Gelo di dîrokê de çi bûyer di 21'ê Adarê cih digrin?

  • 09:41 21 Adar 2020
  • Ji Pênûsa Jinan
Adar destpêka Buharê û dawiya Zivistanê ye. Di cîhanê de û li seranserê dîrokê gelek bûyer di 21'ê Adarê de derveyî Cejina Newroz , qewimî ne. Lê piraniya gel vê yekê nas nakin. 21'ê Adarê gelek nameyên girîng radigihîne û bûyerên dîrokî di nava xwe de dihewîne. Newroz 
 
Sorgul Şêxo
 
21'ê Adarê ji bo mirovahiyê ne rojek normal e, rojek ji rojên din cuda ye û ji bo hin gelan rojeke pîroz e. 21'ê Adarê Newroz, yek ji girîngtirîn bûyerên ku li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Gelê Kurd li Kurdistanê û tevahî cîhanê bi vêxistin û geşkirina agirê Newrozê li ser çiyayan, li kolan û bajaran rihê Kawayî Hesînkar zindî dikin. 
 
Roja Rakirina Cudakariya Nijadperestî
 
21'ê Adarê 1960'an, roja navnetewî ji bo rakirina cudakariya nijadperestiyê ye. Di vê rojê de beriya 60 salî hêzên polîsên Afrîqaya ya Başûr zêdetirî 69 kes kuştin. Ew kes li dijî qanûnên trafîkê, ku ji hêla desthilata wî welatî ve hatibû pejirandin û civakê qebûl nekir, xwepêşandanên aştiyane de li bajarê Sharpeville ve pêk anîn.
 
60 sal ev roj tê pîrozkirin
 
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 21'ê Adarê rojek navneteweyî ye, ku bi her cureyê cudakarî û nijadperestiyê re şer dike ku Afrîqîyaya Başûr vê salê bi salvegera bîranîna tekoşîna xwe ya dirêj li dijî cudabûna spî yan, vê rojê pîroz dikin.
 
Roja Helbestên Navneteweyî
 
Di sala 1999'an de, UNESCO biryarek da ku 21'ê Adarê wekî Roja Helbesta Navnetewî, tê binavkirin, ku tê de cejn, festîval û pêşbaziya helbestê, ji bo teşwîqkirina xwendin û nivîsandinê, organîzekirina ayetan û eşkerekirina çand û ramanên cuda, li gorî daxwazê ji Mîhrîcana Springandê ya "Bihara Fîlîstînî" ku navê xwe kir rojek helbesta navdewletî, erê kir. Cîhan vê rojê bi xwendin û nivîsandina helbestan pîroz dike.
 
Roja Navneteweyî a Daristan û Daran 
 
Di 21'ê Kanûna 2012'an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryarnameyek pejirand, ku 21'ê Adarê wekî Roja Navneteweyî ya daristanan û daran tê binavkirin. Ku di sala 2013'an de dest pê dike û Civata Giştî di biryara xwe de bal kişand ser girîngiya daristan û daran di pêşveçûna domdar de, parastina balansa hawîrdor û ewlehiyê.
 
Roja Navneteweyî ya Sindroma Daunê 
 
21'ê Adarê her sal, cîhan Roja Navneteweyî ya Sindroma Daunê bi nav dike û li gorî malpera Neteweyên Yekbûyî, bûyera îsal dê bala xwe bide ser kesên bi vê sindromê re ku "Dengên xwe bibihîzin û bandorê li polîtîkayên hikûmetê û biryarên xwe bikin da ku wan bi tevahî di nav civakê de bikin yek."
 
Di Kanûna 2011'de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Biryarê A /RES/66/149 pejirand, ku tê de hat destnîşankirin ku 21'ê Adarê wekî Roja Navneteweyî ya Sindroma Daun ku sala 2012'an dest pê kir hat pîrozkirin.
 
Hejmara mirovên bi sindroma Daûn tê texmîn kirin di navbera 1-ê ji 1000-ê de u di 1100-ê de,zayîna zindî de li çaraliyê cîhanê ye. Her sal di navbera sê an jî pênc hezar zarok bi vê nexweşiya genetîkî ve tê dinê û dijîn. Heya niha zaniyaran tu derman ji vê nexweşiyê re nedîtine.