Zarokên Newrozê

  • 09:01 24 Adar 2021
  • Ji Pênûsa Jinan
"Zarok di nava coşa Newrozê de bi rengê xwe, kêyfxweşiya xwe, bi cil û bergên xwe rengek gelek xweş dabû qada Newrozê. Weke sosin û beybûnên çiyayên welatê xwe reng dabûn."
 
Rojarya Royem
 
Di Îslamiyetê de beriya Muhammed û piştî wî Muhammedê tê gotin, di Xirîstiyaniyê de beriya Îsa û piştê Îsa tê gotin, di nava kurdan de jî beriya Newrozê û piştî Newrozê tê gotin. Ango Newroz roja nû ye, jiyanek nû ye, fikrek nû ye, ji nû de xwe avakirine, xuliqandina hebûna xwe ye. 
 
Tu tiştek weke mirov bi çanda xwe mezin bibe nîne. Ger ku mirov bi çanda xwe mezin bibe, dîroka xwe jî baş bizane û pêre bijî wê demê mirovê her tim bi ruhê dîroka xwe bijî û bide jiyîn. Newroz ruhê serihildane li hember zilm û zordariyeyê. Newroz cejna netewî ya Gelê Kurd e. Newroz ji bo Gelê Kurd dibe wesîleya gelek tiştan. 
 
Çawa ku werzê biharê de xweza xwe bi ahenga renga dixemlîne, di biharê de ruh û hestên mirovan jî weke xwezayê bi aheng dibe. Ew aheng ne tenê ji bo nûbûyîna ne, ew aheng heman demê de xwe ji nû de avakirin û xuliqandine. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bi coşekê mezin Newroz hat pîrozkirin. Lê di vê coşê de ên herê bedew bi cil û bergên xwe xemlandibûn zarok bûn. Birastî jî ew zarok hêjayî dîtinê bûn. 
 
Zarok bextewarin ku bi çanda xwe mezindibin. Bi zimanê xwe dixwînin, zor û zordarî ser wan nîne. Weke Gelê Kurd em xwedî mîrasek gelek dewlemendin, bi taybetî jî zarokên bi fikir û ramanên Rêber APO mezin dibin xwedî şansekê gelek mezin in.
 
Zarok bi coşekê mezin bi cil û bergên xwe ve daqetin qada Newrozê, weke ku bedewiya xwe nîşanê her kesî bidin daketin qadan. Heycana ku ew dijiyan heycanek gelek cuda bû. Gava mirov ji wan pirs dikir û digotin “We çima cil û bergê xwe wegirtiye ma îro çi heye?” Her yek bersivek dida lê, bersiva wan jî piranî jî “Îro Newroz e, Newroz jî cejna me ye.” 
 
Hûn jî dizanin di heman demê de zarokên ku di Newrozê de cil û bergên xwe li xwedikin gelek ji wan jî ji bo wê rojê cil û bergan didin dûrîtin. Di rastiya xwe de cil û bergên kurda gelek bedewin. Bejn û bala mirovan gelek xweşik dike, heybetek ava dike. Ji xwe pir rengînbûyîna wan ji dewlemendiya çand û jiyana wan tê.  
 
Birastî jî zarok di nava coşa Newrozê de bi rengê xwe, kêyfxweşiya xwe, bi cil û bergên xwe rengek gelek xweş dabû qada Newrozê. Weke sosin û beybûnên çiyayên welatê xwe reng dabûn. Ew pêşaroja gelê Arî ne, ango gelê Newroz ê. 
 
Me xwest em bedewiya zarokên Newroz ê bi rêya qadraja xwe li her kesê bidin nasîn. Zarokên ku bi kelecan û coşa Newrozê di nava dilê xwe de dijîn.