Şoreşa 19'ê Tîrmehê; Şoreşa xwe ji nû ve avakirinê ye

  • 09:15 19 Tîrmeh 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Hêvî Semîr
 
"Divê hûn bizanin xwe ji nû de ava bikin. Vir ne nexweşxane ye. Vir ne cihê hewandina mirovên bûne enkaz e. Vir cihê pêşengên ji xwe re rol diyar kirine ye." (Abdullah Ocalan)
 
"Divê hûn bizanin xwe ji nû de ava bikin. Vir ne nexweşxane ye. Vir ne cihê hewandina mirovên bûne enkaz e. Vir cihê pêşengên ji xwe re rol diyar kirine ye." (Abdullah Ocalan). Bi van gotinên Rêber Apo dest bi nivîsa xwe dikim, dibe hûn pirs bikin "çima"! Ez jî dikarim wisa bersiv bidim. Ev gotinên ku li jor hatine xêzkirin, pênaseya Şoreşa 19'ê Tîrmehê di nava tîpên xwe de dihewîne. Erê, li Rojava her kesî xwe ji nû ve ava kir. Rojava bû warê pêşengên şoreşê û nebû cihê hewandina mirovên bê vîn û bê hêvî. 
 
Di nava kaosa ku hîn li Rojhilata Navîn bi dijwarî didome, em dikarin bêjin ku Sûriyeyê para xwe ya herî zêde jê girtiye. Şoreşa Sûriyeyê ya ku di sala 2011'an de dest pê kir, ji bo berjewendiyên xwe hinek hêzên herêmî û navnetewî ev şoreş dizîn û ji riya wê derxistin. Di encamê de, wêraniyeke mezin ji gelê Sûriyeyê re anîn. Ev şoreşa ku ji vê malwêraniyê re nebû bersiv û nikarîbû hêvî û mafê gel ê ku jê bêpar mabû, biparêze, bû belaya li ser serê Sûriyeyê.
 
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ya 15'ê adara 2011'an re, welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî beşdarî xwepêşandanan bûn û banga azadî, demokrasî û wekheviyê kirin. Êdî li aliyeke din ê Sûriyê hêviyên gel bi şoreşa rasteqîn dihatin honandin, ango şoreşa 19'ê Tîrmehê çirûska xwe ya pêşîn pê dixist. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gel li Kobanê dest danî li ser rêveberiya bajar, çirûska şoreşa ku li wir pê ket, ronahiya xwe da tevahî Rojavayê Kurdistanê û heya li hemû bakurê Sûriyeyê jî belav bû. Êdî gel xwe di hemû waran de bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kir. Bi gotineke din şoreşa 19'ê Tîrmehê bû hêviya gelê Rojava-Bakurê Sûriyê.
 
Beriya şoreşê rêjîma Sûriyeyê ji bo fetisandina gelê Kurd hemû rêbaz didan meşandin. Şoreşa Rojava jî li dijî zilm û bêedaletiyê û li hember vê rewşa krîtîk, bû zemîna azadî û wekheviya hemû netewên li Sûriyeyê. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku xwe dispêre têkoşîna azadiyê ya 40 salan, ji bo gelê Kurd jî bû pêngaveke dîrokî. Di gelek waran de, li dijî hêzên dagirker û çeteyên ku êrîşî vê herêmê dikirin û hîn dikin, berxwedana bêhempa hate nîşandan. Ji aliyekî ve li dijî terora DAÎŞ'ê û ji aliyekî din ve li dijî hişmendiya desthilatdar a dewletê têkoşîneke ne ji rêzê hate dayin. Her wiha di warên wekî kar û xebat, perwerde û gelek warên din de, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. 
 
Wekî ku gelê Kurd beriya şoreşê bi salan ji aliyê rêjîmeke zordar ve dihate înkarkirin, mafê jinan jî dihate paşguhkirin û jin dihatin çewisandin. Jin dihatin girtin û îşkencekirin. Beriya şoreşê jinan ji ber rêjîma Baasê nikarîbûn bi hêsanî û eşkere xwe bi rêxistin bikin, rastî gelek astengî û zehmetiyan dihatin. Lê piştî şoreşê, jinên Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya hemû kar û xebatan kirin û li ser mîrasê têkoşîna çil salan, pêşengtiya şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin. Kongra Star jî wekî rêxistina jinan, ji hemû pêkhateyên jin di nava xwe de hembêz kirin. Jinên Kurd bi têkiliyên xwe yên bi jinên pêkhate û netewên din re, pêşengtî ji têkoşîna jinan re kirin.
 
Her wiha di warê perwerdeyê de jin bûn mamosteyên pêşeng û civak perwerde kirin, kar û xebatên pir giran dan ser milê xwe. Di warê leşkerî de jî hêza YPJ'ê hate avakirin û di çeperên şer de berxwedaniyeke bêhempa dane meşandin. Di vê dema şer de ku jin û zarok herî zêde bandora neyînî li wan dibe û dibin qurbanî, jinan dikarîbû di her warî de xweparastinê pêş bixin û li keda xwe xwedî derkevin. 
 
Heya niha hîn jî mêzînên li Sûriyeyê zelal nebûne. Şoreş û têkoşîn berdewam dike. Pir destên cuda ketine nav tevgera vî welatî. Hêzên navnetewî û hin hêzên herêmî di nav vî şerî de ne. Hîn jî êrîşên ji her hêlê ve li ser herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê tên kirin. Ji bo mayîndekirina şoreşê û parastina destkeftiyan, ji tevahî gel û bi taybet ji jinan tê xwestin ku li vê şoreşa bi bedelên giranbuha hatiye heya roja îro, xwedî derkevin. Pêwist e jin li hemberî zilma ku li ser tê meşandin, bêdeng û bêhelwest nemîne. Eger jin van destkeftiyên şoreşê yên hatine bidestxistin, neparêze, wê dîsa hemû mafên xwe jidest bide û kole bimîne.
 
Ev şoreşa ku li tevahî cîhanê deng veda, bi bedelên giranbuha gihaştiye heya vê rojê û serkeftinên mezin hatiye bidestxistin. Di salvegera 6'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê de em cangorî û pakrewanên ku canê xwe di vê oxirê de feda kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandina rê û têkoşîna wan didin ku em ê ji bo pêkanîna xewnên wan û temamkirina berxwedana wan her dem li ser kar û xebatê bin.