Til Temir, bedewbûna rengekî cuda ye

  • 09:08 19 Mijdar 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Li Til Temirê bi hezaran şêniyên Kurd, Ereb û Aşûrî lê dijîn. Mozayika wê ya gelan û bedewbûna wê rengekî pir cuda dide navçeyê. Til Temir kilîta Herêma Cizîrê, Firat û Şehbayê ye. Niha Til Temir û gundewarên wê rastî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê tên.
 
Sorgul Şêxo
 
Til Temir bi mozayika xwe ya gelan, dîroka xwe ya kevnar û erdîngariya xwe ya stratejîk di Herêma Cizîr, Firatê û Şehbayê de tê naskirin. Til Temir li hember Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê berxwedanek bê hempa da meşandin û îro li hember hêza duyem di NATO' yê de li berxwe dide. 
 
Girîngiya Til Temirê
 
Til Temir jî biçûktirîn navçeyên Herêma Cizîrê ye û li Rojavayê herêmê dikeve, Başûrê wê Serêkaniyê bi 40 km, Rojhilatê wê Hesekê 42 km û Rojhilatê wê Qamişlo bi 100 km ji navçeyê dûr in. Ji Til Temirê heta Heleb û herêma Şehbayê jî diçe. 
 
Avakirina Til Temirê
 
Til Temir ango Girê Xurma di navbera salên 1933 û 1935'an de ji aliyê hin malbatên Kurd ên bi nav û deng û xwedî êleke pir mezin mîna êla Namo, Kûtê û Seydo her wiha tevî 4 malbatên Aşûrî ku ji komkujiya Sîmêlê ya ku li Iraqê di navbera salên 1915 heta 1917'an de pêk hatin, xilas bûn e, hat avakirin. 
 
Gel bi bazirganî, çandinî û xwedîkirina ajalan debara xwe dike 
 
Gelê Til Temirê bi çandinî, bazirganî û xwedîkirina ajalan debara jiyana xwe dikin. Taybet jin xwedî li çand û çandiniyê ku wê afirandiye derdikeve û sûdeke baş jê werdigire. Her wiha di Til Temirê de Çemê Xabûrê ku jêdera wê ji Bakur, derbasî bajarê Hesekê dibe. Gundên li ser xeta Xabûrê jî aboriya wan pir baş e ji ber ku gelek darên xurme, hinar û tiriyê diçandin hilbirîna wan gelekî baş û xweş bû li gorî ku gelê herêmê jiyaye ji me re gotin, lê bi derbasbûna demê re ew dar kêm bûn.
 
Di serdema Rêjîmê de Kurd ji mafê xwe bê par bûn
 
Di serdema Rêjîma BAAS'ê de gelê ku herî zêde ji maf, îrade bê par ma û hebûna wê dihat tunekirin û xwestin dîrok û zimanê wan ê resen û dayikê winda bikin Gelê Kurd bû. Gelê Kurd bi fedekarî, lehengî û têkoşîna ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dihate nasîn û di herikîna dîrokê de ev yek hate teqezkirin û îsbatkirin.
 
Êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra û dorpêça 40 rojî
 
Di destpêka 2013'an de çeteyên Cebhet El-Nusrayê êrîşî Navçeya Til Temirê kirin û Til Temir dorpêç kirin, wê demê li seranserî 40 rojî şervanên YPG'ê li ber xwe didan û gel jî bi rihê jiyana hevpar dijiyan, mînaka wê demê her malekê baxçeyek çandibû hilbirîna wê li hev belav dikirin û hin malbat jî li gundê ku lê diman tenê tenûrek hebû dayikekê ji nan ji tevahî jinên gund re lêdixist. Tevî wê jî ji şervanên ku ew diparastin û bi hev re li ber xwe didan xwarin amade dikirin û li wan belav dikirin. Wê demê yekem şehîdê Navçeya Til Temirê Cûdî Til Temir bû, hember çeteyan berxwedanek bêhempa da meşandin û tevlî karwanê şehîdan bû. 
 
Pêvajoya xwe ji nû ve avakirin û sazkirin e
 
Piştî êrîşa Cebhet El-Nusrayê û rizgarkirina gundên girêdayî navçeya Til Temir û şikandina dorpêçê gelên Til Temirê bi Kurd, Ereb û Aşûriyên xwe bi hev re jiyan, vê carê dest bi avakirina komînan kirin. Li Navçeya Til Temirê 180 gundên Kurd û Ereb, 182 komîn, 33 gund û dêrên Aşûriyan hene, gelheya navçeyê berî êrîşê 60 hezar bû, lê niha û piştî ku koçberên Navçeya Serêkaniyê jî li dibistan, çol û malên mirovên xwe dimînin bû zêdetir  75 hezar. Yekem komîna li Navçeya Til Temirê li taxa Hemra, yekem komîna aşûriyan jî li dêra Meryem El-Ezra li gundê Til Nesrî hate avakirin. 
 
