Di bin siya OHAL’ê de lêgerîna heqîqetê ya gelê kurd

  • 09:17 5 Cotmeh 2017
  • Ji Pênûsa Jinan

Zeynep Turgut

 
Dewletê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re xwest çi peyamê bide gelê kurd. Tovên faşîzmê diçilmisin. Dilsoziya berxwedanê li Kurdistanê şîn dibe. OHAL ne tenê îsal her sal li Kurdistanê hebû. 
 
Gelo îlankirina OHAL’ê peymaneke navneteweyî bû?
 
Dîrok ji nû ve xwe dûbare dike. Rewşa Awarte (OHAL) ku niha di rojeva Tirkiyê de ye, her çiqas wek reweşek awarte bê dîtin jî ji bo gelê kurd ne awarte ye. Ji ber ku gelê kurd ê li bakûrê Kurdisatanê dijî her tim di bin rewşa awarte de ye. Dewleta tirk wekî 12' îlona 1980'an li tevahiya Tirkiyê OHAL îlan kir û bi hezaran kes xist girtîgehan. Di salên 1990'î de li bajarên Çewlîk, Amed, Xerpêt, Colemêrg, Mêrdîn Sêrt, Wan, Bedlîs, Mûş û Semsûrê  OHAL hat îlankirin. Di dema OHAL'ê de bi hezaran welatî hatin girtin, gund hatin şewitandin û gundî sirgûnî metrepolan hatin kirin. OHAL'a li Kurdistanê heya pêvajoya çareseriya pirgirêka gelê kurd ku di 21'Adarê de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, berdewam kir. Bi vê pêvajoyê re gelê kurd bêhnek standin û gundiyan berê xwe da gundên ku di bin darê zorê de ji wan hatibûn koçberkirin û ji pêvajoya çareseriyê bi hêvî bûn. Li Tirkiyê her guhertina Serokomarek re hişmendiya desthilatdaran ji nû ve zindî dibe. Dewlet di van salan de bi bêdengkirina civakan dixwaze hêza xwe misoger bike. Li kurdisatana Bakur axaftina bi kurdî, stran, bangawazî û qêrîna berxwedanê bûn. Di salên 90’an de rê û rêbazên dewletê çi bûn û niha çi ne?  Gelo îlankirina OHAL’ê peymaneke navneteweyî bû? 
 
Hêz û yêkitiya jinan ji dewletê mezintir e 
 
Piştî ku darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdistanê OHAL hat îlankirin. Lê OHAL wekî ku tenê li Kurdistanê hember gelê kurd hatibû raghandin. Dewletê bi îlankirina OHAL’ê re komkujî pêk anî. Bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê(KHK) bi hezaran kedkar, karker, akademisyen ji kar hatin avêtin an jî ji kar hatin dûrxistin. Bi taybetî sazî û dezgehên kurd yên ku bi salane bi ked û hewlek mezin hatine avakirin li ser daxwaza dewletê hatin girtin. Operasyonên qirkirina siyasî roj bi roj zêdetir bûn. Bêgûman binçavkirin, girtin û kuştin tenê ji bo kurdan derbasdar bû. Bi dehan Hevserokên HDP, DBP'ê hatin girtin. Nenaskirina vîna gelê kurd neçariya Hikûmeta AKP’ê nîşan dida. Gelê kurd ji sekna xwe ya têkoşer qet tawîz neda û welatiyan li qadan bi çalakiyan xwedî li vîna xwe derketin. Ji ber ku tenê alternatifeke kurdan hebû; li hemberî dagirkeriyê  ‘Berxwedan’.  Di OHAL’ de dewletê çi serkeftin bi dest xistin?  Di OHAL’ê de komkujiya herî mezin li ser jinan pêk anî. Wekî her salan îsal jî jin ji aliyê hişmendiya serdest ve bi desten dewletê hatin qetilkirin û tenê di meha tirmehê de 28 jin hatin qetilkirin, 27 zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû man. Li 23 jina êrîşa zayendî hat kirin, mudexele li cil û bergên 8  jinan hat kirin. Dewletê di OHAL’ê de dijminahiya xwe a li hemberî jinê dîsa nîşan da. Jin li hemberî hemû zext û êrîşan derketin qadan,  bi tililî û qêrîna azadiyê qad xemilandin. Jinan dîsa nîşan dan ku hêz û yêkitiya jinan ji dewletê mezintir e. 
 
Serkeftin a heqîqetê ye
 
Heya ku şopên Arîn Mîrkanan hebin wê gelê kurd di warê berxwedanê de her li pêş be. Gelê kurd tu car hînî zilma dewletê nebûye û wê nebe. Bi salane gelê kurd bi giyanê şoreşger li ber xwe dide. Roj nêz e dem dorvege re û dê roj were ku Hêzên Emperyalîst li hemberî têkoşîna gelê kurd bejna xwe bitewînin. OHAL her tim li Kurdîstanê hebû. Ev jî renge wê yê di fermiyatê de ye. Serkeftin a heqîqetê ye.