Dîroka 8'ê Adarê

  • 09:04 1 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Li ser vê bûyerê 8'ê Adarê roja jinan hat îlankirin. Pir jî baş bûye. Ev roj di nav hemû jinan de pireke mayînde jî da avakirin. Lê divê neyê jibîrkirin ku di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de bi hezaran jinên kurd ên êzîdî ji hêla DAIŞ’ên hov ve hatin qetilkirin. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê ev weku jenosita kurdên êzîdî pênase kir. Lê mixabin ji wê rojê hetanî niha bi hemû hewladanan jî li vê pênaseya xwe xwedî derneketin û 3'yê Tebaxê weku roja jinên cîhanê îlan nekirin. 
 
Xecê Şen
 
Gor danasa Ewrûpayê di 8'ê Adarê ya sala 1857'an de li bajarê Newyorkê 40 hezar karkerên ku di sazgeh û fabrîkayan de dixebitin, bo şermezarkirina doxên kar, bo bidestxistina “maf, wekhevî û edaletê” dest bi çalakiya grêvê kirine. Di fabrîkayê de bi awayekî gumanbarî şewat rû dide û di encama şewatê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Li ser vê bûyerê di sala 1889'an de ji hêla Clara Zetkin ve bi navê “ji bo Rizgariya Jinan” pêşniyazek hate amadekirin û pêşkêşê kongreya ku li Parîsê hatiye lidarxistin kirine. Di kongreyê de xala ku bo “maf û azadiya jinan” hatiye redkirin, di kongreyê de bangewazî li jinan hatiye kirin ku tevlî têkoşîna çînê bibin. 
 
Çalakvanên jin, li dijî vê biryara kongreyê serî hildan û daketine kolanan, her roj têkoşînên ji bo “maf û azadiya jinan” gurtir dibûn. Di 26-27'ê meha Tebaxê ya sala 1910'an de dîsa ji hêla Clara Zetkîn ve pêşniyazek li ser “Maf û azadiya Jinan ên Aborî, Siyasî, Çandî û Civakî” a her sal rojekê were pîrozkirin hate amadekirin û pêşkêşê 2'yemîn Konferansa jinên Sosyalîst ên Kopenhagê hate kirin. Li ser wê pêşniyazê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 8'ê Adarê weku “Roja Jinan û Roja Aştîyê ya Cîhanê” pesend û îlan kirin. Ji wê rojê û hetanî îro 8'ê Adarê  “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” ye û li seranserê her çar hêlên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi çalakiyên hemreng tê pîrozkirin. Li ser vê rojê bi sed zimanan pirtûk, stran, helbest, çîrok, fllîm, belgeflim, şano û hwd. hatine sazkirin, gotin û nivîsandin. 
 
Belê, ev xebateke pir pîroz e û divê were kirin jî. Lê divê neyê jibîrkirin ku di vê cîhanê de yên ku tên girtin, cezakirin û îdamkirin ne tenê jinên Ewropayiyan e yan jî 8'ê Adarê tenê bi îlankirina wan ve derketiye holê? Na 8'ê Adarê xwedî dîrokeke xwe ya ji beriya zayînê 10-12 hezar salan heye. Berî ku em derbasî dîroka wê ya kevnare bibin dixwazim çend tiştan li ser mafê jinan û îlan 8'ê Adarê bibêjim, bi çend gotinan be jî rewşa jinên Şengalê û nêzîkatiya Ewropayiyan bi bîr bixim. Belê, li bajarê Newyorkê di fabrîkayê de bi awayekî gumanbarî şewat rû dide û di encama şewatê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Ev bo hemû jinan û mirovan êşeke mezin e. Li ser vê bûyerê 8'ê Adarê roja jinan hat îlankirin. Pir jî baş bûye. Ev roj di nav hemû jinan de pireke mayînde jî da avakirin. Lê divê neyê jibîrkirin ku di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de bi hezaran jinên kurd ên êzîdî ji hêla DAIŞ’ên hov ve hatin qetilkirin. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê ev weku jenosita kurdên êzîdî pênase kir. Lê mixabin ji wê rojê hetanî niha bi hemû hewladanan jî li vê pênaseya xwe xwedî derneketin û 3'yê Tebaxê weku roja jinên cîhanê îlan nekirin. 
 
