Reqa bi rûkeniya şervanan û berxwedêran bi ser ket!

  • 09:02 10 Kanûn 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Sorgul Şêxo
 
Rûken, hêvîdar û şervanên azadiyê bûn ew.  Bi xwîna xwe ya zelal, bi lehengiyeke gewre wan li Reqayê  destan nivîsand. Ji bo nirxên mirovatiyê biparêzin, bi berxwedanek bê hempa li asîmanên tarî bû stêrkên ronî. Bi ronahiya çavên xwe û bi dilnizmiyek giranbiha wiha digotin:" Ger ji canê me wêdetir tiştekî din heba bê tirs û bê guman me yê dê fedayî axa xwe bikira. Têkoşîna azadiya gelê me û cîhanê îro dikeve ser milên me û divê ku em erka xwe ya şoreşgeriyê pêk bînin."
 
Bi hezaran keç û xortên Rojavayê Kurdistanê li pey berjewendiyên xwe neketin. Her  çiqas ku dijmin bixwazin ew dev ji welatê xwe û doza xwe berdin û li pey berjewendiyên xwe yê kesayetî biçin û jiyaneke dûrî şer bijîn jî, wan ne koletî, bes berxwedan tercîh kirin. Xwestek û xeyalên wan ew bû ku di welatê xwe de li ser axa xwe azad bijîn û bibin sembolek ku her zindiyek wan ji xwe re bike mînak. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê bi hezaran keç û xort tevlî tevgera şoreşgeriyê bûn, her şervanek çîrokek wî/wê cûda ye lê yek armancê diparêzin. Ji bo ku gel bi rengekî demokratîk bi hevdu re bijîn û bibin mînak ku her kes wê ji xwe re bike model jiyana xwe ji dest dan û bûn kulîlkên welatê xwe. Bi saya şervanên azadiyê li ser rûyê axa Mezopotamyayê serîhildanek pêk hat.
 
Di bajarê Reqayê de ji bo azadî û aramiya gelan berxwedanek bê hempa pêk hat û di vê berxwedanê de rûpelên nû di dîrokê de vekirin. Şervanên azadiyê ji bo gel ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên DAÎŞ'ê xelas bibin canê xwe feda kirin. Ji bo ku tarîtî ji ser herêmê rabe, êş û elema zarok, ciwan, jin… bi dawî bibe wan xwe kirin fedaî. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Paratina Jinê bi rengekî çalak pêşengtiya QSD'ê kirin û gel rizgar kirin. Pêngava  ku 134 rojan dewam kir di encamê de hemû bajar ji çeteyan hat rizgarkirin. Di nav her kolanek, taxek, malek û her quncikek  Reqayê de şervanan û rêhevalên wan ên ku şehîd ketine li ber xwe dan û destana lehengiyê nivîsandin. Wan ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelan canê xwe feda kirin. 
 
Şervanên ku canê xwe feda kirin û bi tîpên zêrîn rûpelên dîrokê nivîsandin tu carî nayên jibîrkirin. Ew rûkenî û lehengiya wan ew ê her tim di bîra mirovan de be û li ser şopa wan bimeşin. Hêviya ku wan ji hemû gelan re hiştin dê her mezin bibe.