Şopdar û evîndara azadiya jinê; Arjîn Silav

  • 09:02 20 Mijdar 2017
  • Ji Pênûsa Jinan
Ronîda Hacî
 
TIL TEMIR - Malbat û rêhevalên têkoşer Nabixe bi nasnav (Arjîn Silav) behsa têkoşîn û qehremantiya wê ya bêhempa dikin û dibêjin ku: "Her kesî ji Nabixe hez dikir, bi destpêka avakirina YXK'ê û YPJ'ê re ew tevlî nava xebatên şoreşê bû. Em berxwedanî û qehremantiya Şehîd Nabixe ji bîr nakin, ji ber ku ew wekî Şehîd Zîlan, Bêrîtan, Viyan û hemû keçên azad ên kurd ku koletî qebûl nekirin û xeta azadiyê hilbijartine ye."
 
Şoreşa Rojava bi bedelên girabiha gihiştiye asta serkeftinê, bi fedekarî û têkoşîna ciwanên wê îro her kes li wir azad dijî. Ciwanên ku heya nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya welatê xwe têkoşiyane, bûne sembola berxwedanê. Nabixe Ehmed jî yek ji wan jinên ku canê xwe fedayî gelê xwe kiriye ye.
 
Nabixe Ehmed bi nasnav Arjîn Silav di sala 1995'an de li bajarê Til Temir ê girêdayî Kantona Hesekê hatiyê dinê. Nabixe ji bo azadiya jinan û isbatkirina hebûn û hêza jinê, yekem jina ku ji bajarê Til Temir'ê tevlî nava Xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, lê bi dijwarbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dîsa jî yekem şervana jin a li Til Temirê ku tevlî nava YPJ'ê bûye ye .Nabixe û rêhevalên wê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de, ji bo parastina gelê xwe ku nekevin destê wan de bi çalakiyeke fedayî di 20'ê mijdara 2013'an de bi berxwedaniyek bêhempa tevlî karwanên nemiran bû.
 
Dayika şehîd Nabixe,Fehîma Ehmed got ku wê bi delalî keça xwe mezin kir û wiha behsa bîranînên xwe û keça xwe dike: "Her kesî ji Nabixe hez dikir, dibistana xwe heya asta navîn xwend, paşê xwest ku fêrî zimanê kurdî bibe.Bi despêka avakirina YXK'ê û YPJ'ê re ew tevlî nava xebatên şoreşê bû. Ew û şehîd Bêrîtan Cûdî bi hevre tevlî bûn, daxwaza wê ya sereke azadiya jinê û isbatkirina hebûn û hêza wê bû. Dixwest ji her kesî re bide xuyakirin ku jin dikare şerbike û welatê xwe azad bike, lewma em ji bo wê nebûn asteng ku tevlî bibe."
 
Dayika şehîd Nabixe da zanîn ku keça wê Nabixe di nava xebatê de pir bi hêz û pêşketî bû û wiha domand: "Keça min di demeke kurt de bû qomîtanek li ser şervanan û perwerde dida hevalên xwe, ev jî cihê serbilindiyê ye. Keça min di şerê Xêbiş de şehîd ket,ew û hevalên wê bi berxwedaniyek mezin xwest rêhevalên xwe ji çeperê derxin, lê bi xiyanetê ew û rêhevalên xwe ketin kemînê. Ji bo ku nekevin destê dijmin de û gelê xwe biparêzin, ew û rêhevala wê Şehîd Hêvîdar bombeya xwe vekirin û hev hembêz kirin û gihiştin asta şehadetê. Ez bi şehadeta keça xwe serbilindim, ew di riya rûmetê de şehîd bûye, ger ne ji fedekariya van şehîdan ba niha me nikarîbû em li bajarê xwe jiyan bikin."
 
