Di Çanda Dengbêjiyê de Rol û Mîsyona Jinê

  • 10:12 23 Hezîran 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Kesên ku xizmetê ji çanda dengbêjiyê û folklora Kurdan re dike, bi çavên mêtingeran li nasnameya xwe temaşe nakin. Loma jinên dengbêj ên Kurd bi çavên mêtingeran li nasnameya xwe temaşe nekirine."
 
Roza Metîna
 
Di çand û wêjeya Kurda ya devkî de dengbêjî xwedî roleke sereke ye. Ji bo berdewamiya wêjeya Kurdî wekî stûna avahiyakê ye, ji bo gelê Kurd xwedî hafizayek civakî ye. Her stranek çîrokek wê heye û dîrokek tê de veşartî ye. Her wiha di çanda dengbêjiyê de xwezayîbûn heye. Dengbêj gund bi gund digeriyan li malan şevbihêrk li dar dixistin û heta sibehê di bin ronahiya lampeyê de stran, çîrok û destan digotin. Civak li hev diciviyan û ji bandora teknolojiya ku mejiyê mirovan ditevizîne dûr, hafizaya civakî teze dikirin û pêşengtiya vê yekê jî jinê dikir. Loma jin her dem dibûn lehengên çîrok, stran û destanan. Gelek berhemên folklorê yên Kurdan bi saya çanda dengbêjiyê li ser piya mane. Wekî mînak destana Eliyê Doman Begê û gelek destan, çîrok û stranên wekî din, bi saya çanda dengbêjiyê gihaştiye heta roja îro. Loma Cemîla Celîl dibêje:"Gund û çanda dengbêjiyê dibistana Kurdan in." 
 
Divê mirov di çanda dengbêjiyê de rol û mîsyona jinên Kurd a girîng jî ji bîr neke. Gelek stran, çîrok û destan bi hestên jinê hatine honandin û ji aliyê mêr ve hatiye gotin. Wekî mînak Lawê Xatê, Silêmanê Mistê li qada şer jiyana xwe ji dest dide û Xatê li ser lawê xwe gotinan li dû hev rêz dike û Şakiro û Karapetê Xaço jî vê gotinên ku wê rêsandine wekî stran dibêjin. Her wiha kesên wekî Sûsîka Sîmo, Xana Zazê, Fatma Îsa, Eyşe Şan, Meryem Xan, Eslîka Qadir, Gazin û gelek dengbêjên jin ên bi stranên xwe xîtabî nasnameya neteweyî ya gelê Kurd kirine û hafizaya civakî parastine. Tevî hemû zor û zehmetiyan jinên dengbêj berxwe dane. Li dijî siyaseta çewt, zîhniyeta feodal û baviksalarî li ber xwe dane. Eyşe Şan ji aliyê pismanên xwe ve bi mirinê dihat tehdîtkirin çimkî li gor kevneşopiya wan li civakek ku mêr lê heba jinan nikaribûn kilam bigotana. Her wiha bavê Gazinê ji ber ku wê stan digot, lê dida. Loma Gazinê li deşt û zozanan li cihên ku dengê wê nediçû bavê wê, stran digot. Fatma Îsa di 14 saliya xwe de hatibû zewicandin, ji mafê xwe yê dibistanê bêpar mabû û li sirgunê jiyana xwe ji dest dabû. Vana tenê çend mînak in lê mînakên bi vî rengî gelek in. Tevî hemû zext û zordestiyên bi vî rengî jinên dengbêj ên Kurd ji bo têkoşîna azadiya jinê û berdewamiya çand û hunera xwe, berxwe dane. Cemîla Celîl tevî birayên xwe Ordûxanê Celîl, Cemîlê Celîl teyba xwe girtiye destên xwe û gund bi gund geriyaye û gelek berhemên folklorê ji tunebûnê rizgar kiriye û di warê mûzîkê de xwedî kedek giranbiha ye. Lê îro qansî ku behsa Ordûxan, Casim û Celîl tê kirin ewqas behsa Cemîla nayê kirin. Çimkî ji aliyê zihniyeta baviksalarî her dem keda jinê hatiye binaxkirin. Dema ku Celîlê Celîl di meha hezîrana 2018'an de hatibû Amedê min jê 3 pirs kir û min got:"Gelo we feyza xwe ji bavê xwe Casimê Celîl an ji dayika xwe girtiye? Herkes behsa Casimê Celîl, Orduxanê Celîl û Celîlê Celîl dike lê çima kes behsa keda Cemîla Celîl a giranbiha nake? Folklor û çanda dengbêjiyê bala kesên biyan gelekî kişandiye û li ser lêkolîn kirine, wekî Aleksandir Jaba, Oscar Man, Rocar Lescot lê ji bo çi gelê Kurd qansî kesên biyan li ser çanda dengbêjî û folklorê kûr nabin?" Dema ku min pirsa 3'yemîn ji Celîlê Celîl kiribû bi ken û bi henek ji min re gotibû:"Tu bêtifaqiyê dixe navbera me." Mirovekî kedkar bû û ji henekan hez dikir.  Lê dawiyê got:"Rast e Cemîla Celîl di warê folklora Kurdan de gelek ked daye û xebitiye, keda jinê her dem ji ber sîstemên heyî hatiye binaxkirin. Lê min feyza xwe ji diya xwe girtiye. Ji ber ku di warê parastina çand, ziman û hunerê de her dem jin xwedî roleke girîng e. Min feyz ji diya xwe girtiye lê dema ku me pirtûkek diweşand jî bavê min ew pirtûk dixist bin balîfa xwe ji bo ku tiştek pê neyê. Her wiha gelê Kurd bi salan e ji ber ku di bin bandora şer, pevçûn, zext û zordestiyan de maye û bi taybet jî ev yek li ser jinê hatiye kirin loma di warê lêkolîn û eleqeya li dijî folklorê û dengbêjiyê negihaştiye asta ku em dixwazin. Çanda dengbêjiyê û folklora gelê Kurd gelek dewlemend in. Heta niha bi saya van her du tiştan em gihaştine vê astê." Panelek têr û tije bû rastî eleqeyek mezin jî hatibû. Bi rastî jî dema ku keda mirovan rastî eleqeyek mezin tê wê demê mirov bêtir feyzê digire.
 
