Em bi hev re bihêzin 2018-10-23 09:08:01   "Ji bo ku em valatiyên di jiyanê de derdikevîn pêşiya me dagirin pêwîstiya me bi hîn baştir xwe rêxistinkirinê heye. Rêxistinbûna mirov kengî derdikeve pêş, dema mirov erka xwe ya di nava civakê de baş pêk bîne, wê demê mirov dikare xwe li hemberî hemû êrîşan bi parêze û bibêje ku em mirovên rêxistinkirî ne."   Leyla Arzu Îlhan   Dema mirov di nava civakê de be, mirov bi alîkariya civakê dikare bi hêz bibe. Mirov çi kar bike bila bibe, ger alîkarî û hêza cikavê li pişta mirov nebe mirov wê nikaribe wî karî bi ser bêxe. Ji ber ku kesayet bi hêza civakê bi hêz dibe, civak ji bi kêrhatina kesan dikare pergala xwe ya jiyanê ava bike. Lê dema alîkarî û hêza civakê li pişt wan kêrhatinên kesan tune be wê ew kes nekaribin di karên didin meşandin de encamekê bi dest bixin.    Ev bi salane em divê pergalek a jiyanê de bi hev re dijîn. Tişta ji me re ji salên dem dirêj maye ew ku em li ruxmê hemû zorî, zehmetî û bê derfetiyan pergala xwe ya jiyanê bidin avakirin û bidin meşandin e. Ev têgeha ku em ji hêza hev du dikarîn hêza xwe xwurt bikine ye. Ji ber ku ger têgihiştina me ya ku em ê bi hêza hevgirtî bikaribin bi ser bikevin  nebuya ne pêkan bû ku em bikaribin vê pergala jiyana civakî bidin avakirin. Ev jiyana ku me li wargehê daye avakirin, jiyanek bi rumet e.  Ji ber ku me bi bedelên gelek mezin xwe gihandiye roja me ya îro. Me ev pergala ku jiyana civakî esas digre hêsan ava nekiriye. Ji ber vê ye ku niha  pêwira me hemûyan ew e ku em bi hev re bikaribin vê pergala jiyanê bi parêzin û pêş de bibin, heta ku em tekoşîna xwe bi awayê serkeftî bi encam dikin.    Pêwîstiya me bi hêz û arikariya hev heye. Ji bo vê yekê jî erka me hemûyan ew e kû em bi hemû hêz û derfetên xwe  şert û mercên avakirin û bi hêzkirina pergala heyî bidin avakirin. Ji ber ku em hemû wek zincîrekê bi hev  ve girêdayî ne. Çawa ku yek bazinê zîncîrê ve be yan jî erka xwe ya bihevrebunê pêkneyîne ew zîncîr nikare xwe bi hev ve bigire. Jiyana me ya wargehê jî bi vî awayî ye.  Dema yek ji me erka xwe ya heyî baş pêk neyîne, em nikarin bi awayek rast jiyana xwe ya civakî bidin meşandin.    Lê dema em di van demên dawiyê de temaşeyî tevlîbûna xwe ya ji jiyana giştî dikin em baş dibinin kû gelek kêmasiyên me di nava jiyanê de hene. Tevlîbûna me ya kêm ya ji hemû awayên jiyana civakî û rêxistinî re dihêle kû valatî di nava pergala me de çêbibe. Ev valahiya me ya ji ber kêmbûna me ji tevlîbûna jiyana civakî re dihêle kû valatiya heyî bi tiştên ku ne li gorî berjewendiyên jiyana me ya civakî û rêxistinî bide avakirin.    Ji bo ku em valatiyên di jiyanê de derdikevîn pêşiya me dagirin pêwîstiya me bi hîn baştir xwe rêxistinkirinê heye. Rêxistinbûna mirov kengî derdikeve pêş, dema mirov erkên xwe yên di nava civakê de baş pêk bine, wê demê mirov dikare xwe li hemberî hemû êrîşan bi parêze û bibêje ku em mirovên rêxistinkirî ne.    Mînakên ku em erkên xwe baş pêk nayînîn, em dikarîn bibêjin beşdariya me ya ji çalakiyên heyî re ye. Nirxên me yên herî mezîn şehîdên me û Rêbertiye. Lê me hemû yan dît kû di pêvajoya salvegera komploya navneteweyî de çalakiyên ku li wargeha me pêk hatin û beşdariya wan çalakiyan ya me hemû yan. Niha dibe ku hinek bêjin ma beşdariya me ya ji çalakiyan re wê me nu bike endamên vê rêxistinê? Em hemû bi Rêbertî û şehîdan ve girêdayî ne. Rast e em hemû bi Rêbertî û şehîdan ve girêdayî ne, lê em ji bo vê girêdanbuna xwe peywirên xwe yên heyî çiqas pêk tinin ev girîng e.    Li aliyekî din beşdarbûna me ya ji hemû kargeriya me ya rêxistinî re kêm e. Ev kêmbûna me ji dihêle ku em nikaribin gelek pirsgirêkên xwe yên biçuk çareser bikin. Ji bo ku em bikaribin xwe ji hemû curên êrîşan biparêzin pêwîst e em li hemberî hemû curên êrîşan baldar bin û bi hêzdayîna hev a xwerêxistinê em bikarin  li hember hemû curên êrîşan biparêzin. Wê demê em ê bikaribin jiyana xwe ya rojane û pêşeroja aram û serkeftî bijîn.