Em ê modernîteya kapitalîst di bêçaretiya wê de bifetisînin

  • 09:07 16 Nîsan 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
...Ger ku du kes bi vê şewbê dimire, 3 kes jî ji ber şerê taybet ê psîkolojîk dimirin. Pêwîste her kes divê vê pêvajoyê rast bixwîne, rast şîrove bike û bikeve pirsîneke rast. Dê wisa helwestên rast derkevin pêş. Cardin mirov pir baş dibîne ku êdî tevahî cîhan bûye qadekê laboratuvarê.
 
Rojarya Royem
 
Ji meha kanûna sala 2019'an, heta roja me ya îro rojeva tevahiya mirovahiyê bûye şewba korona. Çî ye ev korona? Hema ji nişkave derket? Na, ez ne di wê baweriyê de me û her kes jî baş dizane ku ji nişkave derneket holê. Ji hêla modernîteya kapîtalîzm û her sê unsûrê wê kapîtalîzm, endûstriyalîzm û netew-dewlet ve bi awayekî bi plan û proje hatiye pêkanîn. Ev yek jî şêwazek din a şerê cîhanê yê 3'yemîn ne. Di rastiyê de ev yek derdikeve holê ku êdî modernîteya kapîtalîzm bi her awayî krîzeke kûr dijî. Ji bo ku xwe di nava vê krîzê de bi awayekî serwer cardin derbikeve serî gelek rêyan dide. Ji bo modernîteya kapîtalîzm mirina mirovan û tunebûyîna xwezayê ne girîng e ji xwe neyarê van her duyane.
 
Gelo, ka em ji xwe pirs bikin, ji qirna sedsala 21'an re qirna îlm tê gotin ango di vê sedsalê de ilm gelek pêşketiye. Ew ilmê ku ewqasî pêşketiye dikare aqilê sûnî jî çê bike, lê ev 4 meh in nikare vê şewbê re dermanek peyda bike. Ev nakokiyek gelek kûr e, diyare ku ev pergal ji bo xwe ji nava krîzê derbixwe ket nava lêgerînên dîzayneke nû. Ya rast ev yek jî di serî mirovan de derbas dibe, gelo dibe ku modernîteya kapîtalîzm dixwaze bi vê yekê re civaka xwe ya bijarte ava bike. Berê xwe bidin her kes vê şewbê dikeve! Lê kesên xîzan û temen mezin dimirin! Lê kesên dewlemend, sermayedar jê xilas dibin! Ger ku gotin ev şewb, şewba paqijiyê ye? Diyare ku tişta ku bi kuştin, qetilkirin, talan û tecawîz nekarin xilas bikin, bigihijin armancê xwe bi rêya vê şewbê dixwazin temam bikin. 
 
Ev şewb xwe li tevahî cîhanê serwer kiriye, bêguman xetere, xeteriyên xwe hene, pêwîste mirov xwe li hemberê vê yekê bi parêze. Lê pêwîste em vê yekê baş bizanin ku heman demê de şerekê taybet ê psîkolojîk jî bi rêya vê şewbê tê meşandin. Niha ev şewb û lingê wê yê şerê taybet yê psîkolojîk bi hev re di nava hevsengiyekê de dimeşe. Bi rêya şerê taybet yê psîkolojîk mirovan ji mirinê re didin qebûlkirin. Ango bi vê yekê beden jî êdî xwe radestê mirinê dike. Ger ku du kes bi vê şewbê dimire, 3 kes jî ji ber şerê taybet ê psîkolojîk dimirin. Pêwîste her kes divê vê pêvajoyê rast bixwîne, rast şîrove bike û bikeve pirsîneke rast. Dê wisa helwestên rast derkevin pêş. Cardin mirov pir baş dibîne ku êdî tevahî cîhan bûye qadekê laboratuvarê. Ji bo vê yekê ger em derketina vê şewbê ji modernîteya kapîtalîst qut bigrin dest û şîrove bikin em ê bikevin nava xeteriyan.
      
Ev şewb aliyên xwe yên neyênî jî hene lê yê erênî jî heye ger ku mirov rast bigire dest. Em dikarin vê pêvajoyê veguherînin fersedên gelek mezin. Modernîteya kapîtalîzm ketiye nava bêçaretiyê. Bi hêz kirina yekitiya gelan bi taybetî jî bi jinan re em dikarin vê pêvajoyê ji bo berjewendiyê gelan veguherînin. Yê ku pêşengtiya vê yekê bike jî cardin jin e. Di qerekterê jin de hêza parvekirinê, kollektîvîzm, yekgirtin û avakirin heye. Cardin jin çêkere. Çawa jin her tim ji bo her tiştê pêşengtiyê dikin, dikarin ji bo vê pêvajoyê jî pêşengtiyeke gelek bi hêz bikin. Yekgirtina tevahî jinan, yekgirtina tevahî civak, netew, ol û baweriyane. Tevahî mirovahî ji qirkirinê re derbas dibe, ango şêwazek din ya qirkirina mirovahiyê ye ev şewba koronayê ye. 
 
Ji bo wê pêwîste em bêdeng nemînin li hember vê yekê nebin temaşevan. Ger ku em jin, li hember hişmendiya modernîteya kapîtalîzm bi hişmendî, feraset û birdoziya modernîteya demokratîk têbikoşîn wê demê em ê modernîteya kapîtalîzm di bê çaretiya wê de bi fetisînin. Em têkoşîn û berxwedanek bi hêz, domdarî û bi bawerî bi meşînin wê ev pergala baviksalarî têk biçe. Em ji bîrnekin ku ev pergal û hişmendiya modernîteya kapîtalîzm neyarê jin, civak û nirxê civakê ye. Ji bo ku jin û nixên wê têkbibe, tune bike serî li her rê û rêbazan dide. Wê bi têkoşînê re modernîteya kapîtalîzm di bêçaretiya xwe de bi fetise, ev rastî ji di vê demê de zêdetir derketiye holê.
 
Ger ku jin xwe bi hişmendî û feraseta netewa demokratîk zanist bike, wê bikaribe xwe, jiyana xwe, civaka xwe û xwezayê jî bi parêze. Em ji bîr nekin ku temaşekirin, bêndêmayîn, bêdengmayîn, ji rewşa xwe ya ketî razî bûyîn, weke çarenûs girtina dest mirina jinê tîne û temenê pergala baviksalarî û modernîteya kapîtalîzmê jî dirêj dike. Ew dem em nebin şîrikê vê hişmendiya kujer.