Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

  • 09:01 15 Gulan 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Elîf Can Alkan
 
Kovara Hawara ku ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve di 15'ê Gulana 1932'an de dest bi weşana xwe kir, ji aliyê gelê kurd ve wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ev roj ji bo gelê kurd gelek girîng e. Di 15'ê Gulanê de gelê kurd hem derbasî alfebeya latînî bûn û hem jî yekemîn gramera kurdî hat avakirin. Tabî ev yek aliyek vê rojê ye, ya rast kurd bi taybetî vê rojê li dijî her cureyên asîmîlasyonê roja têkoşînê dibînin û li gorî vê yekê vê rojê pîroz dikin.
 
Her sal di 15'ê Gulanê de ji 7 salî heta 70'ê salî kurd hemû pergalên ku kurdan û zimanê kurdî înkar dikin, protesto dikin. Ev roj herî zêde ji aliyê kurdên bakurê Kurdistanê ku bi polîtîkayên asîmîlasyona dewleta tirk re bi dijwarî rû bi rû ne, tê pîrozkirin.
 
Bi taybetî roja zimanê kurdî bi pêşengiya jinan ve tê pîrozkirin. Ji ber wateya ziman ku nîşaneya herî mezin a netewekî ye, ji aliyê jinan ve tê zanîn. Jixwe ji ber ziman ji aliyê jinan ve tê parastin, bi zimanê dayikê jî tê pênasekirin.
 
Jinên kurd ji ber vê taybetmendiya xwe ya domandin û parastina çanda xwe rastî êrîşên herî dijwar a hêzên dagirker hatin û hîn jî tên. Di polîtîkayên asîmîlasyonê de destpêkê jin hatine hedefgirtin û asîmlekirin. Ji ber hemû hêzên dagirker ku hebûna gelê kurd înkar dikin û dixwazin tune bikin, dizanin heta jin neyê asîmîlekirin û têkbirin nikarin bigihêjin armanca xwe. Hêzên dagirker jî bi vê zanebûnê nêzî jinên kurd bûn û hemû cureyên asîmîlasyonê ku sûca herî mezin a mirovahiyê ye, li ser jinên kurd dan meşandin. Yek jê mînaka polîtîkayên van asîmîlasyonan jî kampanyayên ku ji bo nivîsandin û xwedina jinan ku ji aliyê saziyên dewletê vê tên destpêkirin e. Ev saziyên ku bi pergala perwerdeya dewletê kar dikin, sereke armanc û peywira wan asîmîlekirina jinên ciwan ên kurd in. Ji ber zimanê kurdî bi taybetî ji aliyê dayikên ku bi tu awayî rastî perwerdeya dewleta tirk nehatine, heta roja me ya îro xwe parastiye û gihandiye. Û di serî de dewleta tirk ku serkêşiya asîmîlasyona herî dijwar dide meşandin, hemû hêzên dagirker a li ser axa Kurdistanê dixwazin bi navê fêrkirina xwendin û nivîsandinê jinên kurd asîmîle bikin û pêşeroja gelê kurd tarî bikin. Tabî kes ne li dijî xwendin û nivîsandinê ye lê ger mirov ne bi zimanê xwe bi zimanê dagirkeran fêrî xwendin û nivîsandinê bibe navê vê yekê nabe perwerde dibe asîmilasyon. Ger ev dewletên ku xwedîgiravî xwe wek dewletên demokratîk didin nîşandan, ew qas hezkiriyê pêşxistina civakên cûda bûna dê bi zimanê wan perwerde bidan destpêkirin û hemû astengiyên li ber zimanên cudan bidan rakirin, lê berovajî ev dewletan di despêkê de zimanê kurdî nahêlên tu gelên cuda bi zimanê xwe perwerde bibînin û hebûna wan li wan qedexe dikin. 
 
Lê jinên kurd li gel hemû êrîşên herî dijwar jî li her cihê ku lê bûn, zimanê xwe parastin û heta roja me ya niha anîn. Divê hemû jinên kurd ên welatparêz û ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda wan fêrî wan bikin. Gelê kurd ancax dikare bi vî awayî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têbikoşin. Ger gelê kurd bi taybetî jinên kurd jiyana xwe ya rojane hemû bikin kurdî wê demê wê polîtîkayên hêzên dagirker ên tunekirina zimanên cuda li ser axa Kurdistanê têk biçin. Heke polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser zimanê kurdî têk biçe, bi vê re girêdayî dê hemû polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanên cuda jî têk biçin.
 
Bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî di destpêkê de li jinên kurd li hemû kurdan pîroz dikim.