Yekem Meclîsa li Bakurê Sûriyeyê hat avakirin Meclisa Til Temir bû 
 
Piştî komîn hatin avakirin êdî gel li gorî projeya Netewa Demokratîk bi hev re kar û barên komînên xwe bi rê ve birin. Paşê li Bakurê Sûriyeyê yekem Meclîsa Gel a Navçeya Til Temirê hate avakirin. Ev meclîs ji bo rêvebirin û xizmetkirina gelê herêmê ket tevgerê, piştî wê gelek saziyên din yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin avakirin û bi pirsgirêkên civakê re mîna çandinî, aborî, xizmetguzarî û edaletê re mijûl bûn û li hember zindîkirina çand û hunera Kurdî, Erebî û Aşûrî û zimanê dayikê gavên pir erênî û ber bi çav hatin avêtin û ew rihê civaka azadîxwaz û şoreşger derxistin holê.
 
Êrîşa 23'ê Sibatê û revandina Aşûriyan 
 
Di 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Navçeya Til Temir û gundewarên wê kirin, di encama êrîşê de gelê Kurd, Ereb û Aşûrî li hember êrîşê DAIŞ'ê li ber xwe da, di wê rojê de çeteyan zêdetirî 300 kes ji jin, mêr û zarokên Aşûrî dîl girtin. Endama Hêzên Parastina Xabûrê Wîdad Dawûd jî li hember çeteyan ber xwe da û şehîd bû û her sal ji aliyê SMŞ vê tê bîranîn.
 
Şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê parastina ax û rûmeta gelê herêmê kirin
 
Piştî berxwedana 3 mehan ji aliyê şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê ve hemî gundewarên girêdayî Navçeya Til Temirê ji çeteyan hatin rizgarkirin û paqijkirin. Piştî wê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê dest pê kir û heta vê kêliyê jî kar û xebatên bi nirx û wate dane meşandin û erka xwe ya parastina nirxên xwe yê dîrokî û çandî pêk anîn. 
 
Dîsa di 10'ê Kanûna 2016'an de çeteyan bi sê erebeyên bombebarkirî sûka navçeyê, kolana Filestîn û Nexweşxane hedef girtin. Di encama teqînê de 33 sivîl di nav de Kurd, Ereb û Aşûrî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Dîsa piştî êrîşê gelê herêmê bi hev re birînên xwe kewandin û jiyana xwe berdewam kirin.
 
Hilbijartinên Komîn û Meclisa Federal a di 2017'an de
 
Di 20'ê îlona 2017'an de li navçeyê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û li gorî projeya Netewa Demokratîk hilbijartinên hevserokên komînan li  Bakurê Sûriyeyê hate destpêkirin û hilbijartin pir erênî derbas bû. Her wiha di 1'ê Kanûna heman salê de hilbijartinên Meclis yên Federal a Bakurê Sûriyeyê hate destpêkirin û piraniya gelê ku dengê xwe bi kar anîn deng dan Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku ev partî jî temsîla îradeya gelê herêmê dikir. Li ser vê yekê Meclîsa Navçeya Til Temirê jî kar û barên civakê û rêxistina wê jî bi rê ve birin û heta niha jî gavên ber bi çav hatine avêtin. 
 
Dewleta tirk êrîşî Til Temir dike, jiyana bi hezaran gel di xeteriyê de ye
 
Niha dîsa Navçeya Til Temirê rastî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê tên. Ev 42 roj in Meclîsa Leşkerî ya Suryanî  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Naturo) a Aşûriyan her wiha Hêzên Parastina Xabûrê û Hêzên QSD'ê piştevaniya wan dike, erkê xwe pêk tînin. Ev çend roj in dewleta tirk û komên girêdayî wê dîsa êrîşên gundên Aşûriyan dikin û dixwazin komkujiyeke din pêk bînin û gelê herêmê bi qirkirinê re rû bi rû bihêle.
 
Til Temir kilîta Herêma Cizîrê, Firat û Efrînê ye, xwedî cihekî stratejîk e û bi sed salan e gelên Kurd, Ereb û Aşûrî bi hev re dijiyan û bi mozayika xwe rengekî cuda didin navçeyê. Niha ev navçe dibe hedefa dewleta tirk û komên girêdayî wê. Heger êrîş neyên sekinandin, îhtîmala komkujiyên pir mezin ku gelê herêmê qir bike heye.