Dayikek dîl hatiye girtin 2018-10-28 09:06:35   Gazel Bulut   “Ez fikirim ku em dikarin pirtûkek çîrokan, a ji çîrokên mîlîtarîzm û zayendpestiyê dur, ji bo zarokên neçar mane ji dê û bavê xwe dur mezin bibin, diyarî bikin. Ez ji hemû dostên me yên xwedî hestiyariya civakî ne, pirtûkên çîrokan dixwazim.”   Ji roja ez hatim girtin û ji keça xwe neçar mam veqetim şûnde ez êşa dayikên ji zarokên xwe dur di dilê xwe de hîs dikim. Min bêrîkirinên wan parve kir. Heta niha parvekirina min a herî bi êş ev bû. Ez li ser navê hemû dayikan, ji bo zarokên neçar mane ji dê û bavê xwe dur bijin, fikirim ku em dikarin pirtûkên ku dê û bavê wan ji wan re vedibêje diyarî bikin.    Lê ev pirtûk divê ji mîlîtarîzm, zayendperestiyê dur bin. Divê tê de hezkirina mirov, xweza û sewalan hebe. Divê ji çanda me parçe tê de hebin. Ji hêvî û baweriya me parçe tê de hebin. Ez li benda piştgiriya we nivîskarên bi hestiyar im. Ji bo zarokan, ji bo kesên pêşeroja vî welatî, ji hemû kesên bi hestiyar pirtûka çîroka dixwazim. Hun dikaribin bi riya postayê ji min re bişînin, Em ê pir kêfxweş bibin.   Dayika Çîgdem Arjîn, Gazel Bulut.   Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê