Têkoşera rastî û heqîqeta jinên kurd: Evîn Buldan

  • 13:09 2 Nîsan 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Munevver Karademîr
 
Piştî ku min Evînê nas kir ez tê gihîştim ku çima dema min ew nûh dît ewqas bala min kêşandiye. Hin mirov hene ku êş, xemgînî û hêrsa wan ji rûyê wan xuya dibe. Evînê jî yek ji wan kesan bû. Çîroka wê û ya min nêzî hev bû. Çîroka me çîroka zarokên kurd ku bîra zarokatiya xwe li gel hemû zext û zoriyan parastibûn. Êşa me hevpar, têkoşîna me hevpar bû.
 
Dibêjin ku bîra zarokatiyê herdem teze ye û zelal e. Bi rastî jî wiha ye. Ji ber wê ye ku çiqas dem di ser re derbas bibe jî tiştên mirov di zarokatiya xwe de dijî ji bîra mirov naçin û her li cihê xwe tezebûn û zelalbûna xwe wekî roja ewil di bîra mirov de diparêzin.  Ev bîra zarokatiyê ji bo zarokên kurdan gelek girîng e. Ji ber ku serdestên wan ji bo ve bîrê jê bibin serî li gelek rêbazan didin.  Lê çiqas serî lêbidin bila bidin, kesên ku ev bîra xwe parastine ji bo li rastiya xwe ango li heqîqeta xwe vegerin di nav têkoşîne de ne.
 
Min li Azadiya Welat nûh dest bi xebate kiribû, tene çend rojên min bibûn. Digotin ku Azadiya Welat dibistane ji bo zimanê kurdî. Lê wê deme ji min re ev gotin wekî ku mezin dikin dihat û niha dibinim ku gelek kesên ji wê rojnamê hînî kurdî bûne, ji bo zimanê kurdî di nav kar û xebatan de ne. Ji ber  wê çûn û hatina li rojnamê zêde bû . Carcaran ji bo çayekê vexwim an jî cigareyekê bikişînim diçûm devê derî. Dîsa gelek kes dihatin û diçûn.  Lê bala min ne li wan bû ji ber ku berî bi salan ji Amedê çûbûm min zêde tu kes jî nas nedikir û vedigeriyam ser kare xwe.
 
Disa wekî her carê ez derketibûm naveberê li ber deriye rojnamê sekinîbûm. Dîsa çûn û hatin zêde bû. Lê bi carekê re jineke gelek ciwan ku kete deriye rojnamê bala min zede kişand. Li ser rûyê wê tiştek hebû. Tiştekî ku mirov ber bi kûrahiyekê ve dibir ku hem xemgîn dikir û hem jî kelecanek dida mirov. Dîtina wê jinê bi min re hesteke pir cuda çêkir.  Li dora xwe dinêrt wekî ku bere hatibe wir û tiştek li şuna xwe hiştibe û lêbigere.  Hevala ku mêvan pêşwazî dikirin ew pêşwazî kir rûnand û çû. Min nema xwe girt û ez ber pê ve çûm. Li pacê li derve dinêrî ez li hember rawestiyam, min destê xwe dirêjî wê kir û min got tu bi xêr hatî. Di serî de li ruyê min nêrt û bi bişrîneke şirîn got spas. Piştre hevalan gazî wê kir ew çû hundir û ez jî çûm ser kare xwe. Ew heval Evîn bû ku em ê bi salan bi hev re bixebitiya.
 
Heval Evîn dema ku hat Azadiya Welat gelek ciwan bû. Lê li gel temenê xwe yê ciwan gelek têgihîştî bû Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû. Di karê xwe de zîrek û zû bi pêş diket. Mirvo qet zahmetî nedikişand ji bo pê re têkilî dayne.  Pir bi coş, bi kelecan û bi henek bû.  Moral û hêz dida mirov. Têkoşer û dilsoza doza xwe bû.  Di demeke kurt de têkiliyên me bi hev re germtir bûn. Em bi roj li rojnamê bi hev re bûn û êvarê jî gelek caran bi hev re diçûn malê.  Evînê ji min re bahsa koçberiya ku hêj di 4 saliya xwe de jiya bû dikir. Bahsa ku heta çûne Mexmûrê çend wargeh guhertine, bahsa li Mexmûrê zahmetiyên ku jiyane û bahsa têkoşîna gelê Mexmûrê dikir.     
 
Piştî ku min Evînê nas kir ez tê gihîştim ku çima dema min ew nûh dît ewqas bala min kêşandiye. Hin mirov hene ku êş, xemgînî û hêrsa wan ji rûyê wan xuya dibe. Evînê jî yek ji wan kesan bû. Çîroka wê û ya min nêzî hev bû. Çîroka me çîroka zarokên kurd ku bîra zarokatiya xwe li gel hemû zext û zoriyan parastibûn. Êşa me hevpar, têkoşîna me hevpar bû.
 
Evînê bîra xwe ya zarokatiyê parastibû û ketibû pey rastiya xwe ango heqîqeta xwe. Lê ew Evîna dilnizm ku dile wê ji bo hezkirinê têra her kesî dikir têra wê nekir û di 2’yê Nîsana 2017’an de bi qeyarana dil ku derbas kir, jiyana xwe ji dest da û ji nav me bar kir.
Evînê çû lê ji bo jinên ciwan pênûsa xwe û têkoşîna xwe hişt ku îro bi sedan jinên ciwan li ser şopa wê bi pênûsa wê li pey heqîqeta jinên kurd in.