Bo çi 8'ê Adarê?
 
Gor lêkolînên ku me li ser dîrok û pêşnûmeyên 8'ê Adarê “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” kirine, didin diyarkirin ku ev roj ji pîrozkirinê zêdetir, roja li dijî zihniyeta mêrsalariyê û roja bibîrxistin û pêşxistina çanda jinsalariyê ye. Ev pênaseyeke di cihê xwe de ye. Lê dema ku mirov dikeve rûpên dîroka kevnare ya mirovahiyê rastî pênaseyeke hê kûrtir, dûrtir û hûrtir tê; 8'ê Adarê bi qansî ku xwedî dîroka serhildêrî û têkoşerî ye, ji wê zêdetir xwedî dîrokek dêrîn a felsefî û wêjeyî jî heye. Ev dîrok jî li ser bingeha felsefeya hebûn û xwebûna xwezayê, felsefeya wêje û çanda hemjiyaneyî ya jinê hatiye sazkirin ku ev jî felsefeya wêje û çanda Mêhrî-Mîtrayî anku felsefeya dayiksalarî û jinsalarî ye di fikir û baweriya Kurdî de. 
 
Di derbarê dîroka felsefeya jinê, felsefeya ziman û felsefeya wêjeyê ya Mêhrî-Mîtrayî de ji Rojhilatê Kurdistanê û hetanî Başûr, Bakur, Rojava gelek lêkolînên hêja hatine kirin. “Pirtûka bi navê Hûmîtrayê rûyê vê felsefeyê ya herî şênberî” ne. Her weku ji kodên felsefeya mîtrayî yên weku, ZÎN, JÎN, ŞÎN”,  XOR-ROZ, XOREROZ jî tên xuyakirin, kodên “ZÎN, JÎN, ŞÎN” kodên zayîn û jidayîkbûna xweafirandina xwezayê ye. Gor pirtûka stêrknasî ya ( Ayşem Aksoy Astroloji Dersleri Behramê) jî stêrka Behramê stêrka 8'ê Adarê destpêka serê biharê ye. Ji 8'ê Adarê û hetanî 21'ê Adarê roja Nûroz an jî Newroz ê roja serê sala kurdan rojên adarokê mêhrî-mêhrîcan tên lidarxistin û ew roj tên pîrozkirin.
 
Berî biharê bi deh rojan, rojên vejîn û zayinê ye anku rojên çandin û nûjîna xwezayê ye, her zayin û nûjînîya xwezayê jî girêdayî felsefe û ramana jin û dayikê ye, di zimanê kurdî de jî her behayên ku girêdayî “ ax, roj, dar, çandin, heşîn, av, zayin, vejîn hwd..”ê ye, mê ne û ramana jin û dayikê şênber û şanber dikin. 
 
Di serdemên borî de hetanî salên 1990'î jî jinên herêma Botanê çilên neteweyî yên ku ji rengên kesk, sor û zer anku xweza û rojê dipoşîn, laçikên reng binevş “şîn” ku sembola gula lîlûper (nîlûfer) û zayina tav û mîtrayê ye li ser û bejna xwe dipêçandin, diçûn ser çiyastanan û daran diçandin, nok û dan weku danînok dikelandin û weku sembol li malan dibexşandin, tov li axê diweşandin da ku di wê salê de bereketa axê zêde bibe. Her wiha agir geş dikirin û li dora êgir dîlan û govend digerandin û ew roj bi çalakiyên rengal weku mêhrîcanê mîna 8'ê Adarê roja vejînê pîroz û şadan dikirin.
 
Em bi bîr û baweriya roj-ronahiyê, roja Nûrozê û roja vejîna jinan 8'ê Adarê di serî de li hemû jinên kurd û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ku ev roj bibe wesîleya rojên ronahî, aştî û azadiya jinan û hemû gelên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin.
 
Bijî 8ê Adarê!
 
Jin Jiyan Azadî!