Têkbirina pergala tundiyê

  • 09:04 25 Mijdar 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Beriya her tiştî jî di warê cîhana zihnî de, ango weke çandekê tundî dibe mijara gotubêjan. Li ser rê û rêbazên têkoşîna hevpar jin di platformên cuda de tên ba hev. Bê gûman ev têkoşîna girîng nabe bi rojekê sînor bimîne. Jixwe armanca vê rojê jî ne ew e, armanc zêdetir balkişandina ser rastiyê ye. 
 
Gulîstan Çiya Îke
 
Di salên 1960'î de li Komara Domînîkê dîktator Trujîllo li ser kar bû. Zilm û zordestî di asta herî jor de bû. Di pêşengiya jinan de tevgera Clandestînayê tevî hin tevgerên din li dijî rejîmê têkoşîn dikir. Di pêş de sê xwişkên Mîrabel, Patrîa, Mînerva û Maria hebûn. 
 
Tîrujîllo ji ber têkoşîna jinan tengav bû û vekirî gef li sê xwişkan xwar. Bi rojan piştî vê gefê, alîgirên Tîrujîllo di 25'ê mijdara 1960'an de rê li sê xwişkan birrîn, pêşî dest dirêjî kirin û piştre jî ew kuştin. Ew hatin kuştin, lê doza wan xurttir bû. Xwepêşandanên li dijî pergalê zêdetir bûn û piştî salekê, di 30'ê Adara 1961'an de dîktatorTrujîllo hat kuştin. Di sala 1963'an de li komara Domînîkê hilbijartin pêk hatin. Têkoşîna wan li Domînîkê bi sînor nema, ew mîrateya sê xwişkan belavî cîhanê jî bû û roja kuştina wan bû roja tekoşîna li dijî tundiyê. 
 
Serpêhatiya sê xwişkan û meseleya 25'ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê kurt û kurmancî wisa ye. Li gorî herikîna dîroka têkoşîna li dijî tundiya pergalî bi derengî jî be, di navîna sedsala 20'an de di encama têkoşîna jinan de ev roj hat destnîşankirin. Elbet bi wate ye, girîng e û bandora xwe jî bêgûman e. Bi nêzbûna rojê her sal kuştinên jinan, destdirêjî û her cure tundî zêdetir dibe rojev, eşkere dibe. Ev jî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dibe bingehek xurttir. Beriya her tiştî jî di warê cîhana zihnî de, ango weke çandekê tundî dibe mijara gotubêjan. Li ser rê û rêbazên têkoşîna hevpar jin di platformên cuda de tên ba hev. Bê gûman ev têkoşîna girîng nabe bi rojekê sînor bimîne. Jixwe armanca vê rojê jî ne ew e, armanc zêdetir balkişandina ser rastiyê ye. 
 
Pirsa tundiyê bi qasî pirsa hebûn û azadiyê girîng e. Girîng e ji ber ku mijara tundiyê ne mijarek kesî, lê pergalî ye. Li dîrokê binêrin dewlet, artêş, sazî û dezgehên din hemû bingehên tundiyê ne. Binêrin li ku derê dewlet heye, li wir tundiya pergalî heye. Li wê derê jin tê kuştin, zarok tên kuştin, civak bi temamî di pencên tundiyê de tê guvaştin. Mirovê modernîteya kapîtalîst ji tundiyê ne xerî be. Dema em li jiyana rojane ya vî mirovî dinêrin dibînin tundî çiqas berbelav û kûr e, ewqas jî normalîze bûye. Çima? Çima dema tê gotin tundî, ewqas bi xwîn û kujer xwiya nake ji bo vî mirovî?  Bersiva xwe eşkere ye dîsa endazyariya civakî li ser kar e. Wate têgehiştinê çêdikin, wisa dixin mejiyê mirovî, tundiyê bê pergal nîşan didin, weke kiryarek kesî nîşan didin. Dema bê pergal be, tazî be, ji wate û kiryara xirabker a mirovî dûr bê fikirandin belkî hêrsa me ya li dijî dewleta mêr kêmtir bikin ne wisa? 
 
Elbet ev tenê milekî xwe ye, lê ev pergala mijara gotinê ango modernîteya kapîtalîst ji serî heta binî tundiyê dizê. Wisa ku bi tundiyê xwe dimeşîne, bi rê ve diçe. Bi tena xwe tundiya fîzîkî na, aborî, civakî, çandî û hwd. Tundiya li ser jinê ji hemûyan girantir e. Hema bêjin bi awayeke sîstematîk jin zêdeyî 5 hezar sal e tên qirkirin. Ev qirkirin hem çandî, hem jî fîzîkî ye. Lewma dema em dibêjin tundî ji serî heta binî mirin û kuştina sîstematîk a zilaman û saziyên wan pênase dike. Ji serî heta binî tijî tariye û kombûna her kiryara xirab mêrtiyê ye. Bi kurtî ev pergal bi sazûmaniya eqlê zilam tê pênasekirin. Dema artêş, dewlet û amûrên zorê rêxistin kirin ma ji bo çi bû? Tam ji bo tundiyê bû. Ji bo civaka jinê bi hemû destkeftî û berhemên wê dîl bigirin wisa kirin. Îcar bê guman e ku tundiya li ser civakê bi tundiya sîstematîk a li ser jinê dest pê dike. Lewra tê gotin koleya pêşî jin e. Kengî mêrtiyê karî jinê ji azadiyê bê par bihêle, hingê karî civakê jî bigire bin zept û reptê. Amûrên zorê jî ji xwe îcata vî eqlê mêr in. Ji bilî îcata her amûra zilm û zorê, vî eqlî çi qencî li dîrokê zêde kiriye; lê binêrin qet tiştek tune ye. Li vir a girîng elbet sekna dij vê pergala zilmê ye. Ne tenê xwişkên Mîrabel, dîroka pênc hezar salan tijî ye bi nimûneyên serîhildana jinan û civakê. 
 
