Şoreşa jinên Sûdanê şoreşa rûmetê ye

  • 09:01 3 Gulan 2019
  • Ji Pênûsa Jinan
Di gelek welatan de dema mirov qala  qehremaniyê û tekoşînê dike dîsa jina berxwedêr tê bîra mirovan. Ji bo wê jî her çiqas deshilatdarî mezin  be jî vîn û rûmeta jinê dê bibe sedema destkeftiyên mezin. 
 
Rûken Goman    
 
Pêşengtiya jinên Sûdanê û xwepêşandana ku di êniyên pêş de ji bo şermezarkirina hikûmeta EL-Beşîr û nerazîbûna ji koletiyê re, bû sedema serdemek nû. Di vê şoreşê de bi taybet jinan rolek baş lîstin. Ev jin wekî sembola şoreşa jinên Sûdanê tên binavkirin. JinênSûdanê ji bo maf û rêgezên jinê bidest bixin têdikoşin û rûmeta wan koletiyê qebûl nake.
 
Ev bi salan e li Sûdanê  rêjîma EL-Beşîr a zilimkar, li ser gelê sûdanê zextên mezin dikir. Wekî her carê dîsa jin herî zêde di bin bandora neyînî ya desthildatdariyê de dimînin. Ji bo wê jî her tim jin pêşengtiya şoreşa demokrasî, azadî û rûmetê dikin. Li Sûdanê bi hezaran Sûdanî li ber avahiya fermendariya giştî ya Artêşa Sûdanê kom bûn û ji bo nerazîbûna sîyasetên deshilatdar ên ku li ser gel tên meşandin daketin qadan. Tiştê  herî balkêş ku vê care jin di êniyên herî pêş de pêşengtiya vê şoreşê dikin û ji zihniyeta deshilatdar re dibin bersiv.    
 
Bandora şoreşa jinên  Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinên Sûdanê pejirand
 
Di gelek welatan de dema mirov qala  qehremaniyê û tekoşînê dike dîsa jina berxwedêr tê bîra mirovan. Ji bo wê jî her çiqas deshilatdarî mezin  be jî vîn û rûmeta jinê dê bibe sedema destkeftiyên mezin. Bi hezar salan ji dîrokê heya niha û bi taybet li Rojlata Navîn jin rastî hemû cureyê tûndîyê tên. Loma tehemula jinê êdî nemaye. Jin pêşengtiya şoreşên mezin dikin. Tecrubeya şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê li ber çava ye, ji bo wê jî em dikarin bêjin îro şoreşa jinên sûdanî jî ji berhemên şoreşa jinên  Rojavayê Kurdistanê û ji feyza jê hatiye girtin e. Bandora şoreşa jinên  Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinên Sûdanê pejirand.
 
Wekî ku tê dîtin û dihat gotin ku berê tenê dengê jinê li Sûdanê bi êş dihat bihîstin. Lê niha dengê jinê bi têkoşînek mezin tê bilindkirin û ev yek dibe mînakek baş a têkoşînê. Pergala dîktator gelek zilm û zorî li ser gelê Sûdanê dabû meşandin herî dawiyê jî dema bûhayê pêdîviyên jiyanî bilind bûn di 19'ê Kanûnê de gel rabû raperînê di encamê de jî nêzî 50 kes hatin kuştin. Pergal bi cureyên herî tund bi ser vê raperînê de hat. Lê dîsa gel dev ji têkoşîna xwe berneda. 
 
Li Sûdanê wê jin pergala zîhniyeta baviksalarî parçe bike 
 
Dîroka jinên Sûdanê tijî tûndiye. Qeyranên ku bi ser jin de hat kirin ji bîr ne bû ye, ji bo wê jî ji wextê ku Omer EL-Beşîr serokê Sûdanê hatiye li ser hikim, di destûrê dewleta Sûdanê de benda 152 ji zagonên dewletê divê jin were zindankirin û lêxistin. Li kêleka wê jî zagona pergala giştî azadiya jinê ji destên wê digire.  Ji bo wê jî pêwîstîya guhertinê heye irf û adetên ku li ser jinê hatine ferzkirin divê ji kokê de rabe jin divê xwedî li rûmeta xwe derbikeve. Li Sûdanê wê jin pergala zîhniyeta baviksalarî parçe bike. 
 
Li Sûdanê jin di şoreşa xwe de bi xwestek û israr in 
 
Jinên Sûdanê dibêjin "Şoreşa me şoreşa edaletê ya jinan e, divê zagonên azadiyê jinê tengav dikin bên guhertin. Derketina şoreşeka wisa li dijî diktatoriyê bersiva herî mezin e ji pergalên newekheviyê re tirsa wan ji îradeya jin heye ji bo wê jî divê tekoşîna jinan ji bo yek armancê be. Bê guman tevî işkence û binçavkirina ku niha li Sûdanê derheqê jinan de tê kirin têkoşîn didome. Asta bandora jinên şoreşger di kesayeta wan de tê dîtin. Ji bo wê jî niha dîrok têkoşîn û şoreşa jinê dinivîse. Li sûdanê êdî berxwedana jinên şoreşger wê bi ser bi  keve.