25'ê Mijdarê ji girtîgehê hat silavkirin

  • 10:48 25 Mijdar 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
"Weki mirovê zana gotiye: 'Ji bo jinê tenê sê mal hene;Hepisxane, kerxane û mala taybet. Lê mala ku herî zêde jin dikare xwe di warê  hişmendiya azadiyê de pêşve bibe û azad be hepisxane ye.'"
 
Ayşe Gokkan 
 
Ez wisa bawer dikim ku, gotina dawî di serî de gotin zêdetir li berxwedana girtîgehan tê...Ji bo mafên demokratîk me zindan dan ber çavan. Zalimno bila gahiya we hebe ku ez dikarim hucreyê jî bigirim ber çavan.  Zindan ji bo zilm lê bê jiyîn lekeyên reş yên hatine înşakirinê ne. Ji xwe di dîrokê de jî wisa derbas dibe.  Çiqas zindan bên avakirin, ewqas hewldanên reşkirina nasnameyan û qadê jiyanê nîşan dide.  Îro hikûmeta AKP’ê guherîna nasnameya qadên xwecihbûnê wek stratejî xistiye dewrê.  Ne tesaduf e ku AKP’ê guherîna nasnameyê ji jinan daye destpêkirin. Em jin êdî bi tesadufan bawer nakin. Em dizanin ku di dîrokê de zîhniyeta serdest ya mêr nasnameya jinê red kiriye û piştre jî nasnameya gelan û baweriyan kiriye rêzê...
 
Ger zalim zilmê bêjin wê jin jî berxwedanê li xwe bikin
 
Dewleta AKP’ê bi OHAL, darbe û KHK’yan nasnameya jinê bi hevkariya zindanan hewldaye biguhere. Ger zalim zilmê bêjin wê jin jî berxwedanê li xwe bikin. Ger nasnameya jinê red bike, ya duyem nasnameya Kurdan biguhere û bi ser nekeve wê demê li zindanan nasnameyê diguhere. Berê ev bi tank, top û komkujiyan dikir. Dema ev hewldan li hewa ma, niha li girtiyan pêkanînan yek tîp cil û berg berz dike.  Hewl dide encamê bigire lê êdî pir derenge! Çima pir derenge, ji ber li her çar aliyê Kurdistanê hişmendiya azad a jinê li dijî zîhniyeta  5 hezar salî û çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin. 
 
Êdî li şûna ku em cureyên şîdeta siyasî, civakî, çandî û aborî ya li dijî jinê rêz bikin, divê em cureyên berxwedanê rêz bikin. Rêya me rêya jinên Êzidî yên hatin firotin û rêya jinên hewl didin ji Çeteyên DAIŞ’ê xilas bibine. Rêya me sekna jina dema ji DAIŞ’ê xilas dibe dibêje ‘min bigihîne YPJ’ê’.
 
Gelî jinan deng li dijî vê derbixin
 
Jinên bi berxwedana li dijî desthilatdaran îrade qezenckirine, ji eciziyê derketine û desthilatdarî helandine. Qirkirina jinê wê bi vê berxwedanê bi dawî be.  Jin dizanin ku zarokên tînin dinê wê xwe ji leşkeriya serdestan xilas neke. Abdulhamît gotiye ‘Belê ez li Çiyayên Allahuekber li dijî Rûsyayê têk çûm.  120.000 hezar qerisînin û mirin. Lê li aliyekî din min qezenc kir. Kesên min şandibûn wir bi dehezaran ciwanên Kurd bûn’. Jino ji vê dersê derbixin! Gotina Erdogan ya ’15 zarokan tînin dinê’ parçe parçe kirin. Li zinandanan jin bi keça neviya xwe re berxwe dide. bi vî awayî bi ser zaliman de diçin.
 
 ‘Bi tecrubeya zanayekê:Ji bo jinekê tenê sê xanî hene; Yek mala giştî, yek mala taybet, ya din jî girtîgeh.Di nav van xaniyan de yekane mala ku jin dikare hişmendiya azadiyê lê qezenc bike girtîgehe.’