Jinên Efrînê yên bêhna sosinan jê tên

  • 09:57 8 Adar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
"Jinên wêrek ên sosin xistine bêrîka xwe, bi wêrekiya bi heybet xweşikbûnê diafirînin û li dijî faşîzma wek taritiyê hatiye ser Efrînê sekinîne.”
 
Ruhenda Amed
 
Em ji Efrînê derdikevin û diçin cem komek jinên ciwan. Dîmenên darên zeytûnan ên aramiyê didin, di rûyê gelê Efrînê de jî xwe nîşan daye. Li Efrîna ku xwezayê mirov bi teşe kiriye, ew xwezaya aram li her derê Efrînê tê hîskirin. Her mirov li kolanan dikenin û her kes silavê didin hev.
 
Dema em digihêjin cem şervanên jin xweşikahiyek cuda li derdorê belav dibe. Bêhna darên lîmon û porteqalan bi hebûna jinê re bûye yek û em dikevin demek efsûnî. Arîn, Ruheyv, Zîlan û Rosîda…Yek ji yekê rindtir e û her yek parçeyek cuda yên heyvê ne. Em bi jinên berxwedêr re ligel vexwarina çayê sohbetek xweş dikin.
 
Derbasbûna têgeha demê tuneye
 
Me Zîlan berê jî nas kiribû. Zîlan bi bejna xwe ya kurt û xweşikbûna rûyê xwe tê nasîn. Ji sohbetekê hema dikeve sohbeteke din û ligel wê derbasbûna têgeha demê tuneye.  Zîlan li cihê xwe rûnane û hema her carê pirsan dipirse.  Pirs û bersivên me zêde dibin û kelecanek tê hîskirin.
 
Jinên dildar
 
Em fikrên wan ên derbarê 8’ê Adarê de mereq dikin. Arîn hîna venegeriyaye, bi rewşa xwe ya şermokî sor dibe. Zîlan peyamek têr û tije dide û  bêhna sosinên li gel wê bala me dikşîne. Zîlanê ji bo jinên ciwan ên gel xwe dibêje: "Em ji hev veneqetin û ji bo her kesî sosinan kom bikin." Zîlanê sosinên kom dike, belav dike û ji hevalên xwe re dibêje ‘her kes bila sosinên xwe li gel xwe bihêle’. 
 
Jina hema ligel Zîlanê rûniştiye, jina ciwan Rûheyv e. Rûheyvê xwedî rûyekî wek parçeyê heyvê ye.  Rihê wê li navê wê, navê wê li rûyê wê daye.
 
Çavên Ruheyvê dibiriqin. Ji şaxên zeytûnê tacek çê kiriye û bala min dikşîne. Gelek bi kelecane dema peyama 8’ê Adarê dide. 
 
Xweşikahiyê diafirînin
 
Zîlanê piştî amadekariyên xwe diqedîne bi Rosîdayê re porteqalan tîne. Jinên wêrek ên porteqalên li hembêza wan bi cih nabin, yên sosinên xistine bêrîka xwe, bi wêrekiya bi heybet xweşikbûnê diafirînin û li dijî faşîzma wek taritiyê hatiye ser Efrînê sekinîne.
 
Beriya biçim li çenteyê xwe dinêrim. Lênûsk û pênûsek şîn derdixim û didim Zîlanê. Ez jê re dibêjim 'Divê tu xwe baş biparêzî, dizanî ne wisa.' 
 
Min ji Zîlanê re got divê tu her tiştî binivîsî û piştî vegerê vebêjî. Wê jî got ez ê her tiştî teqez binivîsim.