PKK; Ruhê Ku Bêyî Azadî Nikare Bijî Ye!

  • 09:07 27 Mijdar 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Hêvî Penaber
 
Di dîrokê de hinek rojên cuda, xwedî wate û afirîneriyeke nû hene, rojên serîrakirina li hember desthilatdarî û zilmê ne, rojên ku bi pêşengtiya kesayet an jî hinek tevgeran, di bin xalên guhertina dîrokê de û mohra xwe lê dixin. Roja 27'ê Mijdara 1978'an jî bi damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK'ê) re bû roja vejînê, vejîna ruhên razayî ji xewa giran. Bû roja serhildana gelê Kurd a li hember zilm, zordarî û dagirkeriyê.  
    
Gelê Kurd ku beriya PKK'ê di qonaxeke hebûn û nebûnê de bû, bi îlankirina PKK'ê re êdî lêgerîna heqîqetê di dilê gelê Kurd de şîn hatibû, êdî roja 27'ê Mijdarê bûbû roja vejînê û roniya xwe li dilê gelê Kurd, li hebûn û jiyana wî dabû. Bi vê roniyê êdî gelê kurd rastiya ku hatibû veşartin û ser hatibû nuximandin dît.Heta niha jî PKK rojên vejînê ji bo me diafirîne, bi avakirina mirovên azad, bi kuştina hişmendiya koletî û desthilatdariyê, bi azadkirina jinan ji pencên hovan, vejînê cardin vejîn dike û ruhekî bêpênase yê lêgerê azadî û serfiraziyê ava dike. PKK'ê bi rêbertiya Rêber Apo, bi felsefe û ramanên wî ji hemû deman re bû bersiv û çareseriyên guncav ji tevahî pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê re peyda kir.  
 
Rewşa ku jina kurd jî beriya PKK'ê di nav de bû ne dûrî ya gelê Kurd e, jixwe wekî ku Kurdistan beriya 27'ê Mijdarê di qonaxeke hebûn û nebûnê de bû, jina kurd jî bi vî rengî ketibû nav wê tengasiyê û kêm mabû bixeniqe lê bi îlankirina PKK'ê re hêviyek nû û gaveke nû ji derketina wê fetisandinê bû. Jinê jî bi pêşengtiya têkoşîna Tevgera Azadiyê ku pêvajoyeke nû ya dîrokî bi xwe re anî, gaveke efsanewî avêt. Bi pêşengtiya Sakîneyan em îro bi hezaran jin serî hildidin û têkoşîna azadiyê didin meşandin. Bi 27 'ê mijdarê re careke din jin bûn yek ruh û dilê wan ji bo azadiyê lêda. Roja vejînê bû çirûska yekem a agirê azadiyê, jinê jî wekî her carê xwe ji vêxistina çirûska azadiyê bêpar nehişt û wekî hemû caran li jiyanê xwedî derket.
 
Em ji bîr nekin ku PKK'ê bi felsefe û ramanên azad ên ku Rêber Apo mîmartiya wê dike, îro li tevahî cîhanê deng vedaye û bûye hêviya hemû gelên bindest. Felsefeya ku rastiya mirov pê dide nasîn îro bûye dermanê gelek birînên kûr û kevnar. Îro dîsa ev tê îspatkirin ku PKK'ê ne tenê ji bo gelê Kurd e û ne tenê ji bo Kurdistanê ye, PKK bûye tevgera tevahî cîhanê, bûye çavkaniya ramanê azad ji her kesî re. Êdî her kes ji kaniya PKK'ê vedixwe û dawî li gemara kapîtalîzmê tîne. Eger îro gelê kurd jî bi serbilindî li hemberî dijminê xwe şer dike, bê tirs û bi vîneke xurt têkoşînê dide meşandin, ev hemû bi saya têkoşîna Rêber Apo û şervanên azadiyê ye.
 
Her bi mijarê ve girêdayî, dewletên sermayedar ku Tevgera Azadiyê ji bo xwe weke tahlûkeyeke mezin dibînin, dixwazin bi her awayî wê qels bikin û dawî lê bînin. Her wiha ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin û serweriya xwe mayînde bikin, li hemberî Tevgera Azadiyê her cure itîfaq û polîtîkayên tesfiye û tunekirinê pêş dixînin. Bê guman gelê kurd û Tevgera Azadiyê li beramberî van polîtîkayan li ber xwe dide û heta dawiyê bi azadiya xwe bawer e, lê êdî ev tenê têrê nake, divê ji niha û şûnde em hemû li Tevgera Azadiyê û li mîmarê Netewa Demokratîk Rêber Apo xwedî derkevin û dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, ji ber ku xwedîderketina li wan xwedîderketina li xwe ye. Taybet jin, divê jin wekî ku pêşengtiya jiyana azad kirine, bi ruhê roja vejînê asta têkoşînê bilindtir bikin û li ser şopa lehengên azad bimeşin.