Kesên ku xizmetê ji çanda dengbêjiyê û folklora Kurdan re dike, bi çavên mêtingeran li nasnameya xwe temaşe nakin. Loma jinên dengbêj ên Kurd bi çavên mêtingeran li nasnameya xwe temaşe nekirine û bûne sedem ku yên wekî Celîlê Celîl ji wan feyzê bigire. Tevî girtina feyza ji jinê di çanda dengbêjiyê de dayina qedir û qîmetê ya ji bo hunermend û helbestkaran jî cihekî girîng digire. Dengbêj Cemîlê Horo di warê vê qedir û qîmetê de bi çend gotinên xwe mînakek baş e. Cemîlê Horo ji lawê xwe re dibêje:"Ger ez rojekê mirin û Kurdistan ava bû, helbestkar û hunermendan jî bigire ba xwe û ba min bikin û bibiêjin 'de rabe'." Bi salane ku ziman, çand, huner, nasname û dîroka gelê Kurd ji aliyê neyar û dagirkerên li ser axa Kurdistanê hedef hatiye girtin. Gelek stran, marş û çîrokên Kurdan hatine dizîn. Berhemên ku heta niha tevî hemû zor û zehmetiyan gihaştiye ber destên me jî bi saya qedir û qîmeta ku dengbêja didan helbestkar û hunermenda ye. Di vî warî de ev qedir û qîmet xwedî pareke girîng e. Lê divê em vê yekê ji bîr nekin ku kesên lêkolîner û biyan jî girîngiyek mezin dane çanda dengbêjiyê û folklorê û her wiha hunermend û helbestkaran. Aleksandir Jaba û Rocar Lescot dibêjin:"Tiştên ku di çanda dengbêjiyê ya Kurdan de bala mirovan dikişîne bîr û baweriya bê sînor e. Çanda kurdan a Dengbêjî û folklorê gelekî dewlemend e." Her wiha muzîkologê Ermenî Komîtas jî dibêje:"Dema ku ez stranên Kurdî dibêjim rihê min sivik dibe." Di dewlemendî û balkişandina çanda dengbêjî û folklorê de rol û risteya jinê hêjayî gotinê ye. Çimkî jinên Kurd li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi dilekî germ ji çanda dengbêjiyê re xizmet kirine. Sûsika Simo dema ku derdiket ser dikê bi kincên xwe yên kesk, sor û zer derdiket ser dikê. Her wiha jina Kurd nûnertiya çanda kevneşop û berdewamiya wê kiriye. Ger ne ji hêvî û têkoşîna ji bo çanda xwe ya jinên Kurd ba, me yê îro pesnê çanda xwe ya wekî deryayê nikaribû veda.