Peymana Stenbolê hem jinê hem jî demokrasiyê li ser piyan dihêle

  • 09:01 3 Nîsan 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Li Tirkiyeyê tevgera jinan, di mijara wekheviya zayenda civakî de, bi ked û hewldaneke mezin riyeke gelek dirêj li pey xwe hiştiye. Di mijara mafên jinan de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Polîtîkayên girîng ên ku wekheviya zayenda civakî hedef dikir, pêş xistin. Di mijara mafên qanûnî de, ji bo avêtina gavên girîng pêşengî kirin. Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû
 
Gultan Kişanak
 
Li welatekî ku herî kêm rojane sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin; Peymana Stenbolê ya di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de berpirsyariyê dide dewletê, gelo çima tê betalkirin? Peyama tê dayin gelek aşkera û bi xeter e: “Serdestiya mêran qebûl bikin, ew çawa bixwazin wisa bijîn, an jî hûn ê şîdetê bibînin, di pêşîgirtina vê şîdetê de peywira min tune ye.”
 
Bila qet vir de wê de nekişînin; Armanca esas a Peymana Stenbolê ev e ku dewletên alîgir di mijara pêşîgirtina şîdeta li hember jinan de, di girtina her cureyê tedbîrê de berpirs in. Bi biryarnameyekê rakirina vê peymanê; cesaret daye mêran, atmosfereke hatiye rewakirin, afirandiye. Yên ev biryar girtine jî, ji vir şûnde dê ji kuştinên jinan berpirs bên dîtin, bila qet gazincan nekin. Tu îzahata vekişîna vê peymana ku 10 sale di meriyetê de ye tune ye.
 
Desthilatdariya ku heta niha di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de berpirsyariya xwe neaniye cih; bi vê pêngavê rûpoşê xwe derxistiye û rûyê xwe yê rast nîşan daye. Ev rûyê ku em dibînin, rewşa bê rûpûş a serdestiya mêr e.
 
Li Tirkiyeyê tevgera jinan, di mijara wekheviya zayenda civakî de, bi ked û hewldaneke mezin riyeke gelek dirêj li pey xwe hiştiye. Di mijara mafên jinan de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Polîtîkayên girîng ên ku wekheviya zayenda civakî hedef dikir, pêş xistin. Di mijara mafên qanûnî de, ji bo avêtina gavên girîng pêşengî kirin. Îmzekirina Peymana Stenbole jî encama têkoşîna jinê bû.
 
Lê desthilatdariyê bi giştî, pêşketinên demokratîk hezm nekir, bunyeya wan ranekir. Ji 2015’an heta niha, ket nav hewldanên ku mafên demokratîk ji holê rabikin. Rojnamegeran, akademîsyenan, rewşenbîr, partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, saziyên muxalefeta demokratîk, ji polîtîkayên çewisandin û zextê para xwe girtin. Destkeftiyên jinan jî kirin hedefa xwe. Saziyên jinan hatin girtin,venasîna wekheviya zayenda civakî ji belgeyên fermî rakirin. Hinek mafên qanûnî yên jinan qezenc kiribûn (mafê nefeqe û kurtajê, qedexekirina zewaca di temenê biçûk de) bû hedef; lê rastî berxwedanên jinan hatin. Di vê nokteyê de desthilatdarî ket nav tirs û fikarê; Li hember mafê jinan darbeya mezin a ewil pêk hat. Betalkirina Peymana Stenbolê. Ev pêngaveke ku nîşan dide hemû destkefiyên jinan di bin xetereyê de ne.
 
Ji roja ewil de jin nîşan didin ku vê qebûl nakin û li berxwe didin. Ez bawer dikim ku wê tevgera jinan li dijî vê êrîşê riyekê bibîne û bi hemû dilê xwe ligel jinan be. Pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinan, hedefa hevpar a hemû jinan e. Ez wisa difikirim û bawer dikim ku hemû jinên tirk, kurd, muhafazakar, lîberal, demokrat wê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.
 
Lê ev têr nake. Pêşigirtina şîdeta li ser jin û zarokan ne tenê peywira jinan, peywira hemû civakê ye. Em di pêvajoyeke siyaset ji nû ve têşekirinê de derbas dibin;Muxalefeta ku dibêje li hember rêveberiya otorîter e, bi ezmûnên girîng re hatiye rû hev. Mafên jinan mafên herî sereke yên mirovahiyê ne. Partiyên siyasî yên muxalîf nikarin bi çend gotinan mijarê derbas bikin. Muxalefet li dijî Peymana Stenbolê bi berpirsyariyekê re hatiye rû hev. Pêşîgirtina şîdet, tecawiz û qetilkirinê, mijara wijdanî a civakê û di ser hemû cudahiyên siyasî re ye.
Her wiha nirxên olî û civakî, ne nobedarên kesî û desthilatdariyê ye. Tu kes ji bo desthilatdariya xwe nikare bi nirxan bilîze. Peymana ku 10 sal berê ne li dijî nirxên me bûn, çawa bû ku îro bû pirsgirêk? Ger ku siyaset carekê rê bide vê; wê hemû nirxên civakî û bawerî di destê desthilatdariyê de bibin pêlîstok.Di demên dawî de gotina ‘Beka’ ya ku êdî dengan ji wan re nayne, gotina ‘dozê’ derxistine pêş.Divê siyaseta demokratîk û wijdanê civakî, nirxên baweriyê, ji hesabên desthilatdariyê re nebin alav. Divê destûr neyê dayîn. Ger ku dixwazin manîpulasyona siyasî ya bi derewan tije ye û siyaseta hatiye globalkirin, vala derxînin; Divê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin û pêşî li vê bigirin.
 
Peymana Stenbolê, jinê jî, zarokan jî, demokrasiyê li ser piyan dihêle!
 
* Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê