Têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de

  • 09:06 24 Tîrmeh 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Ji ber ku ziman ji bo nasname, parastin û pêşketinên dînamîk girîng e her dem bi pêkûtiyên mezin rû bi rû maye. Têkiliyên di nav civakan de ên hiyerarşîk û her wiha polîtîkayên mêtinger û desthilatdaran nehiştiye ziman pêş bikeve. Bi vê yekê girêdayî nehiştine ku wêje jî pêş bikeve. Vê yekê her dem bandorek neyînî li ser derûnî û di heman demê de li ser ehlaqên polîtîk ên civakan kiriye. 
 
Roza Metîna
 
Ziman amûra ragihandinê ya herî xurt e. Mirov êş, hêvî, daxwaz, hest, bertek û hestên xwe bi saya ziman radigihîne. Di navbera ziman û wêjeyê de jî têkiliyên germ û gelek xurt hene, hevdu xwedî dikin. Ger ziman tunebe em ê nikaribin ku di nava kûrahî û efsûna wêjeyê de winda bibin. Wêje cureyekî hunerê ye. Her huner bi şêwazek cuda xwe îfade dike. Di wênesaziyê de reng derdikevin pêş, di muzîkê de rîtim lê di wêjeyê de jî ziman derdive pêş. Hem ziman di bin bandora wêjeyê de dimîne hem jî wêje di bin bandora zimên de dimîne.
 
Ziman û wêje wekî du masiyên ku di bin kurahiya behrê de bi hev şad dibin e. Nivîskar û helbestkar jî yên ku dikevin bin wê deryayê û li wan masîna xwedî derdikeve ye. Çiqas zêde berhemên edebî lê têr û tije ji aliyê nivîskar û helbestkar ve bê nivîsandin ziman jî ewqas dewlemend dibe. Tûrikên peyvan jî dewlemend dibe. Ziman bandorê li ser gelek tiştan dike. Bandorên herî girîng jê du heb ew in ku ji bo parastina nasnameya netewekî gelek girîng e. Ziman bandorê li ser yekîtiya neteweyî û nirxên civakî dike. Nirxên civakî çand, huner, dîrok, wêje ne. Ger ziman têk biçe dê nirxên civakî yên gelekî jî têk biçe. Gotinek wiha heye: 
 
Ji devê me zimanê me dizîn, 
ji bêrîka me pereyên me, 
ji eniya me xwêdana me 
û bêyî ku wan li gor rengan ji hev bikin
çavên me. 
 
Yanî tiştên ku tê xwestin bê gotin ew e ku dema ziman tune bibe tu yê jî tune bibe. Loma divê bi taybet em Kurd ji bo parastina zimanê dayikê her di nav hewldanên girîng de bin. 
 
Ji ber ku ziman ji bo nasname, parastin û pêşketinên dînamîk girîng e her dem bi pêkûtiyên mezin rû bi rû maye. Têkiliyên di nav civakan de ên hiyerarşîk û her wiha polîtîkayên mêtinger û desthilatdaran nehiştiye ziman pêş bikeve. Bi vê yekê girêdayî nehiştine ku wêje jî pêş bikeve. Vê yekê her dem bandorek neyînî li ser derûnî û di heman demê de li ser ehlaqên polîtîk ên civakan kiriye. Li gelek welatên cîhanê mînakên pêkûtiyên li ser zimên hatiye jiyîn. Împaratoriya mêtingeriyê ya wekî Fransa, Îngilistan, Portekîz û Îspanyayê hema hema li her derê cîhanê belav bûbû. Van welatan bandor li ser jêderkên erdê, çand û zimanên welatê ku dikirin bin mêtingeriya xwe, dikirin. Ev tenê hinek mînak in. Li gelek welatan ji ber mêtingeriya welatekî din, ziman ketiye bin xetereyê. Lê dema em li hinek welatên niha dinêrin, ji zimanekî zêdetir ziman di warê fermiyetê de tê bikaranîn. Li 113 welatên ku endamên neteweyên yekbûyî ne ev pêkanîn tê bikaranîn. Ev yek têkiliya di navbera ziman de xurtir dike û bandorek erênî li ser wêjeya cîhanê dike. Lê di heman demê de zextên li ser ziman ên li Rojhilata Navîn bandorek neyînî li ser wêjeya cîhanê dike. Dema ku em dinêrin li ser her çar parçeyên Kurdistanê zext û zordetiya li ser zimanê Kurdî heta niha didome. Dema em li Tirkiyeyê tenê jî binêrin Plana Islahkirina Şerqê, Darbeya 12'ê Îlona 1982'an, Zindana Amedê ku dayikek ji ber ku bi Tirkî nizanibû  û tenê bi gotin Tirkî ya "Tu çawa yî" zanibû, bi saetan tenê ji lawê xwe re gotibû "Tu çawa yî", Qanûna Îskanê û hwd. bi salan bû sedem ku zimanê Kurdî di bin zextên mezin de bimîne. Tiştên yekem ên ku ji wêjeya cîhanê re xizmetê dike li ser Mezopotamyayê pêk hatiye. Wekî destana herî kevnar, wekî mînakên çîrokên fabilan û hwd. li ser Mezopotamyayê cara yekem hatiye dîtin. Loma Mezopotamya dilê Rojhilata Navîn e, Rojhilata Navîn jî dilê cîhanê ye. Loma pêkûtiyên li ser zimanê Kurdî tê kirin di heman demê de bandorek neyînî li ser wêjeya cîhanê jî dike. Çimkî tiştên yekem ên ku ji wêjeya cîhanê re xizmetê dike li ser Mezopotamyayê yanî welatê Kurdan pêk hatiye. 
 
Ji bo ziman û bi vê yekê girêdayî wêje ji bin bandora desthilatdaran derkeve pêdivî bi mekanîzmayên têkoşînê re heye. Rol û misyona zayenda civakî ya jinê, têkiliya di navbera wêjeya zarokan û jinê de, bandora zimanê dayikê ya li ser zarokan û çalakî û avakirina jinê mekanîzmayên têkoşînê yên zexm in. Zimanekî ku ji aliyê zarokan neyê axaftin ew ê ber bi tunebûnê ve biçe. Loma têkiliya di navbera zarok û jinê de her dem ziman parastiye. Heta niha bi saya vana ziman û bi vê yekê girêdayî wêje jî hatiye parastin. Jina Kurd û gelê Kurd her dem li dijî kodên zayendperestiyê û nîjadperestiyê têkoşiyane. Îro di pirtûkên di mufredatên sîstemên desthilatdar de êrîşên polîtik û sîstematîk tên kirin. Di çîrokên ku ji zarokên me re tên xwendin de zayendperestî heye û zarokan li gor zihniyeta baviksalarî bi teşe dike. Ev yek jî hem zirarê dide zimanê dayikê hem jî bandorek neyînî li ser wêjeyê dike. Ji bo ev yek ji holê rabe pêdivî ji têkoşînek hevpar heye.