Heide Goettner-Abendroth: li Rojava bi ked û îradeya jinê civakek nû tê avakirin

  • 09:27 9 Cotmeh 2017
  • Ji Pênûsa Jinan

Necîbe Qeredaxî

Bi druşima " di asoyê de erdêk" rêxistina HAGIA kû ji alî niviskara Femînist û teorîsîyana Alman Heide Goettner-Abendroth tê birêvebirin Konferansa Çanda Daykitiyê piştî Berlînê vê carê li Hambûrgê hat liderxistin. 
 
Zêdetirî  50 jinên aktîvîstên femînîst, nivîskar, hunermend, rojnamevan û teorîsyen beşdarî konferansê bûn. Herwiha Nûnerên navenda jineolojiyê li Ewrupayê jî beşdarî vê konfransê bûn û li ser çawaniya ji nû ve avakirinê nêrînên xwe di koma kar ya civakî de parve kirin.  
 
Konfransê ji du beşan pêk hat , beşa yekemîn mijara Çanda Siyasî ya Dayiktiyê ji alî Heide Goettner-Abendroth hat pêşkeşkirin û Abendroth wiha got " Siyaseta baviksalar û ezmûnên em jê encam derxînin nîşanî me didin kû di her demêkê de vê pergalê çi pirsgirêk bi xwe re anîye. Bi taybetî ev siyaseta ku xetîmye hemû qadên jîyanî yên siyasî, civakî, aborî û rihî wergerandîye qadên desthilatdarîyê". 
 
Heide Goettner-Abendroth di pêşkeşîya xwe de li ser çanda dayîktiyê jî çend minak ji deverên cûda anîn ziman û got "Çanda daykatiyê li gel êriş û kolonîyalizmê li gelek deverên cihanê hîna jî xwe parastîye û ew jî nîşana ew e kû civaka dayîktî civakeke kû bi mirovbûnê re herî hêzîke" 
 
Herweha çarserî di şêwaza jîyaneke li ser bingeha demokrasîya bingehîne kû lihevkirina civakê esas bigire.
 
Heide Goettner-Abendroth got;" divê li derveyê pergalê li çareseriyê bê gerîn û  ew jî bi hêza jinê dibe ku ji bo  hevsengîyeke kû jîyanê li dora jinê ava bibe, li ser bihgeha beiyolojîk nebe û zarok, ciwan jî û heta mêr jî xwe têde bibîne." 
 
Di beşa dûyemîn ya konfransê de li ser qadên sîyasî, civakî, aborî û rûhî komên kar hatin birêvebirin û gelek pêşnîyar hatin ziman. Di vê beşê de pêşniyara girîng ew bû ku jin çewa li hemberê pergala heyî di van qadan de pêşengîya avakirinên nû biken. 
 
Li ser pirsa çewa civakek ji civakek ji çanda dayiktiyê dikare  veghore pergalek bavsalarî Heide Goettner-Abendroth wiha got:" Ev mijareke gelek aloz û kûre, hawceyê li ser seknandineke taybet bê kirin.  Ez niha bi nivisandina pirtûkeke li ser vê mijarê mijûl im û ger ku temen û tenduristiya min rê bide di demeke kin de wê bikeve destî we.  Lê teorî tenê têr nake divê em bizanibin çewa li hemberî vê pergalê xwe bi rêxistin bikin." 
 
Di beşa dawî ya axaftina xwe de Heide Goettner-Abendroth, bahsa Şoreşa Rojava, avakirin û vegera çanda daykitiyê kir û ev tişt  got" Îro jinan li rojavayê Kurdistanê bi ked û îradeya xwe jîyaneke nû ava dikin.  Em jî piştgiriya wan dikin.  Em vê avakirinê giring dibînin.  Jinên li cîhanê divê piştevaniya hev bikin.  Em jî li vir di avakirina nû de bi îsrar in. Gelek rêxstinên elternatîf hene ku divê bi awayê hevpar bixebitin û jinên ciwan û zarokan ji windabûnê biparêzin"