Lîloza berbangê, henaseya li dijî tengasiya zilimatê: Hevrîn Xelef

  • 09:06 15 Mijdar 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Ew ê ji hubra nivîskarên di zindanan de kenê li ser lêvên Hevrînê biniqutin û bibe xeyalên bingeha siberojek ronî. Li paş derabeyên ji tîrêjên rojê bêpar hatiye hiştin, li ser qaxizên spî xwestekên Hevrînê yên ji bo bextewariya zarokên desthinekirî ew ê bên nivîsandin
 
Roza Metîna 
 
Meha mijdarê ye pelên bi daran ve êdî rûyê xwe ji demsala payizê diguherin û li ber pêlên jiyanê yên her guhertinên nû diafirînin dikevin. Her guhertin û bûyerên nû ku diqewimin li ser rûyê cîhanê dibe sedema serpêhatiyên cuda yên di dilê mirovan de şopên kûr dihêlin. Şopên kûr ku nayên jibîrkirin carinan li ser rûyê gulkevrokên çiyayan xwe didin der. Yek ji şopa ku li ser rûyê gulkevrokên çiyayan daye der û dilê mirov geş dike têkoşîna hebûnê ya jina berxwedêr Hevrîn Xelef e. Di demsala ku ji dayik bû û ji stêrkên asîmanan bû feyza berxwedanê, ji aliyê neyarên mirovatiyê ve bi awayekî hovane hat qetilkirin. Di heman demsalê de zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê bi awayekî zindî ji aliyê heman zihniyetê ve hatibûn şewitandin. 
 
Ji ber nêzîkatiya paşverû ya ji aliyê heman zihniyetê ve ji dîroka doza têkoşîna Kurd heta niha zarok û jinên Kurd li ser axa xwe ya ku malovantiya bingeha şaristana cîhanê kiriye, her êş kişandine. Di nava êşa ku kişandine de hewil dane li ser piyan bisekinin û kêfa neyarên bûye sedema qurmiçandina nefela çarpel li xwe neynin. Hedefgirtina jin û zarokên Kurd ên wekî Hevrîn Xelef û zarokên Amûdê û gelek mînakên bi vî rengî rastiya ji tirsa hêza ku bingeha aramiya cîhanê ava dike radixîne ber çavan. Otorîte û îktidara ku li ser berjewendiyên rojane hatine avakirin û di heman demê de nirxên parastina rûmeta mirovatiyê reş dike dibe sedem ku jinên serbixwe yên wekî Hevrîn di demsala ku ji dayik bûye bi awayekî hovane bên qetilkirin. Belê îro rojbûna Hevrînê ye, roja nîmûneya her kêliyên bi wate li ser jiyanê bar dike ye. Îro jidayikbûna hêviyên stargeha serxwebûnê ye. Roja geşbûna dilê qiblegeha peyman û sozên ji bo azadiyê ye. Dê ev roj ji gelek zarokên nû ji dayik bûne bibe rêya xwedîderketina îradeya ji bo welatekî azad. 
 
Di heman demê de îro Roja Nivîskarên di Zindanan de ye. Ew ê ahenga berxwedana doza azadiyê û wekheviyê ya Hevrînê ji nivîskarên di zindanan de bibe hêzek nû ji dayik bûye. Ew ê ji hubra nivîskarên di zindanan de kenê li ser lêvên Hevrînê biniqutin û bibe xeyalên bingeha siberojek ronî. Li paş derabeyên ji tîrêjên rojê bêpar hatiye hiştin, li ser qaxizên spî xwestekên Hevrînê yên ji bo bextewariya zarokên desthinekirî ew ê bên nivîsandin. Ew ê serpêhatiyên, lîloza berbangê, henaseya li dijî tengasiya zilimatê, Hevrînê, bi tîpên zêrîn li qaxizên ji rengê qêrîna berxwedanê, bên nivîsandin.