Zarokên li ser axa xwe bûne koçber

  • 09:10 20 Mijdar 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Yên ku van zarokan dibînin yekem car berxwedan û bedewbûyina wan tê hişê mirovan. Dema erebe jî tên li ber zarokan disekinin û destûr ji wan dixwazin wiha derbasî taxê dibin. Ew pêşeroja civakê ne. Naxwazin li ser axa wan xwîn birije. Ew jî dixwazin wek hemû zarokan bi lêyistokan bilêyizin û siharê rabin biçin dibistanên xwe. Lê ew li ser axa xwe bûne koçber û di nava dibistanan bi cîh bûne  
 
Ronahî Nûda 
 
Zarok siberoja civakê ne. Bi berpirsiyarî tev digerin û bi dilê xwe yê saf û pak dixwazin parastina taxên xwe bikin. Zarokên Rojava di nava şer de mezin bûne. Ew bi hişmendiya parastinê mezin bûne. Mamostaya wan a destpêkê ku wan mezin dike, dayika wan jî di nava şer de ew anîne dinê û bi perwerdeya parastinê ew mezin kirine. Ji bo wê jî ji xwe bawer derketine pêşiya taxê û parastinê dikin.
 
Zarokên kurdan naşibin tu zarokên din, ew di nava şer de digihin. Bejin û bala wan dibe ku zarok xwiya bike, lê ji her tiştî hayîdar in. Zarokên Rojavayê Kurdistanê yên di heşt salên şoreşê de hatine dinê niha li nava bajaran parastina taxên xwe dikin. Ji jiyana mezinên xwe hîn bûne ku nebin gur dê gur wan bixwin, ji bo wê jî ji dayikbûnê pozisyona parastinê digirin. Êrîşên ji 9’ê Cotmehê ve dest pê kirî carek din berê zarokan daye texlîtkirinê. Di hemû cîhanê de lîstokên zarokan tiştên plastîk in. Bê ku agahiya dayika wan hebe nikarin biçin dikanê jî. Lê li Rojava lîstokê zarokan, tiştên ku di şer de qewimiye wan zindî dikin. 
 
Dema ku em li nava kolanên bajarê Qamişloyê dimeşiyan rastî 5 zarokan hatin ku parastina taxa xwe dikirin. Zarokên li hev kombûne û asayiş li ser rê danîne dema çav bi me ketin hinek bi şermoke keniyan. Li ser rêkê, 2 aliyan kevir li ser hev rast kirine, li aliyek rê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li aliyê din jî ala QSD'ê danîne. Di destê wan de jî dar hebû cihê çekê hildabûn. Wan zarokan li wir di xeyalên xwe yê zarokatiyê de taxê xwe diparastin. Bê ku em bi wan re biaxivin digotin 'Di vê taxê de dijmin nikare derbas bibe. Bê agahiya me erebeyên bombebarkirî nikare derbas bibin.' Ji ber ku ew zarok bi şer mezin bûne, karê ewlehiya xwe û taxê dizanin. Nahêlin dijmin di taxên wan de derbas bibin. Li ber çavên wan zarokan, çend roj berê çend gav wêdetir tam jî di nava bazarê de mirov perçe bûn. Tiştên ku hewce ye di filîman de jî nîşan zarokan nekin, bi zindî dîtin û jiyan. 
 
Li ku derê cîhanê zarokên wiha bi aqil hatiye dîtin? Tiştên ku dijîn bi leyistokên xwe zindî dikin. Ji ber ew bi şer mezin bûne û di êrîşan de hovitiya dijmin dîtine. Bi dayikên xwe re hemû rojan li merasîma cenazeyên nas û dostên xwe ne. Di wî temenî de hêrsa tolhildanê di nava çavê zarokan de dihat dîtin.  
 
Yên ku van zarokan dibînin yekem car berxwedan û bedewbûyina wan tê hişê mirovan. Dema erebe jî tên li ber zarokan disekinin û destûr ji wan dixwazin wiha derbasî taxê dibin. Ew pêşeroja civakê ne. Naxwazin li ser axa wan xwîn birije. Ew jî dixwazin wek hemû zarokan bi lêyistokan bilêyizin û siharê rabin biçin dibistanên xwe. Lê ew li ser axa xwe bûne koçber û di nava dibistanan bi cîh bûne. Ew di roja 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan de ji mafê xwe yê jiyanê bêpar hatine hiştin.