Li dijî bêwijdanî û bêhestiyariyê fedayî bûn

  • 09:17 20 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Gelek têgeh hene di jiyana me de. Ew têgehên ku em kurahiya wan nizanin an jî em dizanin û mafê wan nadin.  Belê yek ji van têgehan fedayîtî ye. Fedabûn, fedakirin, li dijî zaliman serhildan e.”
 
Sînem Adali
 
Di demên cuda yên dîrokê de têgeha fedayitiyê dertê pêşberî me û carna jî ji bo fikir, carna ji bo baweriyê û carna jî ji bo jiyanê, em dibêjin ‘mafê jiyanê pîroz e’ û ji bo parastina wî mafî mirov dibe fedayî. Ev teşeyê pêkhatinê jî di pirtûkên pîroz de heye. Gelek pirtûkên pîroz vê dinivîsin, gelek nêrîn vê qebûl dikin,  hiqûq jî ji bo ‘şerm nebe’ carna wek êrîşa li dijî mafê jiyanê digire rojeva xwe. Lê çi dibe bila bibe, fedayîtî wê wek siyasî, hiqûqî, jiyanî û leşkerî be.     
                           
Di rêya heqîqetê gelê Efrînê dibe fedayî!
 
Wekê ku fedayiyên her gel û neteweyî hene, fedayiyên felsefe û her nêrînê jî hene. carna ji bo zanistê, carna ji bo cerîbandinekê, fedayîbûn pêk tê.
 
Niha jî li Efrînê şerek heye û bi vî şerî êrîşî mal, can, hebûna mirovahiyê, dîrok û nirxên civakî tê kirin.  Şerekî wisa ye ku tu nirxî nas nake, talan dike, hildiweşîne, dişewitîne û koasê diafirîne. Bi her awayî êrîşî hebûna mirovan dikin. Di her nokteyê de gel dibe fedayî, dikeve dewrê û dibe fedayiyên pêşeroja xwe.
 
Helwesta xwe bi fedayîbûna xwe datînin holê. Rastiya fedayitiyek gel heye û  gel bixwe dibe fedayî.  Niha li Efrînê ruhê fedayitiyê heye û ev gel di xeta fedayitiyê de hebûna xwe diparêze. Lê bi fedayîtiyê vê dike. Wek fedayî xwe heyî dike, dengê xwe dide bihistin û dibêje ‘ez heme’.
 
Hezar kes li dijî teslimiyetê di riya fedayitiyê de ye
 
Hat diyar kirin ku Efrîn bi giştî hatiye dagirkirin û bi koçberan re hejmara gel nêzî 7 hezarî ye.  Belê li vir gel ji bo axa xwe ji bo nirxên jiyan û pêşeroja xwe şerê fedayî dide û gel ji vir dernakeve, dibe fedayî û mirovahiyê xilas dike.
 
Gelo di vê serdemê de fedayîtî tercihek e.  Gelo fedabûn ji bo tiştên li ser navê mirovahiyê tê veşartin tên kirin, yan jî xerabûnên bazarên qirêjin.  Bidawîbûna hemû lîstikên qirêj e.  Belkî zehmete lê rast e.  Belkî nayê dîtin lê heye. Gel li Efrînê rêbazeke din a jiyanê nabîne, bi awayekî bi rumet xwe feda dike. beyî biçe teslimiyet û îxanetê xwe diparêze.