Di roja me de jî bi şerê cîhanê yê sêyem, tundî ketiye her şaneya jiyanê. Civak ji ber zexta şer û tundiyê di qeyranek kûr de ye. Bi taybet li Tirkiyeyê rojane jin tên kuştin, ji ber tundiya derûnî, aborî û civakî berê jinan dikeve xwekuştinê. Lewma ew jî kuştine jixwe. Xwekuştinên komî jî encama tundiya piralî ye. Di esil de ev ne xwekuştin, lê kuştinek komî ye. Dewlet, desthilata zilamê tenê, xwediyê vê kuştinê ye. Jin, civak, xweza bi destê vî eqlî rojane tên qirkirin. Tundiyek hezar û yek rû mijara gotinê ye. Di warê aborî, civakî, siyasî, leşkerî û çandî de rojane tundî li kodên mirov tê barkirin. 
 
Li vir pirsa pir girîng û her wiha dîrokî ku xwişkên Mîrabel xwest bibersivîne ev e, li dijî vê tundiyê tekoşînek çawa? Elbet ev çembera tundiyê tenê bi sazûmaniya pergala alternatif dikare bişkê. Lewma avabûna netewa demokratîk ewqas bala cîhana jinan û gelan dikişîne. Lewma binêrin dema êrişî Rojava dikin, dinya radibe ser piyan. Ji ber ku dinyayê dît, şoreşa jinê di heman demê de bergir e ji bo êrişa hezaran sal a li ser civak û jinê. Jinan xwe di şoreşê de dît, gelan xwe di şoreşê de dît û herikîn wê qadê. Li Rojava di pêşengiya jinan de li dijî mêrantiya herî dijwar, li dijî tundiya sedsalê tekoşînek bêhempa dimeşe. Jinan ew mêrên kirêt têk birin û têk dibin. Binêrin lewma dema cara dawî êrişî Rojava kirin, êrişa pêşî li siyasetmedar û şervanên jin kirin. Faşîzma Tîrujîllo ji sê xwişkên Mîrabel tirsiya, îro jî Erdogan ji şervanên YPJ'ê ditirse. Îro jî faşîzm têkçûna xwe di tekoşîna Hevrîn Xelef û jinên şervan de dibîne. Lewma wisa êrişî beden û hebûna wan dike. 
 
Rast e ku ji rûyên herî tûj yên tundiyê faşîzm îro di Erdogan de xwe nîşan dide. Li dijî vê pergalê bi taybet li Bakurê welat bergirî û têkoşîna jinan dema borî pir girîng bû û bandorên mezin li rewşê kir. Îro jî eger jin pêşengiya têkoşîna hevpar bikin, dikare ev pergala zilmê têk biçe. Ev pergala mêran, hebûna xwe di tunekirina jinan û gelan de dibîne. 
 
Li dijî faşîstê serdemê Erdogan, îro alaya têkoşînê ya xwişkên Mîrabel di destên şervanên YPJ' de ye. Ew mêrantiya ku li Kobanê jinan di şexsê DAIŞ’ê de têk bir, wê dîsa bi destê wan jinan li Rojava têk biçe. Lê elbet ji bo vê divê em berxwedan û têkoşîna hevpar belavî her der û her demê bikin. Yekane rêya me ya serkeftinê jî ev e. Jin dizanin li dijî tundiyê bi tena xwe nikarin tiştek bikin. Dapîrên me gotin destê tenê deng jê nayê. Jin ku bi têkoşîna hevpar bikarin netewa demokratîk biparêzin, dikarin dawî li faşîzmê jî bînin. 
 
Her 25’ê Mijdarê lewma vexwendineke ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê, heye. Li malê, kolan û kargehê, li gund û bajaran, li her derê ya li dijî tundiyê bê kirin ev e, bêdeng nemîne. Berdêl çi dibe bila bibe bêdeng nemîne. Ku carekê te dengê xwe birrî, meydan ji pergala qirkirinê re vedibe. Faşîzm, mêrtî, pergala tundiyê, dewlet, artêş êdî navê xwe çi bin, hemû yek in. Hemû şer, talan û kuştina jinan û civakê îfade dikin. Û hemû jî ji dengê jinan pir û pir ditirsin. Hemû jî ji tevgera civakê pir û pir ditirsin. Ev sazî tev niha di qeyranek a hebûnê de ne. Ji her dema dîroka xwe lawaztir in. Heger em têkoşînê xurt bikin, em dikarin vê pergala mêrtiyê têk bibin.