Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 300 kes hatin kuştin

  • 11:13 2 Kanûn 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Ji ber sedema buhabûna benzînê, xwepêşandan li 35 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn destpêkirin zêdeyî 300 kes hatin kuştin û 5 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha di xwepêşandanên ku gelek jin di nav wan de hebûn bi dehan kes jî hatin girtin. Welatiyên ku çalakiyên xwe berdewam dikin dibêjin ku ew jiyaneke aram a bê astengî dixwazin. 
 
Sureya Erxewan 
 
Bi biryara hikûmeta Îranê ve buhaya benzînê ji 1000 tumenê bû 3000 tumen. Ev yek jî bû sedema nerazîbûna hemwelatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ji beşek zêde yên bajarên wekî Sîne, Merîwan, Ciwanru, Ruwanser, Seqiz, Bukan, Kirmanşan, Urmiye, Poltuxter, Taran, Tewrêz, Esfehan, Şîraz, Krman, Xuzsatan, Meşhed, Reşt, Ehuz, Buşehir, Kîş, Qêlşîm, Sîstan, Beluçustan, Yasux, Qezwîn, Kerax, Abadan, Bender Ebas, Bêhbehan, Dêzful, Sarî, Sawe, Qum, Geçsaran û Sêmanan dest bi xwepêşandanan kirin. Niha jî ev xwepêşandan li hinek bajaran berdewam dike.
 
Xwepêşandanên ku jin jî beşdar bûne nêrazîbûna xwe li dijî desthilatiyê li qada tînin ziman. Hêzên ewlehiyê û pasdaran jî bi lêdan, çek, darên elektirîkê, gaza dijwar, pêdekirina ava şîd û fîşekên li esmanan dibarin êrîşê xwepêşandanan dikin. Li gorî daneyên ne fermî heta niha 300 kes hatin kuştin û 5 hezar xwepêşandan jî birîndar bûne.
 
Jin tevlî xwepêşandanan dibin 
 
Li taxên Îranê jin û mêr bi hev re li dijî biryara desthilatdaran li qadan di nav çalakiyan de ne. Li gorî civakê bûhabûna benzînê bandoreke neyînî li ser jiyana hemû beşên civak û biçûkan dike. Ev tişt jî dibe sedema tevlîbûna xwepêşandanan. Ger ev rewşa li Îranê berdawam bike, rewşa malbat û kesan dê xirabtir bibe. 
 
Jinên ku tevlî xwepêşandanan dibin nêrazîbûnên xwe li qadan diyar dikin û dixwazin rewşa Îranê baştir bibe û qeyrana li ser welatiyên Îranê rabin. Xwendevanan gotin "Hûn tevlîheviyê dikin û hûn terorîst in. Em tenê jiyaneke bi aram dixwazin."
 
Xeta înternetê hat qutkirin
 
Înterneta Îranê di bin qontrola hêzên pasdaran de ye. Di roja yekem ya xwepêşnadanan de înternet bi temamî hatin qutkirin. Dema li Îranê xwepêşandan dest pê kir, ji ber qutkirina înternetê agahî derneketin derveyî Îranê. Lê belê xwepêşandar bi telefonên xwe dîmen girtîn û belav kirin. Li beramberî qutkirina internetê, welatên wekî Amerîka, Kanada, Almanya û Fransa daxwaza çareserkirina înternetê ji Îranê kirin. Lê belê Îran bersîv neda. Ji ber wê sedemê Amerîka Mehemed Cehrûm wezîrê peywendî û înterneta Îranê sûcdar kir. Wezîr di bersîva ji bo birîna Înternetê de got "Ez lêborînê ji hemwelatiyên Îranê dixwazim. Birîna înternetê ne di bin kontrola min de ye." Lê ev hefteyek zêdetire înternet hinek bajaran baş bûye.
 
