Wê têkoşîn û berxwedaniya me her tiştê diyar bike

  • 09:01 2 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Rûmeta herî mezin ew e ku  mirov ji bo azadiyê têbikoşe û li ber xwe bide. Êdî dem ew deme ku em şoreşa jinan cîhanî bikin. Ji bo vê yekê dibêjim em ê azadî û xweşikbûnê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi afirînin. Ev yek teqez û gengaze."
 
Gulan Avrêl
 
Em di meha adarê de ne, meha berxwedan û têkoşînê ye. Beriya her tiştê ez tevahî jinên şoreşger û berxwedêr yên ku ji bo azadiyê têkoşîne û ji me re pêşerojek tijî berxwedan û têkoşîn avakirine bi mînnetdarî bibîrtînim. 
 
Di dîroka mirovahiyê de her tim li hember zilm, faşîzm, zordarî, mêtîngerî û neheqtiyê têkoşîn û berxwedanî ji hela jin û gelan ve hatine meşandin. Lê yê herê zêde têkoşîn û berxwedaniya vê yekê dane jin e. Piştê ku pergala dayiksalarî ji hêla pergala baviksalarî ve hate desteser kirin wê demê her tişt serûbin bû. Şerê xuda û xwedawendan destpêdike. Şerê azadî-koletî, şerê çand-bêçandî, şerê edalet-bêedaletî û şerê jiyan-mirinê…
 
Di sala nû ya têkoşîn û berxwedanê de êdî pêwîstiya jinan bi parastin û pêşxistina destkeftiyên xwe heye. Êdî dem hatiye em bi awayekê hîn bi çalaktir, bi hêztir hesab ji pergala baviksalarî bixwazin, ne tenê hesap bixwazin pergala xwe avabikin li hember ew pergala ku li ser jin û civakê qirkirinê ferz dike û tune dike. Em vê baş bizanin ku pergala baviksalarî dijminê jinê ye û bi her awayî vê dijminatiya xwe rewa dike. Pêwîste jin bi tu awayî ji vê pergala ku bi aqlê zilam tê rêvebirin û ew aqlê ku xwe li ser qirkirina jinê dide jiyîn ne keve di nava bendewariyekê cuda de. Ji xwe ya ku me dikuje hêja jî ev bendewariya me ya ku em li hember ev pergala qirker dijîn. 
 
Niha em bi eqlekê selîm bi fikrin û rast temaşe bikin, dewlet çî ye, zilame, zilme, kujere, tecawîzkare, jin û zarokan tacîz dike, tecawîz dike, li gor aqlê xwe jî zagon û hiqûq derdixe, mirovan bi birçîbûnê terbiye dike, ji bo berjewendiyê civaka xwe bi tu ayawî tiştek nake hemû ji bo perjewendiyê xwe, desthilatdariya xwe dike, mirovan ji bo xwe bikartîne, bê îrade dike, dike mehkûm û koleyê xwe. Dewlet eve heya hîn qirêjtir û xirabtire. Cîhanekê ku bi eqlê zilam tê rêvebirin ji bo jin jiyan tê de nabe, du rê dide pêşiya jin ya tuyê weke ez dixwazim bibî, kole, bê îrade, bê nasname, bê netew, bê birdozî, ya jî tu li hember min gav dirêjiya bikî û min qebul nekî riya din jî kuştine. Ji derveyê van her du rêya tu rêyekdin ji bo jinan nîne. Dewlet û pergala wê dijminê jine lê mixabin gelek jin jî hene bi hişmendiya pergala baviksalarî tevdigerin û nêz dibin. Ji xwe yek ji rêbazê pergala zilam serdest jî ew e ku jin bike dijminê jin. Pêwîste em di vê aliyê de hişyarbin, bi aqil û zantist tevbigerin. 
 
Em têkoşîn û berxwedaniya xwe ya ji bo azadiyê bidomînin. Bêguman wê zilam pir rehetî dest ji desthilatdariya xwe bernede. Em vê yekê dizanin, ya girîng têkoşîn û berxwedaniya me ye. Lê rastiyek heye ku tu têkoşîn û berxwedanî bê rêxistin, bê parastin, bê polîtîka, bê hevgirtin û yekitî encamên mayînde nagre. Ji ber wê têkoşîn û berxwedaniya me her tiştê diyar bike. Ji bo vê yekê jî dem pêkanîna rêxistinbûyînekê hevpar yê dibin yek sîwanê de ye. Pêwîste em ji bo azadiya xwe her tim xwedî çalak bin, di nava lêhûrbûyînê de bin.  
 
Rûmeta herî mezin ew e ku  mirov ji bo azadiyê têbikoşe û li ber xwe bide. Êdî dem ew deme ke em şoreşa jinan cîhanî bikin. Ji bo vê yekê dibêjim em ê azadî û xweşikbûyînê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi afirînin. Ev yek teqez û gengaze.