Divê zarok û celat di heman cîhanê de nejîn

  • 10:57 17 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
“Ruhê min wek li baxçeyekî nexweşxanê hatiye teslîmkirinê ye… destê min dilerizin, zarokên ku çend saet berê kenê wan di guhê min de bû niha bedena wan ya bê can dibînim.  Wisa bêdeng dinêrin, wekê ku ne mirine.. Ruhê min wek cemedê ye di depoya hewaya cemîdî  di bedena bêcan de.  Zarokên ku em navê wan nizanin tên qetilkirin. Çavên wan wek zeytûna reş. Zarokên me bêdeng li mirovahiyê dinêrin…”
 
Ruhenda Amed
 
Gotin têr nakin, gotin bê wate dimînin.
 
Efîn ev 55 roje tê bombebarankirin û her roj mirovahî dimre. Berxwedana bi gotina nayê vegotin, her roj rastî êrîşên mezin tê.  Gelo ev berxwedan bi kazanên tonî wê biqede? Berxwedan mezine tu car kêm nabe…  bi hezaran diherikin qadan û ji qadan jî diherikin behran. Dibin Arîn û diherikin, dibin Awesta û bi ser celad de diçin, dibin Barîn û li ser kunya hemû jinan tên nivîsîn…
 
Di saetên nîvro de em li taxa Eşrefiye digerin. Tevî ku tax ev du rojin di bin êrîşên giran de ye, pir qerebalixe. Li taxê jin, zarok, kal û pîr…
 
Zarokên li taxê gogê dilîzin tevî her tiştî dikenin û dilîzin. Li taxa Eşrefiyê jin  hewl didin hewcedariya avê peyda bikin.  Zarokên ku dilê wan wek Efrînê davêje jî kenê xwe yê şermok didin kamerayan. Wisa xweş dikenin ku; dema kamerayê dibînin ruyê wan xwe ji kenê şermok re dihêlin.  Zarok helbestên ku hîn bûne ji me re dixwînin.  Orkestraya herî paqij a cîhanê li dijî top û tifingên celadan bi yek dengî stranên kurdî dixwînin. 
 
Wek Ernesto Che Guevara gotiy:
 
Zarok û celad divê diheman cîhanê de nejîn;
 
An divê celat bimrin,
 
An jî divê zarok qet neyên dinê…
 
Di saetên êvarê de dema em vedigeriyan dengê obusan dihat.  Kelecana bi coş a zarokan li ber çavê min e.  Her yek hincetek jiyanê ne…
 
Dengê zarokan yên bi saetan berê min bihistibû di gûhê min de ye, bi carekê re dengê balafir û obusan dibe qêrîn.  Kesî hîna nebihistiye? Kesî ev bêdengî nebihistiye…
 
Mirovahî agahiya te heye, deriyê hesinî îro 6 zarok li Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin.
Ruhê min wekê ku li baxçeyê nexweşxanê tê teslîmkirinê ye…
 
Destê min dilerizin, zarokên ku çend saet berê kenê wan di guhê min de bû niha bedena wan ya bê can dibînim…
 Wisa bêdeng dinêrin, wekê ku ne mirine.. Ruhê min wek cemedê ye di depoya hewaya cemîdî  di bedena bêcan de.  
 
Bavek ji mala xwe derdikeve û dibêje ew diçe ji zarokên xwe re nan tîne. ‘Dema vegeriyam malê zarokên min di bin kavilê de. Sê zarok yek şehîd…’ Ev bavek e…
 
Dilê min di bin kavilê de,  dilê min di bedenên bêdeng yên di depoyên hewaya cemidî de…
Zarokên min navê wan jî fêr nekiriye tên qetilkirin. Çavên wan wek zeytûna reş… Zarokên me bêdeng li mirovahiyê dinêrin…
 
Û mirovahî bêdenge û mirovahî dimre her carê li Efrînê…
 
Zarok dema dilîstin hatin qetilkirin. Ev komkujî ji duh heta îro didome.
 
Hey mirovahî  tenê toqeyên zarokan yên nav xwînê de mane, li pey man.