Desthilatdariya Îranê bersiv da xwepêşandanan
 
Pasdarên Îranê xwepêşandanan weke terorîst û kesên tevlîheviyê derdixin nîşan dide û dibêjin “Em ê cezayên nû bidin xwepêşandaran." Elî Xemneyî serokê Îranê sedema xwepêşandana wekî fitneyên çepên Îranê (Gruba Nucahîdê Xeleq) û Amerîka û Erebistan dinîrxîne û got: "Hikmê cezayê xwepêşandaran sêdar e." Hesen Ruhanî jî derbarê xwepêşandanan de wiha diyar kir "Xwepêşandan kesên DAIŞ'î ne û kesên ku tevlîheviyê dikin ev in, lê hêjmarek gelek kêm e. Demek nêz de rewş dê aramtir bibe."
 
Welatên din jî piştgirî dan xwepêşandanan 
 
Welatên wekî Kanada, Almanya, Fransa û Amerîka piştgirî dan welatiyên Îranê. Daxwaz ji desthilatiya Îranê kirin ku bi awayeke rast bersîva xwepêşanderan bidin. Divê Îran şîdet û kuştina li hemberî welatiyên xwe bi dawî bike. Her wiha deşîfrekirina wahşeta desthilatariya Îranê ya bi dîmenan bala raya giştî kişand. Her wiha li dijî êrîş û kuştinan li Parîs, Newyork, London, Atîna, Avusturalya û Fransayê çalakî hatin destpêkirin û piştrî dan welatiyên Îranê. 
 
Di xwepêşandanan de hat diyar kirin ku ji bilî kuştin û birîndaran zêdeyî 3 hezar hemwelatî hatin girtin. Di nav de zêdetir çalakvanên siyasî û rojnameger hene. Li gelek bajarên Îranê hêzên ewlehiyê hêj jî kolanan kontrol dikin. 
 
Li Rojhilatê Kurdistanê nêzî 70 kes hatin kuştin
 
Buhabûna benzînê bandorê li ser Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî dike û Gelê Rojhilat jî di 15’ê Mijdara 2019’an de dest bi xwepêşandanan kir. Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê nêzî 70 kes hatin kuştin û zedetirî hezar û 500 kes birîndar bûn.
 
Rojhilatê Kurdistanê di destê desthilatariya Îslamî ya Îranê de ye. Li dijî biryara hikûmetê çalakiyên nerazîbûnê hatin destpêkirin. Desthilatdaran li Rojhilatê Kurdistanê ditirse û ji ber vê jî êrîşê li wan dike. Li bajarê Kirmanşan, Merîwan, Ciwanru, Rawenser, Sine, Bukan, Seqiz û Urmiyeyê di encama xwepêşandanan de zêdeyî 70 kes ji aliyê hêzên ewlehî û leşkeran ve hatin kuştin. Nêzî hezar û 500 kes birîndar bûn û bi hezaran kes jî hatin binçav kirin. Hêzen ewlehiyê û pasdaran bi giştî dest danîn ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi tundî êrîşê xwepêşandaran dikin. Gelek çalakvanên siyasî û rojnamevan û sivîl niha jî di binçavan de ne. 
 
Desthilatdariya Îslamî ya Îranê heta niha di nexweşxaneyan de dest bi serdegirtina cenazeyan kiriye û tene bi şertekê cenazeyan radestî malbatan dikin. Serê cenazeyan 50 milyon tumen pere tê xwestin. Bi vî şeklî dixwazin kesek sedema kuştina xizmên xwe pirsneke. 
 
Jinên Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî xwepêşandanan bûn. Lê belê tu daneyên ku heta niha nehatine bi destxistin ku heta niha çend jin di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, an hatine girtin û an jî hatine binçavkirin. 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê çend caran daxwaz ji welatê Îranê kir ku şîdet û kuştina xwepêşandanên Rojhilat kêm bikin û daneyên kuştî, birîndar û girtiyên Rojhilata Kurdistanê ragihînin. Lê belê heta niha Îranê qet bersivek nedaye.