'Şehîd Nabixe milîtanek pir bi hêz bû'
 
Rêhevala Nabixe, Gulan Emîn jî ji bo têkoşer Nabixe got ku milîtanek pir bi hêz bû, her kesî hêz û moralê xwe jê digirt û wiha pê de çû: "Dema ez tevlî nava refên YPJ'ê bûm min şehîd Nabixe naskir, tiştê herî zêde balamin dikşand ku jinek pir bi hêz bû, herdem behsa azadiya jinê dikir. Şehîd Nabixe hişt ku ez ji xebatê xwe hezbikim û li pêş bikevim. Ez bi xwe di girûpa Şehîd Nabixe de bûm, ew cebhe qomîtan bû, herdem bi rêzdarî nêzî hevalan dibû, pir bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî bû û di gelek cebheyên şer de cihê xwe girt.Di 20'ê mijdara 2013'an de li Xêbiş bi qehremaniyeke mezin canê xwe feda kirin da ku nekeve destê dijmin.Ew yekem şervana ku ji Til Temir şehîd ket, heya bi şehadeta xwe jî hêz û moral da rêhevalên xwe, her dem ji me re digot gerek hûn timyek dest bin û xwedî hêz û moral bin. Em wê bibîr tînin û ew ê hertim di dil û mejiyê mede jiyan bike."
 
'Ez bi keça xwe, bi şervantiya wê û şehadeta wê serbilind im'
 
Bavê têkoşer Nabixe, Xalid Ehmed diyar kir keça wî di gelek cebheyên şer de cihê xwe girtiye heya ku gihiştiye asta şehadetê û wiha got: "Keçamin hezkirina xwe di dilê her mirovekî de avadikir, ew wek hevaleke min bû.Ez bi keça xwe, bi şervantiya wê û şehadeta wê serbilind im. Wê di şerê Salihiyê, Eyîn Ebid û xeta Hesekê/Til Temir de li dijî çeteyan berxwedanî daye meşandin. Min jî hêz jê digirt dema ku çek li hember dijmin radikir û gelê xwe diparast, min jî wê demê cihê xwe di xebatên Asayîşê de digirt. Di 20 mijdara 2013'an de dema çete ketin gundê Xêbiş ê girêdayî Til Temir, ez jî siharê li ser benda kontrolê ya riya Helebê ku derbasî Til Temir dibe, bûn. Keça min li pêşiya çavê min li wir li hemberî çeteyan li ber xwe dida, vê yekê jî moralê min bilind dikir. Dema ku Nabixe û rêhevalên xwe dikevin çeperê birîndar dibe, ji bo ku nekevin destê dijmin de biryara şehadetê didin, hev hembêz dikin û bomba xwe diteqînin. Dema min bihîst ku keça min şehîd ketiye, min dev ji benda kontrolê berneda, ez bi hêztir bûm. Serêmin pê bilinde ku îro bi keda wê û rêhevalên wê em serkeftinên herî mezin bi desdixin."
 
'Şehîd Nabixe bi qehremanî gihişt asta şehadetê'
 
Rêhevalê têkoşer Nabixe, Cîhad Osman ku di eynî demê de kurapê wê ye got ku Nabixe rola jina azad a pêşeng dilîst û wiha dom kir: "Şehîd Nabixe rola pêşengtiyê dilîst, ev rastiya wê bû,ta bi şehadeta xwe jî pêşeng bû. Ew ya yekemîn bû ku di bajarê Til Temir de şehîd ketiye. Armanca şehîd Nabixe ji têkoşînê ew bû ku hebûna jinê îsbat bike û mafê wê bidest bixe. Mirov nikare bêje ku şehadeta wê şehadeteke normal bû,ji ber ku ew di şerekî pir dijwar de bi rêhevalên xwe li berxwe dan, lê ew ketin kemînê, ji ber wê jî bomba xwe himbêz kirin û dinava xwede teqandin. Em berxwedanî û qehremantiya Şehîd Nabixe jibîr nakin, ji ber ku ew  wekî Şehîd Zîlan,Bêrîtan,Viyan û hemû keçên azad ên kurd ku koletî qebûl nekirin û xeta azadiyê hilbijartine ye.Ew jî di şopa wan de li pey wan bû û tevlî karwanên nemiran bû."