Keziyên ji bêhna rihanan ên ku di nava xwînê de mabûn 2018-12-18 10:06:12       "Dê zû zû bihata jibîrkirin gelo çavên girtî ku şahidên herî mezin ên dîrokê bûn û li şibakê nêrînên neçar ku bawer nedikirin dê dayika wan bi windakirina xwînê jiyana xwe ji dest bidin. Çavên ku li şibakê bi şev û roj nobedartî ji qêrîna ku ji laşê sar difûriya ezmanan, dikirin, nizanibû xew çi ye."   Roza Metîna   Sar û sermayek ku dil dilerizand li ser rûyê bajarekî kevnar xwe danîbû. Di nava wê sermayê de du keziyên ji bêhna rihanan ku 7 rojî di nava xwînê de mabûn, bûbû şahidê firîna çivîkên ku di berbanga sibehê de çavên xwe ji dengê tank û topan vekiribûn. Çivîkên ku rengên çavên xwe ji keziyên ji bêhna rihanan û di nav xwînê de mabûn, girtibûn jî bûbûn şahidê kêliyên ku di nav diranên şevşevokên har de asê mabûn. Kêliyên ku ji ser 3 sal derbas bûn, rih dabû rastiyek dîrokî. Di nava rastiyên dîrokî de gelek çîrokên ji xêzên li ser rûyê temenên 57 salî hebûn. Temenên ku di rêya têkoşîna ji bo azadiyê de çong netewandibûn. Temênên ku li dû xwe 11 zarok û li laşê sar şopa 10 guleyan hiştibûn, şahidê herî mezin ên dîrokê bûn.     Dê zû zû bihata jibîrkirin gelo çavên girtî ku şahidên herî mezin ên dîrokê bûn û li şibakê nêrînên neçar ku bawer nedikirin dê dayika wan bi windakirina xwînê jiyana xwe ji dest bidin. Çavên ku li şibakê bi şev û roj nobedartî ji qêrîna ku ji laşê sar difûriya ezmanan, dikirin, nizanibû xew çi ye. Yezdanê ku qêrîna laşê sar bi guhên xwe bihîstibû, li kîjan şibakê nobedartî dikir gelo? Dê hîn çend qêrînên din li qatê 7'an ên ezmanan, bihata bihîstin?   Jinên berxwedêr ên ku dengên tililiyên wan li ser baskên xalxalokên biharê direqisin, dê tu carî vê qêrînê ji bîr nekin û derkevin qatên 7'an ên asîmanan û hesabê 7 rojî dê bipirsin. Ji bo êdî keziyên ji bêhna rihanan ên dayikan bi xwîna sor nexemilin. Dayikên bi çanda dengbêjiyê mezin bûne û li dû xwe mîrateyek giranbiha hiştine hêviyek ji xelekên rojê ne. Kî dizane dibe ku niha Dayikên wekî Taybet ji deriyekî tîrêjên rojê li dû xwe hewandiye li me dinêrin. Dibe ku bi nêrînên wan ên ji dilê geş û pak newayên ji bo doza azadiyek mayin de, li asîmanan tên berzkirin.