Şoreşa azadiya jin û civakê dibe hedefa dewleta tirk û hêzên navneteweyî 2018-11-15 09:04:59   "Şoreşa guhertin û veguhertinê ango şoreşa azadiya jin û civakê li tevahî cîhanê deng veda, bi sedan jinên Enternasyonalîst tevlî YPJ' ê bûn û têkoşînek bêhempa li dijî hêzên dagirker li dar xistin û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan."   Sorgul Şêxo    Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ev 7 sal in didome, dijmin û neyarên Gelê Kurd har û dîn kir. Çimkî ev yek ji bo gelê Kurd serkeftinek mezin bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa guhertin û veguhertina zihniyeta 5 hezar salan e.Paradîgmaya Netewa Demokratîk û Hevjiyana Azad hembêz dike, di guhertina kesayetan de gavên ber bi çav hatin avêtin. Neyarên gelê Kurd jî her azadiya civakê hedef girt.   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa azadiya jin û civakê ye û vê yekê li tevahî cîhanê deng veda. Şoreşa guhertin û veguhertinê ango şoreşa azadiya jin û civakê li tevahî cîhanê deng veda, bi sedan jinên Enternasyonalîst tevlî YPJ' ê bûn û têkoşînek bêhempa li dijî hêzên dagirker li dar xistin û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana jinên Kurd ên YPJ'ê rastî eleqeyek mezin hat. Bi sedan jinên Enternasyonalîst tevlî şoreşê bû û gihaştin asta şehadetê. Lêgerîn Çiya û Îvana Hovman mînakên têkoşîna enternasyonalîst e. Bi saya şoreşa jinê gelek kes ji xew hişyar bûn û li dijî koletiya hezar salan serî hildan. Dewleta tirk a ku vê yekê tehemmul nake gelek rojnameger, siyasetmedar, hunermend û rewşenbîrên Kurd kirin zindanan û bi îşkenceyê rû bi rû hişt. Ev tişt ji demokrasiyê gelekî dûr e. Di vê çarçoveyê de gelek rojnameger hedef hatin girtin ji bo ku rastiyê ranegihînin. Lê divê hemû dewletên ku dijminahiya gelê Kurd dikin bizanibin ku gelê Kurd tu carî hêz û baweriya xwe winda nakin.