Ji Amarayê nêrîna 9'ê Cotmehê

  • 09:07 9 Cotmeh 2017
  • Ji Pênûsa Jinan

"Abdullah dema biçûk bû hinar berhev dikir. Demsala hinarê jî  rastî pêvajoya komployê tê.  Li cem me dara hinarê bereket û yekitiyê îfade dike. Belê ji ber vê yekê jî hemû gelên bindest wek hebên hinarê li dora nêrînekê dibin xelek."

Aysel Işik
 
Em ber bi Amaraya ku ji bo Kurdan wek cihê rojhilatinê tê qebûlkirin, dikevin rê. Di 9'ê cotmeha 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û piştre teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê rojê heta niha Gelê Kurd û jinan berxwedanên mezin nîşan dan.Bi çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' alavê agir gihişt her derê. 
 
Ji bo her nifşî roja hilhat…
 
Dibêjin roj… belê roja li Amarayê hil tê bi rastî cüda ye. Her nifş li vir Abdullah Ocalan nas dikin. Ji 7'a heta 70'an her kes dibêjin me dît, me bihîst.  Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan wek 'roj' bi nav dikin.
 
Dema em li kolanên gund digerin, beriya em bigihêjin mala Abdullah Ocalan kolanek bala me dikişîne. Dilê me avêt, ji ber hişyarbûna gelekî li vir zindî bû. Em jî her pêngava ku 'rojê' li vir avêtiye dikişînin. Em diçin mala Abdullah Ocalan ku ji temenê xwe yê biçûk de hemû gelê gund hembêz kiriye. Dema em deriyê hewşê vedikin, şopa têkoşîna ewil hatiye dayîn tê dîtin.  Deriyê hewşê nehatiye girtin û her kes bi rehetî dikeve hundir. 
 
Bêrîkirina zarokan
 
Li gund gerame didome û em zarokên ji dibistanê derdikeve dibînin.  Zarok li me vedigerin û dibêjin 'Hûn dizanin ev der mala Abdullah Ocalan e'. Em ji zarokan pirsa 'Hûn Abdullah Ocalan nas dikin' dipirsin û hemû bi yek dengî dibêjin 'Malbatên me dibêjin, em rojbûna wî li vir pîroz dikin'.
 
Gel wek hebên ji hinarê ne…
 
Li vî gundî ku xwedî taybetiyeke feodale, em dibînin ku jin bûne xwedî gotin û ev ji bo m e jî gelek baş e. Li gund Tirkmen jî hene.  Kurd û Tirkmen li dora nêrînekî kom dibin.  Em bi tesadufî dikevin malekê û jinek Tirkmen tê pêşberî me. Jina li vir bandora ku Abdullah Ocalan li ser wan kiriye vedibêje. Diyar dike ku felsefeya Abdullah Ocalan hêzê dide wan. Her wiha ev gotinên wê bala me dikişîne 'Hûn li vî gundî hinaran dibînin ne wisa?Belê Abdullah dema biçûk bû her tim hinar kom dikir. Pêvajoya komployê jî di vê demsalê de pêk hat. Li cem me dara hinarê bereket û yekitiyê îfade dike. Berê ji ber vê yekê hemû gelên bindest wek hebên hinarê li dora nêrînekî dibin xelek."
 
Tevî ku 19 sal di ser komployê de derbas bûye, bandora Abdullah Ocalan a li ser gund wek roja ewil e.  Gelê gund hinek grevên birçîbûnê hinek çalakiyên xurt  ên wan deman pêk hatine vedibêjin. Gundî, hevalên wî yên zarokatiyê û rêhevalên wî bi gazinc in ku di vê pêvajoyê de pasîf mane.