li wir mam jî ewlehiya zarokan ji bo min beriya her tiştî dihat.
 
Em rastî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî hatin
 
Di tahliyeyan de gotin bila sivîlên birîndar ewil derkevin. Piştî demekê em ji korîdorê derketin. Çawa em derketin em rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatin. Li hemû bedena min şopa derban hebû. Li nexweşxaneyê hatim dermankirin û doktor rapor neda. Ez şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Ez du rojan li wir mam. Piştre ez surgunî Girtîgeha Sîncanê hatim kirim.
 
Travmayên mayînde diafirîne
 
Ev 2 sal û nîv e ez  di girtîgehê de me. Zarokê min ê herî mezin ji sedî 88 astendar e. Lê niha rewş her diçe giran dibe. Berê dikaribû biçe tuwaletê lê niha nikare. Ev demek dirêj e ez kurê xwe nabînim. Tevî min xwest min sewqî Amedê bikin hat redkirin. Zarokê min hewcedariya wî bi min heye. Ev jî rê li ber travmayên mezin vedike.
 
Peywira herî mezin a siyasetmedarekê berpirsyariya wê ya li hember gelê wê ye. Ji bo ez ji şer re bêjim na çûm Konê Aştiyê û ev sûc hat hesibandin. Ez vê qebûl nakim. Min ji zarokên li wir asê man re dayiktî kir. Ji bo derûniya wan xera nebe min hewl da. Niha ez ne li gel zarokê xwe me û ev min gelek xemgîn dike. Her diçe rewşa wî xera dibe. Ez banga piştevaniyê li saziyên civaka sivîl û komeleyên mafê mirovan dikim. Bila rayagiştî bibin dengê min.
 
Hevseroka DBP’a Baglarê Rihan Kavak 
 
Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê