Divê wateya Netewa-Demokratîk baş bê famkirin

  • 09:02 10 Nîsan 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Şêrîn Zêrevan
 
Netewa-Demokratîk ji her aliyan dewlemendî û pirçandiyê diparêze. Loma li dijî netewperestî û faşîzmê alternatîfek berbiçav e. Li Bakurê Sûriyeyê niha mînaka wê ya herî şênber xwe dide diyarkirin. Ji şer heta sîyasetê di her qadê de pêwendiyên gel bi rengekî demokratîk, bi hev re heye. Loma divê wateya Netewa-Demokratîk baş bê fêmkirin. 
 
Fikra Netewa-Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî dîrokek kevn e. Bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan û bi avakirina PKK'ê azadî, demokrasî û sosyalîzm wekî bingeh hatin girtin. Di dîrokê de ji ber ku dewletên netewperest demokrasî û sosyalîzm wekî bingeh negirtin û bi sîstemek ne demokratîk û di heman demê de bi sîstemek desthilatdar nêzî civakê bûne, çareserî bi vî awayî ji pirsgirêkên civakê re nehatiye dîtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem bi rengekî azad û ji bo jiyanek hevbeş têkoşiyaye û Netewa-Demokratîk wekî rêya çareseriyê pêşkeş kiriye.  
 
Civakbûyin ku bingeha wê baş ava bibe û li ser esasên Netewa-Demokratîk bê avakirin, ji bo mirovan qadek hevpar û azad e. Civak wekî hêlînekê ye û divê her mirov di vê hêlînê de xwe bikaribe ku bi ewle hês bike. Loma divê ji bo jiyanek azad û ewle sozyalîzm, demokrasî û wekheviya gelan esas bê girtin. Ji bo li civakekê demokrasî pêş bikeve divê li gor esasên jiyanek hevpar, demokratîk û bi feraset tev bê gerandin. Di vê tevgerê de jî peywirek mezin li ser milê jinê bar dibe. Divê jin rola xwe ya girîng û bi bandor di civakê de baş bileyize. 
 
Netewa-Demokratîk her dem nêrînên gel esas girtiye û rêzdarî li dijî ziman û çandên cuda nîşan daye. Netewa-Demokratîk her dem li dijî Kapîtalîst-Modernîteyê şerê demokrasiyê ajotiye. Loma esasgirtina felsefeya jiyana azad ji bo vê pergalê girîng e. Ji bo jiyanek azad, aram û serbixwe divê wateya Netewa-Demokratîk baş bê famkirin û li ser vê esasê em felsefeya xwe ya jiyanê ava bikin.