Teşeyek cuda yê berxwedanê: Mîhrîcana Fîlman a Kurd ya Londonê

  • 09:01 17 Sibat 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
‘Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Londonê ya yekem mîhrîcana li dîasporayê ye û wek hişê sînemeya Kurd e, diyariyê Mehmet Aksoy yê ku li Reqayê, ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê tê dayîn bike belge, jiyana xwe ji dest da, hat kirin’
 
Melîke Gul Demîr
 
Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Londonê, ji sînemaya Kurd bigihîne aliyên berfireh, îsal ya 10’emîn pêk tîne. Mijdara mîhrîcanê ya îsal, berxwedana  Kurdan ya li dijî DAÎŞ’ê tê dayîn, hat diyarkirin. Mîhrîcanê nêzî 20 sal li pey xwe hiştiye û îsal a 10’emîn pêk tîne.  Her wiha mîhrîcan îsal diyariyê derhêner-aktîvîst sînemavanê Kurd Mehmet Aksoy tê kirin. Mehmet Aksoy tevî ku koodînatoriya mîhrîcana 9’emîn kiribû, di gelek qadên mîhrîcana fîlm de cih girt û kedek mezin dabû sînemaya Kurd. Mehmet di 2017’an de li Reqayê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê tê dayîn bike belge, jiyana xwe ji dest dabû. Îsal jî yekem car xelata belgefîlm li ser navê Mehmet Aksoy wê bê dayîn.
 
Yekem mîhrîcana li dîasporayê
 
Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Londonê ku yekem mîhrîcana li dîasporayê ye, wek hişê sînemeya Kurd e. Mîhrîcan bi ekîbeke  ji 5 kesî pêk dihat bi armanca sînemaya Kurd bê venasîn û bigihêje aliyên berfireh hatibû destpêkirin. Mîhrîcan bi piştgiriya dildarên ji her çar parçeyên Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Ji roja dest pê kiriye heta niha 9 caran pêk hatiye û bi sedan fîlmên metraja dirêj û belgefîlm nîşan daye. Li aliyê din jî ji sînemaya Kurd re şahidî kir û li aliyê din jî arşîva fîlmên Kurd ava kir û dîroka  sînemaya Kurd jî vegot.
 
Rengekî din ê mîhrîcanê jî ev e ku, piraniya ekîba ji dildaran pêk tê jin in. Ji hilbijartina fîlm û belgefîlman, heta pêkanîna şeva galayê, ked û piştevaniya jinê tê de heye.
 
Teşeyên cuda yên jiyana rojane
 
Mîhrîcan bi hevkariya Kurdên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê û her wiha di mîhrîcanê de sînemeya çar welatên din ên li Rojhilata Navîn dijîn jî tê dîtin. Di mîhrîcanê de ligel vê teşeyê cuda yên jiyana rojane yên bi gelên din re jî tê dîtin.
 
Xêzkirina bi sînoran zehmet e
 
Her çiqas sînemeya Kurd li ser mirin, bê welatbûn û sînoran hevpar bibe jî; sînemeya Kurd bi sînorkirinên diyarkirî xêzkirin, bi navkirin zehmet e. Vê zehmetiyê xwe di krîterên fîlmên tevlî dibin de jî xwe daye hîskirin. Lê hemû fîlmên li ser çîroka Kurdan, jiyana rojane ya Kurdan, erdnîgarî û çanda wan  sekiniye, dikarin serî li mîhrîcanê bidin.
 
Mîhrîcan bêyî piştgiriya aborî û fonê xwe heyî dike û yek pirsgirêka mîhrîcanê ya herî mezin bêguman butçe ye. Mîhrîcanek ku bi derfetên xwe hewl daye heta îro bê ye. Fîlm û belgefîlmên mîhrîcanê wê 10 rojan di sê sînemayên cuda de bi hezkiriyên sînemayê re bê cem hev.
 
Di navbera 13-23’ê Nîsanê de pêk tê
 
Mîhrîcana Fîlman a heta îro bi zor û zehmetiyan hebûna xwe parastiye, amadekariyên wê bi kelecanek mezin didome. Mîhrîcan bi fîlm, belgefîlm, sînemavan û panelên cuda wê di navbera 13-23’ê Nîsanê de bi hezkiriyên sînemayê re li Londonê pêk bê.