Ziman hebûn û nasnameya me ye

  • 09:03 23 Sibat 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Hêviya min ew e ku ji bo em karên bi rûmet û mezin bikin hevgirtin û dilsoziya me derkeve pêş. Ev gelekî girîng e. Ev bi taybet ji bo zarokên me kurdan û perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e. Zarokên me paşerojên me ne, îro em hişyar nebin, sibehê wê pir dereng be.
 
Guhar Mamo
 
Salên dawî mafên kurdên li Bakurê Kurdistanê gelek caran ji aliyê hukumeta tirk ve hatine binpêkirin. Armanc û pirojêyên wan jî eşkere ne. Ev jî asîmîlekirina gelê kurd e.  Lê gelo sedema pirsgirêka zimanê kurdî ya di nava kurdan de tenê ev pirojêyên wan e? Îro gelo çend dayikên me zarokên xwe bi lorîna kurdî radizînin an bi çîrokên kurdî? Erê niha perwerdeya zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê ji ber astengiyên dewletê gelekî zehmet e, dewlet ziman qedexe dike lê belê di nava malbatên kurdan de kî ziman qedexe dike? Îro helbet ji bo rexnekirinê dibe ku dereng be lê ne dereng e ku li ser şaşiyên çêbûyî em milet hişyar bikin. Li ber asîmîlebûna kurdan a her diçe zêde dibe em rû bi rû sekinîne. Mijareke din a girîng jî ev e. 
Gelo bi zorê em dikarin ziman bi zarokên xwe bidin hezkirin? Na, pir zehmet e. Zarok hez dikin ji şano, stran, leyistikan. Helbet em ji van tiştana bi kurdî dest pê bikin wê baş be heta ku hezkirina di navbera zarokên me û zimanê kurdî de çêbibe.
 
Bawer im heger em ji dil ji bo zarokên xwe perwerdeya bi zimanê dayikê bixwazin em ê gelek rê bibînin. Em ji bîr nekin, mezinên me bi çi dijwariyê zimanê dayikê parastine divê bi vî hawî xîreta me jî ji bo parastina zimanê dayikê hebe. Em îro baş fêm dikin ku parastina zimanê kurdî û kurdbûna me bi taybetî bi perwerdiya ziman girêdaye û zimanê me hebûna me ye, nasnameya me ye. Bakurê Kurdistanê perçeyê herî mezin e û di nava dîroka kurd û Kurdistanê de şoreşgerên herî zêde ji Bakurê Kurdistanê bûn loma eger kurdên me li wir asîmîle bibin, ev ê bibe windabûna pir mezin. Asîmîlekirin jî ji ziman dest pê dike. Lê belê îro em gihîştine wê derecê ku hemî kurdên cîhanê piştgiriya kurdên me yên Bakur bikin. Hêviya min ew e ku ji bo em karên bi rûmet û mezin bikin hevgirtin û dilsoziya me derkeve pêş. Ev gelekî girîng e. Ev bi taybet ji bo zarokên me kurdan û perwerdeya bi zimanê dayikê girîng e. Zarokên me paşerojên me ne, îro em hişyar nebin, sibehê wê pir dereng be.
 
 
Her wiha dixwazim girîgingî û taybetmendiya zimanê dayikê yê pîroz bi vê helbesta xwe ya jêr bînim ziman:
 
Zimanê me şîrîn em hê zindî ne
Bi hebûna te ve em zindî mane 
Ne zulm, ne koçberî, ne Enfal
Êşa xwe ve me hê nehelandine
 
Zimanê me em bi te ve hê hene
Dewlemendî ya te ve serbilind
Di çanda xwe de asta baş de ne
Çimkî hebûna te pir kevnar e
 
Em bêdewlet bûn, lê hebû ziman
Em neşikestîne û em zindî mane
Êş û azarên me ser ziman mane
Nivîs, di stranên me de hûnandine
 
Zimanê me em bi te ve dijîn, hene
Bi te ve jiyan bi kurdî berdewam e
Kurdî ya me rastaqîn wê tim hebe
Ev zimanê me weke şîrê dê helal e
 
Her çendîn jî em bê dewlet bûne
Zimanê me şîrîn te per daye me 
Em te ve firîyane, nav hêvî mane 
Hêlîna xwe jî bi te ve germ kiriye.