Kolanên Serêkaniyê yên kulîlk lê vedibûn di nava xwînê de mane

  • 09:03 9 Cotmeh 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Wê rojê saet derbas nedibû, kêlî dibûn hezar saet, qêrîna jin û zarokan asîman diçirand. Bajar diqîriya digot 'ez dişewitim lê hilnaweşim'. Gav li pêş û çav li paş bûn. Çavên bi hezaran kesî li mal, kolan û bajarê wan bûn. Di wê rojê de te digot qey mirovahî û wijdan jiyana xwe ji dest dane, guh ker bûn, çav kor û ziman lal bûn. Êriş û dagirkerî ne hêsan bû, lê berxwedan û wêrekiya zarokên wê axê jî ne ji rêzê bû
 
Sorgul Şêxo
 
12 meh, 365 roj û 8760 saet di ser dagirkirina Serêkaniyê re derbas bû, lê heman bûyer, heman kêlî, heman berxwedan ji min re wekî duh tê. Çiqasî dem derbas bibe ne xem e, lê di her kêliyê de dilsoziya bi axa welat re zindî ye û nû dibe. Dayik bi rondikên çavên xwe kêlî, saet û rojan dijmêrin. Zarok çavên wan li asîmana ye. Bi firokên ku çêkirine û pê dilîzin, dixwazin ber bi Serêkaniyê ve biçin û bifirin. Dibe ku kolan û lîstokên xwe nebînin lê wê bêhna axê bikşînin hundirê kezeba xwe ya şewitî û çavên bendewarê dîtina bajarê xwe bûn, kil bikin.
 
Wê rojê saet derbas nedibû, kêlî dibûn hezar saet, qêrîna jin û zarokan asîman diçirand. Bajar diqîriya digot 'ez dişewitim lê hilnaweşim'. Gav li pêş û çav li paş bûn. Çavên bi hezaran kesî li mal, kolan û bajarê wan bûn. Di wê rojê de te digot qey mirovahî û wijdan jiyana xwe ji dest dane, guh ker bûn, çav kor û ziman lal bûn. Êriş û dagirkerî ne hêsan bû, lê berxwedan û wêrekiya zarokên wê axê jî ne ji rêzê bû. Niha di navbera me de tenê 25 qede û çend gav hene. Wê bendewariya me bi hevdîtineke pir xweş û bi wate pêk were, em ji vê yekê bawer in. Wê demê em ê bêjin va ye, em vegeriyan, nû rihê me zindî bû. 
 
Wekî ku duh bû, dibe bi hezaran saet derbas bibe, hin tişt hatibin jibîrkirin û hinek na. Lê ya girîng di vê rojê de ew e ku dayikên bi destê xwe zarokên xwe şandin Serêkaniyê parastina hebûna xwe bikin, ew zaroka ku cara dawî bi bihîstina dengê bavê xwe re an jî dîtinekê xatir jê xwest. Li Serêkaniyê xwişk û bira, bira û bira, bav û kur, bav û keç di çeperên cuda de şer kirin, hin şehîd bûn û bi wê xwîna xwe axa Serêkaniyê av dan. Hinekan jî parçeyên bedena xwe winda kirin, hinekan jî kolan bi kolan heta kêliya dawî şer kirin. Kêliyên berxwedana Serêkaniyê niha di mejiyê her kesekê/î re derbas dibe. Bîranînên Serêkaniyê niha dîsa zindî bûn, birîna ku qalik negirtiye dîsa xwînê dirjîne.
 
Dibistanên taxê, navçe û gundan bêriya zarokên xwe kiriye ku dîsa wan hembêz û perwerde bikin. Kolanan bêriya civata dayikan, bêhna ku ji çanda mirovahiyê ji wan tê kiriye. Parka Ş.Bêrîvan û Mişwar bêriya şêniyên ku dihatin wê serlêdan dikirin, da ku çend kêliyan ji xwe re bêhnekê vedin, kiriye. Radyoya Waşûkanî bêriya ragihandina rojbaşekê kiriye. Jinên ku niha bi hişmendiya dagirkeriyê re rû bi rû mane, daxwaza vegera herêma xwe ya ewle û rêxistina jin a ku maf, hebûn û rûmeta wê diparastin dike. Dibe ku ziman ji tirsa nabêje lê dil ji her wextî zêdetir dixwaze.
 
Serêkaniyê ku bi rengên xwe yên kesk, sor û zer dixemilî niha bi rengê reş û hişmendiya nijadperestî re rû bi rû maye. Serêkaniyê wekî niha tê bîra min û dîmenê wê di hişê min re derbas dibin, ku çawa gelê wê di aramiyê de dijiya û di kêliyekê de pîvongê wê guherî. Berxwedana Serêkaniyê ji wiha mezintir bû. Kolanên Serêkaniyê yên kulîlk lê vedibûn niha di nava xwînê de mane. Rûyê Serêkaniyê yê çilmisî ku di wêne û dîmenan de di nava salekê de xuya dibe, westîna wê ji dagirkeriyê dide der.