Dîroka Kobanê û civaka wê

  • 09:08 28 Çile 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Hêvî Botan
 
Li gorî ku kal û pîrên me dibêjin, min xwest ku Kobanê bi rengekî cuda bi we bidim nasîn. Kobanê li Rojavayê Kurdistanê dikeve. Di Bakurê wê de Pirsûs û Riha heye. Li Başûrê Kobanê Sirînê heye. Li Rojava  jî Bajarê Cerablus, Minbic û Çemê Firatê heye. Rojhilatê Kobanê li Kantona Girê Spî dikeve. Civaka Kobanê ku bi sîstema eşîrtîyê tê naskirin, ji aliyê taybetmendiya wê ya wêrektiyê ve jî tê nasîn. 
 
Di sala 1923'an de bajarekî bi navê Kobanê tunebû. Lê belê navçeya Şêranê hebû. Ew jî beriya peymana Lozenê girêdayî navçeya Pirsûs û Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bû. Piştî perçekirina Kurdistanê Rêjîma Baasê Navçeya Kobanê dagir kir û Kobanê ava dike. 
 
Di destpêkê de tiştek bi navê Kobanê tunebû. Gundê Şêranê  hebû, navê wê jî  'Hedat' bû. Ev jî yanî tê wateya 'hesinkariyê.' Ji ber ku karê hesinan zêde bû, di wê demê de ev gund bi wî navî hat naskirin. Lê niha bi navê navçeya Şêranê tê nas kirin. Ji ber ku dema lêkolînên Şûnewarî tên kirin peykerên Şêranê tê de tên dîtin û bi vê yekê jî gotina 'Şêran' tê bikaranîn.
 
Dema ku mirov li xwezaya Kobanê temaşe dike, wê bikaribe civaka Kobanê jî analîz bike. Piraniya Gelê Kobanê li gundên Kobanê dijîn. Gelê Kobanê jî ji aliyê  çandiniyê de, xwedîkirina pezan de debara xwe dikin.
 
Di Kobanê de beriya Mîladê Aşûrî, Ermenî Romanî û Kurdên Zerdeştî dijiyan. Lê belê weke her car bi darê zorê bûn misilman. Weke Kurdên Zerdûştî dihatin nasîn. Li Şêranê jî gundî hîn jî çandiniyên xwe pêk tînine. Weke di roja Çarşemê de serdana goristanan, gunehdîtina serşuştinê, cilşuştinê û bi rojê sondxwarin hin jî şopên çanda zerdeştî ne. 
 
Navê Kobanê ji ku derê hatiye hîn nayê zanîn. Her hinek li gor agahiyên li cem xwe tiştek dibêjin. Lê rastiya navê Kobanê  ew jî, ji vir tê ku Eşîrên Kobanê di nava xwe de û di encama hevpeymanekê de ew eşîr ji hevdû cuda dibin û navê xwe jî dikin 'Koma banî' û ya din jî 'Koma Jêrî'. Navê Eşîra Koma Banî bi demê re dibe Kobanê.
 
Lê di dema Rêjîma Baasê de Kobanê bi navê Eyn El-Ereb dihat binavkirin. Ji ber ku di Kobanê de kaniyek ku ji Rojhilatê Kobanê dihat  Ereban li wir pezên xwe av didan. Gotinek Hunermendê Ereb ê bi navê Mihemed Moxtan wiha ye: "Ez çûm kaniya Ereban, ne min Ereb dîtin ne jî min kanî  dit."
 
Ji salên 1923'an heta 2011'an Kobanê di destê Rêjîma Baasê de bû. Lê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gel rabû ser piyan û rejîm ji Kobanê derxistin. Ew dîrok jî bi navê şoreşa 19'ê Tîrmehê û serxwebûna Kobanê hat nivîsandin.
 
Di 13'ê Tîrmeha  2014'an de Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşek hovane li ser Kobanê kirin. Di wê salê de gelê Kobanê şer, koçberî û xirabûn dîtin. Lê bi saya şervanên YPJ/YPG'ê di Kobanê de berxwedanek dîrokî hat meşandin û Kobanê navê xwe di dîrokê de nivîsand û di 26.01.2015'an de Kobanê rizgar bû.
 
Çeteyên DAÎŞ'ê li hember şikandina xwe bê deng neman û bi rengên cuda cuda êrîşî Kobanê kir. Yek ji êrîşên wan jî komkujiya 25'ê Hezîranê bû. Di wê komkujiya ku çeteyên DAÎŞ'ê bi alîkariya dewleta Tirk pêk anî de jî gelek birîndar û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.